Wan – Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê parêzer Veysî Guneş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de da zanîn ku helwesta dewletê ya li ser kodên ewlehiyê bêbaweriyê çêdike û wiha got: “Ger Kurd di navbera xwe de tifaqeke demokratîk çênekin, nikarin mafê xwe bistînin û nikarin vê pêvajoyê bigihînin encamê.”
Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê re salek û 8 meh derbas bû. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê gavên şênber avêtin û xwe fesix kir jî hê dewletê berpirsiyarên xwe neaniye cîh û ji bo demokratîkbûnê tu guhertin pêk nehatiye. Ji ber gavên şênber ji bo pêvajoyê nayên avêtin û pêvajo bi giranî tê birêvebirin, dilgiraniyek mezin di nav gelê Kurd de çêdike. Gel û hemû beşên civakê li bendê ne ku hikûmet tavilê gavan biavêje.
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Bajarê Wanê parêzer Veysî Guneş ku nû hate hilbijartin, derbarê pêvajoyê de axivî û bal kişand ser helwesta dewletê ya li ser kodên ewlehiyê, xetereyên pêvajoyê, pêwîstiya garantiyên hiqûqî û giringiya yekîtiya neteweyî.
‘Dewlet bi kodên ewlehiyê nêzîk dibe, pêvajo qerisî ye’
Veysî Guneş destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan jî mijara aştiyê girîng e, lê dewlet hê jî bi kodên xwe yên kevn ên ‘ewlehîperest’ nêzîkî pêvajoyê dibe. Veysî Guneş da zanîn ku heke bixwazin ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, divê dewlet hebûn, ziman û çanda gelê Kurd bi awayekî rasterast nas bike û wiha got: “Lê di rewşa heyî de ji ber ku ji bo vê pêvajoyê garantiyên hiqûqî nayên dayîn û dewlet gavên berbiçav navêje, ev pêvajo hinekî sekiniye, qerisî ye.”

Xetereyên pêvajoyê û pirsgirêka baweriyê
Veysî Guneş hişyariyên girîng li ser xetereyên pêvajoyê kir û du xetereyên sereke anî ziman û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Xetereya ewil bêbaweriya civakê ye. Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve divê civak tev li bibe û xwedî lê derkeve, lê ji ber kiryarên dewletê baweriya gelê Kurd ya ji pêvajoyê qels dibe. Çiqas ev pêvajo dirêj bibe û bi mekanîzmayên hiqûqî neyê misogerkirin, hêzên li dijî aştiyê dikarin provokasyonan li pêş bixin. Dewlet tenê dixwaze hêzên çekdar tasfiye bike, lê heke armanc tenê ev be, ev yek dê pirsgirêkên mezintir derxe holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gelek caran ev hişyarî kirine.”
‘Daxwaza sereke ya gelê Kurd azadiya fîzîkî ye’
Veysî Guneş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo pêvajo nexitime fedakariyeke mezin kirine, lê heta niha ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatine avêtin û wiha pê de çû: “Dema ku em li nava civakê digerin, tişta herî berbiçav ku dikeve pêşiya me ev e ku divê Rêber Ocalan demildest azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Guhertina cihê wî helbet tişteke erênî ye, lê tenê guhertina cih nayê qebûlkirin.”
Girîngiya tifaq û yekîtiya demokratîk
Veysî Guneş da xuyakirin ku Abdullah Ocalan jî ji gelê Kurd tifaq û yekîtiyê dixwaze û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser vê tu nîqaş nîn e. Ger Kurd di navbera xwe de tifaqeke demokratîk çênekin, nikarin mafê xwe bistînin û nikarin vê pêvajoyê bigihînin encamê. Divê gelê Kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û bi vê tifaqê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.”












