• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Em komkujiya li Rojava qebûl nakin  

Mêrdîn / AW

20 ÇILE 2026 - 15:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, anî ziman ku hemû cîhan li dijî kurdan bûne yek û wiha got: “Cîhan tev bûne yek û li ser Rojava komkujiyê pêk tîne. Dem dema yekîtiyê ye. Binxet û serxet tune ye. Dem dema tifaqê û yekîtiyê ye. Divê 50 milyon kurd êdî bibin yek.
Hevserokên DEM Pariyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari bi boneya komkujiya li ser Rojava şermezar bikin civîna xwe ya komê li ser sînorê Nisêbînê li dar xistin. Bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûn. Piştî meşê Hevserokan civîna xwe pêk anî.
Ewil Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û helwesta medya tirk şermezar kir û got: “Di serî de medya tirk û hawiz gel şaş agahdar dike. Dibêjin Rêveberiya Rojava li gorî peymanê tev negeriya. Ji kok ve ev derew e. Yên ku vê peymanê binpe dikin çete ne. Komên selefî yên ku hêzên navdewletî piştgiriyê didin wan in.”
Girseyê axaftina Tulay Hatimogullari qut kir û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.
‘Li Sûriyeyê Kurd tên qetilkirin, Êdî bes e’  
Tulay Hatimogullari anî ziman ku li li Sûriyeyê rageşî û şer didome û wiha berdewam kir: “Lê wekî ku HSDê li dijî Tirkiyeyê şer daye destpêkirin bertekan nîşan didin. Yên dibêjin em xwişk û bira ne, yên destê xwe dirêj dikin, Kurdan wekî welatiyan nabînin. Rayedarên hikûmetê daxuyaniyê dide û dibêje HSD darbeyê li pêvajoyê dixe. Ev kesana pêvajoyê berovajî dikin. Serokkomar Erdogan dibêje, ‘Ez HTŞê pîroz dikim. Em ji Erdogan dipirsin. Gelo ji bo HTŞ kurdan qetil dike tu wan pîroz dike. Tu çi pîroz dike. Bi salan e em dibêjin aştiya navxweyî pêş bixin. Lê di van rojên ku em qala aştî û aramiyê dikin. Li Sûriyeyê kurd tên qetil kirin. Yên ku hestên kurdan fam nekin, nikarin aramiyê pêş bixin. Kurd îro li ser piyan e. Ji 7 salî heta 70 salî tev li ser piyan e. Yên ku pêvajoyê xera dikin hûn nin. Dest ji vê xerakirina pêvajoyê berdin. Êdî bes e. Êdî bes e.”
Girseyê dîsa dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir û axatina Tulay qut kir.
‘HTŞê bi deh hezaran welatî kuştin’
Tulay Hatimogullari, hedefgirtina Hevserokê TEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Gulistnan Koçyigit jî şermezar kir û got: “Em dibêjin hûn xwe bi xwîn û şer xwedî dike. Em dibêjin gelo heta çend kurd bên kuştin dê wîcdanê re rehet bibe. Em destûr nadin ku hûn Hevserokên me û wekilên me bikin hedef. Îro li Sûriyeyê Rêveberhiya Şamê ji roja hatiye ser kar heta niha li Laskiye, Şam û bajarên din elewî û durzî tên kuştin. Piştre xwişk û birayê me yên Elewî hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Niha dixwazin li Rojava komkujiyê pêk bînin. Em bi hevre bêjin “Ji Komkujiya Rojava re na.” Em bi hevre li dijî komkujiyê rawestin.”
‘Silav ji jin û têkoşîna demokratîk û jina berxwedêr re’ 
Tunay Hatimogullari, destnîşan kir ku li pişt van komên çete û êrîşkar heza navneteweyî heye û got: “Em dizanin li dijî Kurdan û Rojava  komployeke din di meriyetê de ye. Em ji serî de dibêjin, bila Tirkiye bi vîna siyasî ya Rojava û Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Lê we her tim xwe paşeve kişand. Li şûna wê kurdan qetil dikin. Divê her kes bizanibe ku Kurdên Rojava ne bi tenê ne. Em bang li hemû cîhanê û hêzên nanvdewletî û parazvanên mafên mirovan û kesên li dijî komkujiyê dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku komkujiya li Sûriyeyê rawestin. Em bang li hemû rewşenbir, rojnameger, nivîskar û hemû beşên civakê û yên demokratîk dikin. Em bi hevre li dijî vî şerî derkevin û ji vî şerî re bêjin bes e. Ji bo me Rojava azadiya jinê ye. Rojava dijberiya DAIŞê ye. Rojava têkoşîna demokratîk e. Silav ji Rojava re. Silav ji jinên Berxwedêr re. Bi hezaran slav.”
Kurd tu carî teslîm nabin
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û wiha got: “Tenê partiya ku car caran civînên xwe li bajarên din li dijî nehehî û bêhiqûqiyê dike partiya me ye. Yên ku ev roj ava kirine em wan şermezar dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî heye. Komên selefî bi dehan jin û zarokan dikujin. Yên van koman diparêzin, hêzên navdewletî wan diparêzin. Li Rojava Kurd bi tenê ne. Lê cîhan tev bûne yek. Cîhan li dijî Kuradan komkujiyê dikin. Dixwazin Kurd bê ziman, bê çand û bê ziman bijîn. Em wekî duh îro jî, li gel gelê Rojava yên ku ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin in.”
Rojava hêvî û berxwedan e 
Tuncer Bakirhan, da zanîn ku wekî duh îro jî li tenişta civaka durzî û elewî radiwestin û wiha berdewam kir: “Rojava ne tenê parçeeyekî axê ye. Di heman demê de Rojava hêvî, berxwedan e. Em destûrê nadin hûn wê heviyê bikujin. Em ê careke din biqîrin ku ji bo yekîtiya gelan têbikoşin.”
Tuncer Bakirhan, helwesta dewletê ya înkar û îmhayê bi tundî rexne kir û wiha berdewam kir: “Dibêjin bila kurd bi zimanê xwe neaxivin. Bi zimanê xwe perwerde nebin. Dibêjin bila Kurd teslîm bibin. Lê em destûr nadin ku gelê me yên li Rojava bêrûmet bijîn. Yên ku dixwazin Kurd bê ziman, bê nasname bijîn em ji wan re dibêjin dest ji vê hewldanên xwe berdin. Rejîmê li Helebê kemîn danî. Kemîneke bêbext pêk anî. Piştî şervanan xwe paşve kişand. Kurd qetil kirin. Yê ku peymana 10ê Adarê binpê kir, Şara û Şam e. Lê bila her kes baş zanibe ku heta yek kurd hebe dê vê dijminantdiya li dijî Kurdan ji bîr nekin.”
‘Kurd hezar salan teslîm nebûn niha jî teslîm nabin’ 
Tuncer Bakirhan da zanîn ku beyî şerm bikin dibêjin kurd û tirk xwedî qederek in û wiha lê zêde kir: “Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din komkujiyî dikin. Li Rojava qetil dikin. Dest ji vê dirûtiyêberdin. Dewlet Bahçelî qala yekîtiya qederê dike. Em dibêjin yekîtiya qederê wer nabe. Yên ku kurdan dijmin dibînin nikarin qala yekîtiya qederê bikin. Erdogan dibêjin qewm nexweşiye. Ka qewmtî. Hûn dibêjin rûmeta kurdan. Lê eger hûn qala rûmeta kurdan dikin, çima dema selefî û îslamîst serê jinên kurd jê dikin û wan dikujin, tu dengê xwe nake? Kurd hezar sal in teslîm nebûn, ji niha û şûnde tu carî teslîm nabin. Hemû kesên dibêjin kurd bê nasname û statu, rîyakar in. Li aliyekî hûnê bêjin xwişk û biratî, li aliyê din hûnê bibêjin bê nasname û statu. Êdî bes e. Aştî ji bo her kesî dide qezeckirin. Li Tirkiyeyê 25 milyon kurd hene. Kurd vê yekê qebûl nakin. Di vê saeta ku em civîna xwe dikin de êrîşî ciwanan dikin. Tu kes nikare vê xwinê zuha bike û bişo.
Roj roja yekîtiyê ye 
Ez bang li 50 milyonan kurdên li cîhanê dikim. Roj roja yekitiyê ye. Roj roja hevgirtin û tevgirtinê ye. Em dikarin bi piştevanî û yekîtiye dikarin rê li pêşiya komkujiya van selefiyan bigirin. Li dijî kesên ku dixwazin kurdan tune bikin, bibin yek. Bahçelî dibêjin HSD kurdan temsîl nakin. Tu nikare biryara vê yekê bide. Tu kes testûr nade ku tu bibêje kî kê temsîl dike. Ev ne erka te ye. Li rojava komkujî heye. Erka me ewe ku em vê komkujiyê rawestînin.  Kurd diwazin wekî mirovan bijîn.”
 Dema axaftin dihat kirin bi deh hezaran girse meşiyan ser sînor.
Etîket: DEM PartîNisêbînTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne