Li tesîsa masiyên deqsor a li navçeya Payîzavayê di salekê de 100 ton masî tên hilberandin. Xwediyê tesîsê Reşat Yilmaz anî ziman ku ji bo tendirûstiyê divê masiyên mezin di nava tesîsên xwezayê de bên xwedîkirin.
Li navçeya Payîzava ya Wanê di sala 2010an de tesîsa masiyan li ser 25 donum erd hatiye avakirin. Di tesîsê de masî bi rêyên xwezayî tên hilberîn, zêdekirin û ji bo xwarinê tên amadekirin. Di tesîsê de masiyên deqsor (sorbelek-alabalik) tên xwedîkirin û di xwaringehê de ku li ber tesisê ye, ji bo xwarinê tên amadekirin. Gelek welatî jî ji ber fêdeyên wê yên tendurîstî him ji bo çêkirina li malê him jî ji bo seyranan, van masiyan distînin.
Xwediyê tesîsê Reşat Yilmaz anî ziman ku ev 16 sal in li tesîsê karê masîvaniyê dikin û bi bîr xist ku ew di nava salekê de hilberîna 100 ton masî dikin. Reşat Yilmaz da zanîn ku di nava tesîsê de cîhê make masî, têjikan, yên ji bo xwerinê û cîhê hilberînê cuda cuda hene û got: “Di nava salekî de hêk dibin masiyên mezin. Di rojekî de em 7-8 torbe xwarindidin masiyan û torbeyê xwarina masiyan di nava 2 hezar 500 û 5 hezar lîreyan de ye. Xwarina her cure mesiyan cuda cuda ye. Tesîsa me li ser 25 donim erd hatiye çêkirin, ji 12 wezaretan destûra me heye û restoranta me jî heye. Welatî ji navçeyên nêzîk û navendê jî ten ji xwe re dibin.”
Ji ber kêmbûna avê masî kêm bûne
Reşat Yilmaz destnîşan kir ku wan ji bo ji çemê di nava erdê wan de derbas dibe hilberînê bikin dest bi hilberîna masiyan kiriye û wiha pê de çû: “Ewil me bi hilberîna 49 ton masiyan dest bi kar kir û di nava 2-3 salan de ev hilberîn bû 100 ton masî. 2-3 salan ava me kêm bû û me di wê pêvajoyê de nêzî 100 hezar lîre zerar kir. Di tesîsa me de masî nemabûn. Lê îsal ava me baş bû û me careke din ji serî ve dest pê kir.”
‘Divê masî di nava betonê de neyên xwedîkirin’
Di dawiya axaftina xwe de Reşat Yilmaz got ku ew têjikan di nava betonê de xwedî dikin ku nemirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Neçarî em masiyên hûrik di nava betonê de xwedî dikin. Masiyen me ji sedî 50 xwezayî ne. Em di nava salekê de 2-3 caran tesîsê ji ber qevzê paqij dikin. Cîhê têjîkan ji neçarî beton e, lê yên masiyên mezin ax e ankû xwezayî ye. Heke masî di nava betonê de bên hilberîn, tama wan nexweş dibe. Gava ku têkiliya masiyan bi axê re çêdibe, tama wan zêde dibe. Em di rojekî de 3 danan xwarinê didin masiyan. Me ji bo ava masiyan taybetî jî ya têjikan paqij bigirin, pergala fîltre çêkiriye û wisa zêdetir bi tendirûst e. Divê masiyên mezin ji bo tama wan xweştir be û bi tendirûstîtir bin, di nava axê ankû xwezayê de bên xwedîkirin.”











