• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

Wan / AW

19 HEZÎRAN 2026 - 18:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di panela “Wêje û Şoreş” de ku di çarçoveya çalakiyên “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” hat lidarxistin, Nizam Karaagar ê ku 30 salan di girtîgehê de maye, behsa rola wêjeyê kir û got: “Îro wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku tu partî û tu îdeolojî nikare li hemberî wê rabe.”

Di çarçoveya çalakiyên “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşba ya Wanê û Komeleya Nivîskar û Wêjevanên Serhadê (KURDÎWAR) ve tê organîzekirin,du panel hatin li dar xistin. Panela ewilî bi navê “Di Wêjeya Kurdistanê de Cîhê Wanê” hat li dar xistin û nivîskarên Erdîşî Mûhtûllah Dag, Salih Serhedî û Mahmût Çelebî weke axiver tê de cîh girtin. Di panela “Wêje û Şoreş” de jî nivîskar Nîzamettîn Ozturk û Nizam Karaagar ê ku 30 salan di girtîgehê de mabû, axaftin kirin.

Panela bi sernavê “Di Wêjeya Kurdistanê de Cîhê Wanê”  bi axaftina nivîskar Mûhtûllah Dag dest pê kir û Mûhtûllah Dag behsa şaristaniyên ku li Wanê hatine avakirin kir. Mûhtûllah Dag bal kişand ser şaristaniya Urartûyan û got: “Dema ku mirov behsa çand û şaristaniya Wanê dike, divê mirov behsa Urartûyan bike. Ji ber ku Urartûyan li vir demeke pir dirêj serwerî kirin. Urartû bi xwe jî xanedaniyeke Hurriyan bûn. Dema ku Asûriyan Împaratoriya Mîtanî hilweşand, gelên ku ji zext û komkujiyên wan reviyan û ber bi rojhilat ve koç kirin, ji aliyê Asûriyan ve wekî ‘Nahîrî’ hatin binavkirin. Ev gelên ku çand û şêwazê jiyana wan dişibiyan hev, li dijî dagirkeriya Asûriyan bûn yek û di bin serokatiya Qral Sardûrî de bajarê Tûşpayê wekî paytext ava kirin. Ev yekîtî paşê di serdema Mediyan de jî bi şêwazê konfederasyonê hebûna xwe domand.Gelek gotegot hene li ser Urartûyan. Heta niha gelek kesan îddîa dikir ku Urartû proto-Ermenî ne. Lê îro belgeyên dîrokî berevajiya vê yekê nîşan didin.”

Paşê dîroknas û nivîskar Salîh Serhedî axivî û behsa çanda dengbêjiyê ya li Kurdistanê kir. Serhedî diyar kir ku Kurdan dîrok, hest û rûmetên xwe bi çanda dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşê din kirine.

Nivîskar Mahmut Çelebî jî bal kişand ser dîroka perwerde û ronakbîriyê ya li Kurdistanê û bi taybetî behsa medreseyên li herêma Serhedê û perwerdehiya li wir kir. Mahmût Çelebî wiha axivî: “Dema ku hêza mîrektiyan kêm bû û hêdî hêdî ji nav çûn, medrese ketin bin kontrola terîqet û cemaatan. Piştî ku ketin destê wan, dersên zanist, endezyarî û bijîşkiyê ji medresan hatin rakirin. Di medresan de tenê fiqha Îslamê, dersên olî û rêzimanê Erebî hatin pêşxistin. Piştî vê yekê cîhana ramanê paşve çû, zanist qels bû û ronesansa ku di cîhana Îslamê û civaka Kurd de pêş diket, bi dawî bû. Mixabin îro jî li Kurdistanê bi hezaran medrese di bin kontrola cemaatan de ne û vê sîstemê ji nû ve hildiberînin.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Di panela bi navê “Wêje û Şoreş” de jî pêşî nivîskar Nîzamettîn Ozturk dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser perwerdehiyê ku dibêje “Divê her mal bibe dibistanek”. Nîzamettîn Ozturk destnîşan kir ku bingeha wêjeya şoreşgerî û hişmendiya neteweyî ya Kurdî di dîrokê de bi Ehmedê Xanî dest pê dike û got: “Her kes berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî tenê wekî pirtûkekî ku ji bo evîndariyê hatiye nivîsandin dizane. Lê rastî wisa nîne. Xanî ev berhem tenê ji bo çîrokeke evînê ya xwerû ava nekiriye. Armanc û xwesteka Ehmedê Xanî ya bingehîn ew bû ku parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî desthilatdarên serdest bibin yek. Ew xet, xeteke şoreşgerî û avaker e.”

 ‘Wêje muxalefeteke wisa dike ku tu partî û îdeolojî nikare bike’

Piştre Nizam Karaagar mafê axaftinê girt û bal kişand ser rûpelên pênûsa azad û mînakên dîrokî yên wekî Homeros û Dengbêj Şakîro. Nizam Karaagar ev yek got: “Em bixwe nikarin di jiyana rojane de li dijî sîsteman hin tiştan bi hêsanî bibêjin, lê helbestvan û dengbêjên wekî Ehmedê Xelîl, Homeros an jî Dengbêj Şakîro dikarin her tiştî li ber çavan raxin. Çima? Ji ber ku bingeha wan li ser ‘gotinê’ hatiye avakirin. Di destpêka Încîlê de jî tê gotin ku ‘Ewilî gotin hebû’, di Qurana Pîroz de ferman ‘Bixwîne’ ye û di Tewratê de jî her tişt bi gotinê dest pê dike. Îro edebiyat muxalefeteke wisa xurt dike ku tu partî û tu îdeolojî nikare li hemberî wê rabe. Mînak, Homeros di berhema xwe ya İlyadayê de xwedawendên Yewnanî bixwe jî rexne dike û hîleyên Zeus belavî mirovahiyê dike.”

 ‘Wêje wekî manîfestoya dawî pirsê dike: Kujer kî ye?’

Nizam Karaagar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser erka edebiyatê ya eşkerebûna rastiyên veşartî û maskeyên desthilatdaran û got: “Edebiyat di her serdemê de pirsên herî bingehîn dakeşîne û dipirse, ‘Kujer kî ye?’ Em gava li manîfestoya dawî ya Rêbertiyê dinêrin, dibînin ku sîstema ramanî rûmeteke nû dide gotinê û maskeya kujeran yek bi yek dixe. Ew kujerên di dîrokê de carna di rola sekreteri de, carna di rola berpirsyarekî herêmî de, carna mîna rêberekî pir nerm û dilovan xwe nîşan didin, lê di eslê xwe de kujer in û xwe veşartine. Erka pênûsa şoreşger û edebiyatê ew e ku li pey van pirsan bibe, maskeyan biçirîne û rûyê tarî yê desthilatdaran di dîrokê de zelal bike.”

Etîket: ojên Wêje û PirtûkanpenalWanwêeWêje û Şoreş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

9 TEBAX 2026
Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

31 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne