• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Em ê bi hev re di nava wekheviyê de bijîn

Dîlok / AW

7 SIBAT 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku hem li Rojava û hem jî li Bakur rewşa wan bi heybet e û wiha got: “Tu kes nikare xwişk-biratiya gelê Kurd û Tirk hilweşînê lê em ê bi maf û hebûna xwe bi hev re bijîn. Em ê bi zimanê xwe bi hev re bijîn.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan re li oteleke navenda Dîlokê civîna gel a Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên civakî, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî ên Dîlok û navçeyên wê, parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca jî tevlî civîna gel bûn. Di civîna gel de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bjî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Civîna gel ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de girse bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kir.

Piştî rêzgirtinê hevserokê DEM Partî yê Dîlokê Fesîh Yeşîl axivî û diyar kir ku wan ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji gel re bidin fêmkirin civîna gel li dar dixînin.

Piştre jî endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partiyê Mehmet Bozgeyik diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye û ji bo aştî û demokrasiyeke mayînde ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Rewşa me bi heybet e’

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku ew ji bo hem pêvajoya li Tirkiyeyê destpêkiriye û hem jî li ser rewşa Rojava ji bo gel agahdar bikin civîneke bi vî rengî dar dixînin û got ku bila tu kes xeman nexwin rewşa wan bi heybet e. Tuncer Bakirhan bertek nîşanî operasyonên li dijî ESPê da û wiha got: “Em jî dibêjin ew çi nakokî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê demildest hevalên me yên ESPê bên berdan û hişê mirovan şîlo nekin. Li şûna hûn ê hevalên ESPê bigirin yên ku di erdhejê de bûne sedema mirina ew qas welatiyan bigirin. Em bang li desthilatê dikin ku dev jî van polîtikayan berdin.”

‘Birêz Ocalan ji roja destpêke ve di nava hewldanan de bû’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên Rojava û wiha pê de çû: “Ev meheke ku em hemû bi fikar in. Em van êrişan qebûl nakin. Gelê me jî li çar aliyên welat qebûl nekir. Gelê Kurd û dostên Kurdan li her derê rabûn ser piyan û gotin em nahêlin komkujî pêk were. Hezar carî em spasiya hemû kesên ji bo Rojava li ser piyan bûn dikin. Rojava ne bi tenê ye. Rojava Amed e. Rojava Silemaniyê ye. Rojava Kurd e, Tirk e, karker e. Em spasiya hemû pêşengên Kurd ên ji bo Rojava di nava hewldanan de bûn dikin. Spasiya herî mezin jî ji bo birêz Abdullah Ocalan dikin. Ji roja destpêke û heta niha birêz Ocalan di nava hewldanan de bû. Ji HSDê re got ku bi Şamê re di nava diyalogê de be. Ji Şamê re jî got ku Kurdan qetil nekin. Ji Enqereyê re jî got nekevin nav plana komkujiya li dijî Kurdan. Ji me re jî got ku xwedî li Rojava derbikevin. Peymana 30ê çileyê jî mafê gelê Kurd misoger kir. Kurd ne tenê li Rojava dê bibin hevparê rêveberiya Şamê jî. Hem dê xaka xwe rêvebibin û hem jî ji bo Sûriyeyeke demokratik têbikoşin. Divê êdî em xwedî li wê peymanê derbikevin û ji bo hikûmeta Şamê li gor peymanê tevbigere di nava hewldanan de bin.”

‘Em ê bi hev re di nava wekheviyê de bijîn’

Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û peywira wan ew e ku di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurd çareser bibe, Kurd mafên xwe misoger bikin û Tirkiyeyê jî demokratik bikin. Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew alîgirên aştiyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû kes piştgiriya vê pêvajoyê bike. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Berdana girtiyên siyasî deynê stûyê me ye. Li meclisê komîsyonek ava bûye. Komîsyon jî em nizanin çima lê berê xwe dabû Rojava û li benda geşedanên li wir bû. Niha li wir sererastkirinek heye divê komîsyon jî berê xwe bide demokratîkkirina vir. Divê komîsyon di rapora hevpar de cih bide mafê hemû gelan. Li Dîlokê Kurd û Tirk bi hev re têkoşiyan. Lê çima Kurd nebin xwedî maf. Tu kes nikare xwişk-biratiya gelê Kurd û Tirk hilweşîne û em ê bi maf û hebûna xwe bi hev re bijîn. Em ê bi zimanê xwe bi hev re bijîn. Zimanê me Kurdî ye divê zimanê me qebûl bikin. Em ê bi hev re wekhev û di nava demokrasiyê de bijîn. Divê em rêxistina xwe jî xurttir bikin. Divê gelê me yê Dîlokê jî ji bo rêxistinkirinê seferber bibe.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

   

Etîket: Bakirhancivîna gelDîlokPervîn Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe

27 HEZÎRAN 2026
MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

25 HEZÎRAN 2026
‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

24 HEZÎRAN 2026
Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

24 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

22 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne