• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Amedê ji xizmeta şaredariyê bi gazinc in

Amed / AW

14 MIJDAR 2025 - 09:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nêzî du salan e hê jî hewl dide bermayiyên qeyiyamn li pey xwe hiştiye çareser bike. Tevî hewldanê şaredariyê jî hê jî gelek kêmasiyên di warê xizmetguzariyê li bajêr de hene û welatiyên Amedê ji ber van kêmasiyan ji şaredariyê bi gazinc in.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Mijdara sala 2016an heta Nîsana 2024an bi destê qeyiman hatibû birêvebirin. Qeyiman gelek bêûsliyên û diziyan li li şaredariyê kiribûn. Her wiha qeyiman xizmetek têr û tije û bi dilê gel nekir. Tevî ku qeyiman dizî dikir û xizmetguzariyê ji gel re nedikirin lê ji wezîfeyê jî nedihatin girtin û derbarê wan de tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Hê jî gelek bermayiyên qeyiman li bajêr ji holê nehatine rakirin û rûxandina ku qeyiman kiribû niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ji holê tê rakirin.

Di Hilbijartina Xwecihî ya Adara 2024an de DEM Partiyê bi rêjeyek mezin dîsa bi ser ket û ev nêzî du salan e her çiqas hewl dide pirsgirêkên li bajêr çareser bike û xizmetguzariyê ji bo gel bike jî lê belê kêm dimîne. Li Amedê û li gelek navçeyên wê yên navendî li gelek deveran peyarê û cihên ku erebokên zarokan nikarin têde bimeşin hê jî xerabûyînê û nayên çêkirin. Parka Rojava ya li navçeya Peyasê 8 meh in şaredarî çêkirina wê daye îhaleyê lê ev tevî ewqas dem derbas bû jî hê jî park nehatiye çêkirin. Welatiyên ku dikanên wan nêzîkê parkê ne ji vê rewşê gelek bi gazinc in. Di heman demê de ew xêzên ku li ser peyarêyan in, ji bo ku kesên astengdar li serê biçin û bên hê jî nehatine çêkirin.

Dar ji cihê wan hatine rakirin

Her wiha li Cadeya Yenîyolê ya ji Xaçerêya Kantarê ku heta semta Dîclekentê diçe, ev çend meh in çêkirina wê bi dawî nebûye. Beriya ku ev cade were çêkirin gelek dar lê hebûn û ev dar hatine rakirin û hê jî dar nehatine çandin. Li gorî gotinên welatiyan darên hatine rakirin birine Parka 75an a li navçeya Peyasê.

Ji ber van kêmasiyan welatiyên Amedê bi gilî û gazinc in û banga çareserkirina van kêmasiyan li şaredariyê dikin.

Welatî bi gazinc in

Welatiyên ku nexwest in navên xwe bidin anîn ziman ku du sal in şaredarî ketiye destê DEM Partiyê lê hê jî kar û xebatên xwe bi rêk û pêk nekirine û gotin: “Li taxa me 8 meh in şaredarî dest bi çêkirina parkê û peyarêyan kiriye, lê hemûyan jî wisa nîvco hiştiye û naxebitin. Li ser pêyarêyan ne erebokên zarokan têne ajotin û ne jî kesên astengdar nikarin bimeşin. Gelek caran erebeyên ku li ser cadeyê de diçin, em ji ber dûmana wan nikarin deriyên dikanên xwe vebikin. Dema ku dibe zivistan jî her der dibe herî û qirêjî dibe. Her dema ku ev peyarêyên ku têne çêkirin jî li ser hemûyan toza betonê rijandine. Ew hemû jî dibe asbest. Ev asbest jî hemû dibe sedema nexweşiyan.

Ji ber xebat nîvco maye, dikanên me hatine dagirkirin. Ne welatî dikarin bi hêsanî bimeşin û ne jî dikarin zarokên xwe derbixin derve. Em gelek caran bi vê rezaletiyê re rû bi rû dimînin. Lê mixabin tu kes dengê me nabihîze. Em çend caran çûn şaredariyê jî ji me re dibêjin ‘ha vê hefteyê ha hefteyek’. Ev 8 meh bi ser re derbas bûn hê jî neqediyaye. Rewşa ku niha em têde ne, ne tu rewş e. Em daxwaz dikin ku demildest şaredariya me van pirsgirêkan çareser bike da ku em ji vê rewşê xelas bibin.”

Ji ber rûxandinên qeyiman xebat têr nake

Têkildarî mijarê me xwe gihand Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Peyasê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Her du şaredariyan jî gotin ku ev du sal in ew xizmetguzariya dikin lê ji ber kêmasî û rûxandinên qeyiman xebata dikin jî têr nake. Şaredariyan diyar kir ku gilî û gazinc in welatiyan mafdar dibînin û ew ê hewl bidin di demek nêzik de pirsgirêkan çareser bikin.

Etîket: Saredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne