• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
13 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xebat Andok: Em qanûnek yek alî qebûl nakin

Navenda Nûçeyan / AW

12 TÎRMEH 2026 - 15:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Xebat Andok diyar kir ku li gel salek bi ser şewitandina çekan re derbas bûye jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt. Andok anî ziman ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê bi wan re nehatiye parvekirin û wiha got: “Em hêvî dikin ku dewlet bi yek alî vê qanûna çarçoveyê neke. Di çarçoveya wan muzakerayan de lihevkirinek çêbûbû, Rêber Apo wê pêşniyarên xwe pêşkeş kiriba ku vê tiştê jî kir. Sepandinên yek alî qet nayê qebûlkirin û divê gaveke bi vî rengî neyên avêtin, ger bên avêtin wê li hemberî xwe helwesta pêwîst jî bibîne.”

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Xebat Andok ji ANFê re axivî û salvegera îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ya ku li serê tê nîqaşkirin nirxand.

Xebat Andok bal kişand ser salvegera şewitandina çekan a ku salek li pey xwe hişt û wiha got: “Bi rastî jî çalakiya 11ê Tîrmeha 2025an, di dîroka têkoşîna me de xwedî roleke pir girîng e. Di dîroka têkoşîna tevgerekê de qonaxên bi vî rengî kêm çêdibin; ji ber ku ev gav rasterast bi guhertina stratejiyê ve girêdayî ye û wekî çalakiya sembolîk a vê guhertina stratejîk tê qebûlkirin. Wekî tê zanîn, stratejî rê û rêbaza ku tu hewl didî xwe pê bigihînî armanca xwe ye. Armanca me ya sereke çi bû? Çareserkirina pirsgirêkên hebûnî û azadiya gelê Kurd bû. Li gorî konjonktura wê demê, xwendina sosyalîzmê, zîhniyet û rewşa dewleta Tirk a wê serdemê, me ji xwe re şerê rizgariya neteweyî esas girtibû ku rêbaza wê jî şerê gerîla bû. Bi vê rê û rêbazê me hewl da ku em xwe bigihînin armanca xwe. Lê belê bi demê re guhertin û veguhertinên mezin çêbûn û di encamê de me stratejiya xwe guhert. Ev çalakiya 11ê Tîrmeha 2025an jî nîşaneya sembolîk a vê guhertina stratejîk bû. Lê belê bi vê çalakiya dîrokî re eşkere bû ku sermuzakerevanê rastî û tenê Rêber Apo ye. Rêber Apo gavên ku diavêje bi Tevgerê re dişêwire û baweriya xwe bi gel tîne.”

Tu gavên şênber nehatin avêtin

Xebat Andok bal kişand ser gavneavêtina dewletê û wiha axivî: “Lê belê, ji wê demê heta roja me ya îro, her kes hişyariyan dike û tîne ziman ku dewleta Tirk tu gavên din neavêtine. Ji bo ku pêşiya siyaseta demokratîk vebe û qanûn bên sererastkirin, çi tiştên ku li ser milê me bûn, me hemû bi cih anîn. Li beramberî vê yekê, di rewşa heyî de wekî ku her kes dibêje; dewleta Tirk ji bilî avakirina komîsyonê, serdana Îmraliyê û amadekirina raporê tu gavên şênber neavêtine. Pêvajo di vî halî de maye.”

‘Divê îradeya wan hebe’

Xebat Andok diyar kir ku cihê ku qanûn lê derkeve Meclîs e û wiha got: “Her wiha desthilatdarî û biryar di destê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKPê de ye. Ger ku dixwazin vê pêvajoyê bibin serî û pirsgirêkê çareser bikin, hemû derfet di destê wan de ye. Lê di encamê de em dibînin ku heta îro tu gavên şênber nehatine avêtin. Ji bo ku mirov gavekê biavêje, berî her tiştî divê di mirov de xwestek hebe. Di vê xalê de pirsên wekî Gelo ev dewlet çiqas dixwaze pirsgirêkê çareser bike? û Çiqas dixwaze gavan biavêje? derdikevin pêş. Aliyekî din ê vê pirsgirêkê jî îrade ye. Ger xwestek hebe, ji bo ku tu wê xwesteka xwe di pratîkê de bi cih bînî, divê îradeyeke polatî jî hebe.”

Ji bilî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe

Xebat Andok destnîşan kir ku di rewşa heyî de tecrîda li Îmraliyê berdewam dike û wiha axivî: “Nêzikî du meh in hevdîtin jî bi Serok re çênabe. Em bi xwe hemû tiştê xwe bi awayekî eşkere dikin. Me kongre li dar xist, me çi biryar girtine û me van biryaran li ser çi esasî girtine, me van hemû bi raya giştî re parve kir. Ji wan biryaran, biryara herî esasî ew bû ku sermuzakerevan Rêber Apo ye û ji derveyî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Yê ku vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî bimeşîne, Rêber Apo ye. Ev biryara me ye, biryara gelê me ye. Di esasê de li gorî xwezeya têkoşînê ye. Ji ber ku Tevgera me Tevgerekî Apoyî ye. Esas tevgereke Rêber Apo ye. Di her tiştê de Rêber Apo heye. Bêguman di ev pêvajoya ku hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike de, rola Rêber Apo diyarker e. Em jî bi vî rengî tevdigerin. Di pratîkê de jî ji derveyî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Me vê bi dehan caran bi raya giştî re parve kir. Ev ne tenê propagandayek e, heqîqet e. Her kesên ku meraq dike jî dikare di nava Tevgera me de jî lêkolînên pêwsît bike.”

Tiştek bi me re nehatiye parvekirin

Xebat Andok anî ziman ku qanûnek an jî çarçoveyek ji wan re nehatiye û li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ev nirxandin kir: “Yanî çi difikirin di rewşa heyî de çi reşnivîsk çêkirine, hatine kijan merhaleyê, li cem xwe nîqaş dikin. Tê zanîn ku bi raya giştî re jî zêde parve nakin. Berovajiya me tevdigerin, em her tiştê xwe hinekî pir eşkere dikin, ew jî zêde veşartî dikin. Ji bo vê yekê heta niha derbarê ew çarçoveya qanûna ku AKPê difikire de ji me re tu tîştek nehatiye. Haya me ji wê çarçoveyê tune ye. Jixwe ev jî hate destnîşankirin. Lê ger tiştên ku di raya giştî û ragihandinê de tên nîqaşkirin wekî çarçoveya qanûna poşmantiyê be, ev tişt mirî ye. Niyet, hewldan û qanûnên wisa bêkêr in. Mirov wexta tîştek kir, divê bi kêr be. Divê xwe bispêre tecrubeyên beriya xwe, tiştên wisa bi dehan salan in derdixin. Bêhejmar tiştên wisa derxistin, ger ku tîştek wisa ku tê gotin hebe, yên berê çiqas bêkêr bûn her kes dîtin, mirov jî divê tiştên bêkêr neke. Ger ku behsa çareserkirina pirsgirêkê tê kirin, behsa gav avêtinê di çarçoveya pêvajoyê de tê kirin, divê bi şêwirandinê çêbibe, bi danûstandinê çêbibe, divê mirov ya li hemberî xwe jî guhdar bike. Ev tişt şert in, di rewşa heyî de tîştekî ku bi me re hatiye parvekirin tune ye.”

Di çarçoveya muzakereyan de lihevkirinek çêbûbû

Xebat Andok li ser pirsa “Eger dewlet an jî hikumet bi rengekî yekalî qanûnekê amade bike û pêşkêşî Meclîsê bike, helwesta we li hemberî vê yekê wê çi be?” sekinî û wiha bersiv dide: “Em hêvî dikin ku tîştek wisa nebe. Piştî ev qas tişt ger bi awayekî yek alî vê tiştê bikin, wekî ku me niha jî behs kir tu qiymeta wê tune, tîştekî pir bêkêr e û ji xeynî bertekan wê tîştekî din ava neke. Wê li cem me wekî tîştekî tune were hesibandin. Mirov dikare bi rehetî vê bîne ser ziman. Ew bi awayekî bi fermî nabêjin em muzakere dikin, lê li Îmraliyê heyetên dewletê bi Serokatiyê re muzakere dikin. Di çarçoveya wan muzakerayan de lihevkirinek çêbûbû, Rêber Apo wê pêşniyarên xwe pêşkeş kiriba ku vê tiştê jî kir. Serokatiya me bi cidîyetekî pir mezin, bi lêhûrbûneke pir xurt, ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebibe û gavên pêwîst bên avêtin, çarçoveyekî derxist holê û pêşniyarên xwe pêşkêşî dewletê kir. Di encamê de wê çi bûbûya? Wê qada siyasî û AKPê yan jî partî û hêzên dewletê, wê li ser bixebitiyana, encama ku derketî biçûba cem Rêber Apo û Rêber Apo jî çarçoveya ku derketî bi rêxistinê re, bi me re parve kiriba û bi vî rengî biçûba encamekî.

Tîştekî wê derheqê me de derkeve û em ê li tu cihê wê nebin, di nîqaşa wê de nebin, di amadekirina wê de nebin û em ê wê guncav nebînin jî wê bikeve pratîkê. Ma ev tişt pêkan e? Ger ku dewleta Tirk difikire tîştek wisa derbixe û bi vî rengî tişta ku dixwaze pêk bîne, di nava xapandineke mezin de ye. Ji xwe pirsgirêka Kurd ev tişt e. Kurdan ji tiştekî nahesibîne, bi îradeyekî yek alî dibêje Kurd û Tirk e, dibêje Kurdistan tune ye, dibêje mafên wê tune ye û hwd. Wexta ku te xwe bi awayekî yek alî sepand, te ya li hemberî xwe ji tîştekî nehesiband, wê çaxê ew ê beramberê te ger ku dixwaze bijî û doza hebûnê dike, wê li hemberî te bikeve têkoşînê. Ji xwe ev sed sal in pirsgirêka Kurd ji ber vê derketiye. PKK ji ber vê zîhniyetê derketiye. Ev têkoşîn û şer ji ber vê yekê çêbûn. Ger dixwazin heman zîhniyetê bi navê çareseriyê bimeşînin, wê çaxê ev tê wateya dawîanînê. Wê çaxê ev polîtîkaya îmha û înkara sed salî wê berdewam bike û dewleta Tirk di zîhniyeta xwe de guhertinê nake. Wê çaxê tu jî wekî gelê Kurd û wekî Tevgera Azadiyê neçarî ku li hemberî vê zîhniyetê û siyasetê li ber xwe bidî. Ji bo vê yekê, erê tîştên wisa tên nîqaşkirin, lê nîqaşa wê jî xeteriyeke mezin e. Nîqaşên bi vî rengî bi awayekî rehetî dikare pêvajoyê sabote bike û ji holê rabike. Sepandinên yek alî qet nayê qebûlkirin û divê gaveke bi vî rengî neyên avêtin, ger bên avêtin beramberî xwe helwesta pêwîst jî bibîne.”

‘Em dixwazin bi strateiya siyaseta demokratîk têbikoşin’

Xebat Andok bal kişand ser daxilbûna endamên Tevgera Azadiyê ya siyaseta demokratîk û ev nirxandin kir: “Raste me stratejiyê guhert, ji xwe çalakiya 11ê Tîrmehê ku em behs dikin û li ser wê diaxivin, nîşaneya vê bû. Em jê şûndetir bi stratejiya siyaseta demokratîk dixwazin têbikoşin. Lê wekî we jî pirs kir astengî hene. Astengiya çi heye? Di rewşa heyî de Tevger bi giştî ji xwe li gorî pênaseyên dewleta Tirk wekî teror tê binavkirin, tê krîmînalîzekirin. Behsa Kurd û Kurdistanê kirin, di çarçoveya hebûnî ya gelê Kurd de bûyîna têkoşerê vê dozê jî tê krîmînalîzekirin. Ji ber vê yekê tişta krîmînalîze ne Tevgera me ye. Bi awayekî giştî doza Kurd û Kurdistanê tê krîmînalîzekirin. Divê destpêkê sererastkirinek di vê xalê de bê kirin. Em di rewşa heyî de zêde nikarin behsa çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd demeke dirêjtir dixwaze, guhertin û veguhertinên bingehîn dixwaze, di zîhniyetê de guhertineke bingehîn dixwaze. Li ber çavan e ku em hîna rûbirûyê zîhniyetekî çawa ne. Hê jî gelê Kurd tam nayên naskirin. Em dibêjin ya pirsgirêka hebûnî ya gelê Kurd wekî berê nîne, ev ne ku dewleta Tirk di xwe de guhertin û veguhertinê kiriye, gelê Kurd bi temamî nas dike û li ser vê esasê pirsgirêka hebûnî ya gelê Kurd nemaye. Ne wisa ye. Gelê Kurd rêxistin bûye, zane bûye, doza xwe dike, rabûye ser piyan, êdî nikare Kurdan nebîne. Ji bo vê yekê, pirsgirêka hebûnî heta astekî hatiye derbaskirin. Lê ya rastî di qanûnan de hîna pirsgirêkên me yên hebûnî hene.

Di tu qanûnên dewleta Tirk de, nîşaneyeke li ser hebûna gelê Kurd jî tune ye. Ji bo vê yekê, çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd wê demê bixwe. Lê di rewşa heyî de wekî tevger, ji bo ku em bikaribin li gorî strejiya siyaseta demokratîk ku me daye pêşiya kar bikin divê ev krîmînalîzasyona li ser Tevgera me û doza Kurd û Kurdistanê de rabe. Ew qanûna ku niha di rojevê de ye, di esasê de qanûna wê ye. Qanûnekî çawa ye? Wê divê vê îlegaliteyê ji holê rake. Çima ketine pozîsyona îlegal? Te tu rê jê re nehiştiye, mirovan doza xwe kirine, doza xwebûyînê kirine, têkoşiyane û te her kesî kiriye îlegal. Divê niha pêşiya vê were vekirin. Di encamê de divê qanûnekî wisa be ku bibe bingeh, bibe qanûnekî kok, divê pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd weke. Serokatiya me ji xwe qanûna kok bi nav kir, wê rêhên xwe berde erdê û bi demê re zêdetir bike. Bi vî rengî pirsgirêkên curbecur yên qanûnî derbarê Kurd û Kurdistanê de rabe. Kurd bikaribin di çarçoveya siyaseta demokratîk de wekî her kesî bijîn, bikaribin xwe îfade bikin, bikaribin xwe birêxistin bikin.

Divê qanûn mafên gelê Kurd bigire nav xwe

Kurd dixwazin vê garantiyê bidin dewleta Tirk; mînak, karûbarên ku Kurd bikin ji bo yekîtiya dewleta Tirk wê bi xwe re xeteriyê neyne, wê ne di çarçoveya parçekirina dewleta Tirk de be, wê bi sînoran nelîze. Lê ji bo ku gelê Kurd jî pirsgirêkên xwe yên hebûnî û azadiyê çareser bike, divê gelê Kurd bikaribe xwe îfade bike. Ji bo gelê Kurd xwe îfadekirin çi ye? Mînak ez Kurd im çima wê nasnameya min bibe Tirk? Çima ez Kurd im û wekî Tirkekî werim pênasekirin? Kurd vê yekê qebûl nakin. Xweîfadekirin ev e. Mînak, zimanê min Kurdî ye, astengiyên bêhesab li ser zimanê Kurdî hene, ji bo ku Kurdîtî û zimanê Kurdî ji holê rabe, her tiştê dikin. Divê dev ji van tiştan berdin. Derbarê rêxistinkirin û îfadekirina Kurdî û Kurdewariyê de, divê astengiyên heyî bi temamî ji holê rabin. Ji bo wê yekê ew qanûna ku behsa wê tê kirin, divê qanûnekî wisa be ku pêşiya van tiştan vebibe. Ev tişt di heman demê de çine? Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Tirkiye ji bo ku bikaribe qira gelê Kurd bîne, mafê xwe îfadekirin û rêxistinkirinê nedaye gelê Kurd, ev jî pir dij demokratîk e. Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye, rojane kî/ê diaxive dikin zîndanê. Pêşeroja vê rejîmê tune ye. Pêşeroja vê zîhniyetê tune ye. Her kes jî vê dizane ku ji ber pirsgirêka Kurd heye, ev pirsgirêkên demokrasiyê hene. Ger zîhniyeta xwe derbarê Kurd û Kurdistanê de biguhere, dev ji polîtîkayên qirkirinê, înkarkirinê, îmhakirinê û bi awayekî giştî polîtîkayên asîmîlasyonê berde û gelê Kurd wekî hebûnekî ku bikaribe pê re bijî qebûl bike, hev du temam bikin, hevdu xurt bikin bi vî rengî bibîne, wê pirsgirêkên demokrasiyê jî bi her awayê bên çareserkirin. Potansîyala dewleta Tirk a bi vî rengî derkeve.

Gelo dewleta Tirk amade ye?

Di rewşa heyî de bi vî rengî nîn e. Ji bo vê yekê jî erê pirsgirêka Kurd bi awayekî bingehîn çareser kirin jixwe raste rast tîştekî ku bi dewleta Tirk re girêdayî jî nîne, ev karûbarekî Kurdan bi xwe ye. Wexta ku Kurdan hewl dan ku xwe îfade bikin, birêxistin bikin, divê dewleta Tirk ji bo wan astengiyan dernexe û wan ji bo xwe wekî xeteriyeke nebîne. Ji bo vê yekê jî çareserkirina pirsgirêka Kurd wê demekî dirêj bixwe, lê em niha ne di wê merheleyê de ne. Em merheleya ku em ê wekî Tevger bikaribin gava siyaseta demokratîk biavêjin an ne, dewleta Tirk amade ye ku em li gorî stratejiya siyaseta demokratîk kar bikin an ne? Amade nîne. Dema mirov bi awayekî objektîf lê dinêre dewleta Tirk naxwaze em stratejiyê biguherînin. Erê me stratejî guhert, em dixwazin ji derveyî bikaranîna çekê, bi rêbaza siyaseta demokratîk têbikoşin. Em xwe biguherînin û veguherînin, dewleta Tirk bi devkî vê pir rast dibîne, baş dibîne, modern dibîne û hwd. Lê ji bo ku em wekî Tevger, wekî gelê Kurd ew kesên ku ketine pozîsyona îlegaltiyê û ji derveyî çekê rêyekî cuda jê re nemaye, ji wê pozîsyonê derbixin û bikevin merhelaya ku doza azadiyê, wekheviyê, xwebûyînê dike, kar dike, dewleta Tirk tu gavan navêje. Ji bo vê yekê jî pirs lê tên kirin, gelo dewleta Tirk bi rastî jî amade ye ku Tevgera Azadiyê di stratejiyê de guhertiyê bike an ne? Gelo amade ye ku em bi rêbaza siyaseta demokratîk têbikoşin, stratejiya xwe biguherînin an neguherînin? Di rewşa heyî de zêde amade xuya nakin. Hewldana me jî pêşxistina vê stratejiyê ye.

Gelê Kurd wê her bi hebûna xwe bijî

Jixwe me dizanin em wekî Tevger ji bo wan wekî pirsgirêk tên dîtin. Digotin ew ji ku derê derketin, ji ber ku li gorî xwe Kurd tepisandibûn, qira Kurdan anîbûn, êdî kesî doza Kurd û Kurdistanê nedikir. Tevgerê li gorî xwe her tim wekî belayekî dîtin. Ev ne tu zîhniyet e. Divê hin tişt li gorî xwezaya tiştan be. Divê mantiqekî wê hebe. Bi qanûnan tiştan nayê lîstin. Hebûnek heye û tune nabe. Navê vê hebûnê gelê Kurd e. Tu tune bihesibînî, wê refleks nîşan bide. Refleksa gelê Kurd PKK bû. Refleksa gelê Kurd têkoşîna azadiyê bû. Ger ku tu hîna jî bi vê ferasetê nêzik bibî, wê ev refleks her hebe. Îja di nava şert û mercên îro de, ev qas derfet çêbûne ew ê bidome. Ji ber vê ev zîhniyeta ku wekî mejiya dewleta Tirk xwe li ser daye rûniştandin, diyareke ku dewleta Tirk aniye çi rewşê. Anadoliyê bi awayekî giştî kirine goristan. Qira her tiştê anîn, vê jî ji bo xwe wekî pesndayînê digrin dest. Gelê Kurd xwe nake gorê, gelê Kurd dixwaze bijî, wek xwe bijîn, di çarçoveya xwebûyînê de bijîn, wekî Kurd bijîn, bi ziman, çand, dîrok û bi her tiştî xwe bijîn.”

Medya Tirk pêvajoyê berovajî dike

Xebat Andok bal kişand ser nêzîkatiya medya Tirk a li hemberî pêvajoyê û wiha axivî: “Gelê Kurd di vê nuqteyê de bi îdiaya ye û jixwe ji bo vê yekê têdikoşe. Niha behsa ragihandina dewleta Tirk tê kirin, bi rastî jî ragihandina dewleta Tirk e. Ragihandineke bi serbixwe be, doza heqîqetê bike, behsa rastiyan bike, ne cem zaliman be, ne cem zordaran be, li cem rastiyê be, lê mixabin tîştekî wisa tune ye. Bêguman di nav de mirovên baş heye, kêm be jî ragihandineke bi vî rengî jî heye. Lê bi awayekî giştî xwe bi dewletê re girê daye, xwe bi hikûmetê ve girê daye, xwe bi hêzên desthilatdariyê ve girê daye, rewşa wan bi vî rengî ye. Mêzandina dewleta Tirk derbarê Kurd û Kurdistanê de çi be, ew jî bi heman şêweyî didin. Dewleta Tirk ji wan re dibêje biaxive ew diaxivin, dibêje êrîş bike êrîş dikin, dibêje xwe bêdeng bike bêdeng dike. Mînak; par di vê çaxê de dewleta Tirk di kijan merhaleyê de bû û niha di kijan merhaleyê de ye. Bi vê re girêdayî ragihandina bi hikûmet û dewletê re girêdayî, behsa çi dikirin û niha behsa çi dikin. Par di van çaxan de hemû li Başûr bûn, hemû şopdarê çalakiya 11ê Tîrmehê bûn, behsa yekîtiya Kurd û Tirkan dikirin, bi awayekî giştî par çawa bûn û niha çawa ne. Niha wekî ku tîştek tune be, qet behsa çalakiya 11ê Tîrmehê, behsa girîngiya wê, behsa pêvajoyê qet nakin. Ji ber ku xwediyên wan ji wan re gotine xwe bêdeng bikin. Raste tişta radigihînin, lê derewan radigihînin, xirabiyê radigihîne, li gorî zîhniyeta xwediyê xwe tevdigerin. Ji bo vê yekê jî bênirx in, giraniya wan tune ye. Mînak, niha behsa çi dikin, civîna NATOyê li Tirkiyeyê çêbûye, di wir de çi çêbûye, dixwazin têgihiştinekî wisa çêbikin di serê gelê Kurd de ku em ev qas serkeftî ne. Ji sibê heta êvarê propagandaya çekên xwe dikin. Em bala xwe bidin, em behsa pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dikin, lê dewleta Tirk û ragihandina Tirk behsa çi dike, xwe bi çi dinepixîne û pesnê xwe dide? Qala wê dikin bê çawa xizmetê ji hêzên hegemonîk re dikin, peymanên çawa yên çekan bi wan re kiriye, qala wê dikin bê çiqas çek hilberandine. Lewma medyaya girêdayî dewleta Tirk û desthilatdariya Tirk jî, ezmûneke baş dide. Dibe di cîhana wan de ev mîna tişteke erênî were dîtin, lê ji aliyê mirovahiyê, heqîqet, maf, azadî û demokrasiyê de ev rewşeke binpêkirinê ye.”

‘Dewletê destûr neda ku hêzên sêyem çavdêriya pêvajoyê bikin’

Xebat Andok pirsa, “Li gorî we pêdivî bi çavekî sêyem heye? Hêzên ku we behs kiriye, derbarê pêvajoyê de dikarin bi roleke çawa rabin?” bersivand û ev nirxandin kir:

“Rast e. Weke devkî jî be, gelek hêzan memnûniyeta xwe anîn ziman. Ev rewş hem di pêvajoya 27ê Sibatê de, hem jî di pêngava 11ê Tîrmehê de hate dîtin. Bi taybetî pêngava 11ê Tîrmehê bi erênî hate pêşwazîkirin. Helbet ti kes bi eşkere nabêje şer bikin. Her du alî jî vê bi eşkere nabêjin. Ti kes bi eşkere nabêje, Eger Kurd şer bikin, baş e. Tişta ku destek didine, guhertina stratejîk e. Lê di bingehê wê de helbet hêzên ku berjewendiyên xwe di şer de dibînin û hîna dixwazin gelê Kurd şer bikin, hene. Evane bi rengên cur be cur, di medyayê de cih digirin. Lê belê ji vir û şûnde hêzên ku evqas daxuyanî dane, çiqasî beşdarî pêvajoyê bûn? Weke we jî diyar kir, beşdar nebûne. Mirov dikare vê bi du sedeman şîrove bike; ya yekem, dewleta Tirk ev yek zêde nexwest. Yanî bi erênî nêzî meseleya Gelo çavekî sêyem pêwîst e, dikare bi roleke çawa rabe? nebû. Lê bê guman di pirsgirêkên wiha de li cîhanê her tim çavekî sêyem hebûye. Roleke van hêzan jî çêbûye.

Saziyên navneteweyî jî xwestin di vê pêvajoyê de bi rola çavê sêyem rabin. Me jî ev yek bi esasî guncaw didît. Lê dewleta Tirk nêzî vê yekê nebû. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk dizane ku ew çiqasî neheq e. Dizane ku eger çavekî sêyem di pêvajoyê de bi roleke esas rabe, wê neheqî û zextên ku dewleta Tirk heta niha pêk anîne, derkevin holê. Ev çavê sêyem tu bixwazî nexwazî, ji aliyê Kurdan ve wê pozîsyoneke hîn erênîtir bigire. Lewma bi taybetî nexwestin hêzên ji dervey dewletê, tev li pêvajoyê bibin. Nêzîkatiyeke wiha pêş xistin; Bila ti kes nekeve navberê. Em ê li ser esasê têkiliyên xwe yên dîrokî, vê pirsgirêkê bi hêza xwe ya navxweyî çareser bikin. Lewma destûr nedan ku hêzên sêyem tev li pêvajoyê bibin. Bi taybetî ez behsa hêzên derveyî dewletê dikim.

Her wiha ve hêzên navneteweyî, hêzên mezin, hêzên ku cîhanê bi rê ve dibin; ger dewleta Tirk nexwaze jî, ma nedikarîn xwe tevlî vê pêvajoyê bikin? Bêguman dikarîn. Di rastiyê de ew di pêvajoyê de cih digirin; lê wekî ku di pirsa we de jî derbas dibe, roleke erênî nalîzin, naxwazin bilîzin jî. Ji ber ku di eslê xwe de naxwazin pirsgirêkeke wiha bi temamî çareser bibe. Wekî mînak, Rojhilata Navîn çiqas di nav alozî û tevlîheviyê de be, ji bo wan ewqas baş e. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, hesabên wan li ser hemû welat û dewletên Rojhilata Navîn, ku Tirkiye jî di nav de ye, hene. Li ser Kurdistanê jî hesabên wan hene. Gelek hêz naxwazin ku Kurd li welatên ku lê dijîn, pirsgirêkên xwe ligel dewletê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ji ber ku dixwazin li ser meseleya Kurd re, mudaxeleyên ku hewce dibînin, bikin.

Jixwe yê ku pirsgirêka Kurd aniye vê astê, ev hêzên navneteweyî ne. Wekî ku tê zanîn, derketina pirsgirêka Kurd di bingehê de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi polîtîkayên Îngilistan û Fransayê ve girêdayî ye. Berdewamkirin û domandina wê jî bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi polîtikayên DYA, Îngilistan û hêzên mîna wan hatiye meşandin. Nexwe, gelo ev hêz bi rastî dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe? Di vê qonaxê de, di vê pêvajoyê de bi rastî dixwazin rolekê bigirin ser milên xwe? Na, ew naxwazin pirsgirêk çareser bibe. Ji ber vê yekê amadebûna wan a di pêvajoyê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê ye. Loma wekî di derketina pirsgirêka Kurd de, di berdewamiya wê de jî îro hêzên hegemonîk hîn jî roleke neyînî dilîzin. Ji ber ku ev hemû bi berjewendiyên wan ve girêdayî ne.

Dixwazin di ser dewleta Tirk re, Kurdan bikar bînin û dewleta Tirk bitirsînin, terbiye bikin. Dixwazin Kurdan li gorî berjewendiyên xwe, di çarçoveya polîtîkayên xwe de bixin nav rol û misyonekê. Bi kurtasî, rêya rast a çareseriya pirsgirêka Kurd ev e: Divê Kurd karibin pirsgirêkên xwe ligel dewletên ku pê re dijîn, bi xwe û bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ji bo vê yekê îradeyeke wiha di nav Kurdan de heye. Ev îrade di van dewletan de tune ye. Wekî mînak dewleta Tirk, wekî ku me berê jî gotibû ne amade ye ku hebûna giştî ya Kurdan qebûl bike, Kurdan binase, mafên wan ên ku heta îro ji destên wan hatine girtin û xespkirin îade bike û mafê gelê Kurd ê xwe îfadekirin û xwe rêxistinirinê qebûl bike. Sedema berdewamiya pirsgirêkan ev e. Dîsa jî, çareseriya rast û tiştê ku dê pêşiya hemû xetereyan bigire ev e: Kurd karibin pirsgirêkên xwe ligel dewletên li herêmê bi rêyên aştiyane çareser bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanEndamê Konseya Rêveber a KCKê Xebat Andokpêşnûmeya qanûna çarçoveyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

12 TÎRMEH 2026
Ji bo pêvajoyê hefteya krîtîk: Çav li Îmraliyê û qanûna çarçoveyê ye

Ji bo pêvajoyê hefteya krîtîk: Çav li Îmraliyê û qanûna çarçoveyê ye

11 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

11 TÎRMEH 2026
Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

11 TÎRMEH 2026
Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

9 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo NATOyê sedan kesî bi îşkenceyê binçav kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ziyareta ‘Bavê Hazir’ jî di bin metirsiya madenê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sayîde Ulugana: Ew teslîm nebûn, çekên xwe bi destên xwe şewitandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nêçîrvan Barzanî peyam şand Newroza Amedê: Çarenûsa Kurd û Tirkan yek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 21 sal in ‘Rêwîtiya Rojê’ ya Amarayê didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (314)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne