• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Hefteyek e hîna bersîva me nehatiye dayîn

AW

3 KANÛN 2024 - 16:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari xwest di vê pêvajoya bi aloz de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava û got: “Sêşema borî Tuncer Bakirhan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kiribû. Lê hêj bersîv nehatiye dayîn.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma meclisê ya heftane ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Endamên şandeya navneteweyî yên bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan jî tevli bûn. Tulay Hatîmogullari, bi boneya 3yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got ku dê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.

‘Pergalek nû tê avakirin’

Tulay Hatîmogullari, bal kişand ku krîza ji ber pergala kapîtalîst roj bi roj kûrtir dibe û got: “Ji bo ji vê krîzê xelas bibin tifaq û komên nû tên avakirin. Rageşiyên ji ber şerên bazirganiyê, xetên enerjiyê, hevrikiya jeopolîtîk û hwd. roj bi roj zêdetir dibin û di vê aloziyê de li Rojhilata Navîn şikestineke mezin çêdibe. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû li ser bêpergaliya heyî tê avakirin û vê yekê ji Helebê heta Til Rifet û Şehbayê pêla koçberiyê daye destpêkirin.”

Tulay Hatîmogullari, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber şerê çend rojên dawî bi deh hezaran kes ketin riyên koçberiyê. Hê hubra peymana Îsraîl-Lubnanê ziwa nebûbû, li Sûriyeyê şer dest pê kir. Rêxistina Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku li tevahiya cîhanê weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û SMOyê, êrişî hinek cihan kirin. Weke ku tê bîra we, SMO ew rêxistine ku Tirkiye ji lojîstîkê heta mûçeyên wan her tiştê wan pêşwazî dike ye. Em dipirsin; HTŞ, SMO, El Qaîde û DAIŞ şerê wekaletê yê kê dikin? Em li benda bersiva van pirsan in. Ketin yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê, Helebê. Ev çeteyên şerê wekalatê dikin, hewl didin bi darê zorê van bajaran talan bikin.

‘Divê îqtîdar dersê bigire’

Êrişên çeteyan ên li dijî Til Rifetê jî didomin. Me di sala 2011’an de jî li vê fîlmê temaşe kiribî. Em niha li sehneyên nû yên fîlm temaşe dikin. Hevkêşeya şerê Rojhilata Navîn, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha veguherî rewşeke tevlihev. Ketina rewşa Lubnanê, Tirkiye jî di nav de ji bo hemû welatên herêmê xeter e. Ji zihniyeta ku bi çavên fethkirinê li herêmê dinêre û aştiya xwe ya navxweyî taloq dike; diyar dibe ku dê mîna Lubnanê bibe. Hêvîdar in ku îqtîdar ji vê rewşê bo xwe dersan bigire.

Ez bang li aqilmendên dewletê dikim; hûn bi tevlibûna şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an re bûn parçeyeke hilweşînê. Nekevin pey tiştên nû. Hêzên xwe yên wekîl neşînin qadê. Dev ji xeyalên xwe yên Osmaniya nû berdin. Heta ku hûn wiha bikin dê vî welatî ber bi karesatê ve biçe. Di vê pêvajoya aloziyê de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava. Li Rojhilata Navîn hesabên malê û yên sûkê hev nagirin.

HTŞ’a ku xwedî pratîk û zihniyeta DAIŞ’ê ye, ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo Tirkiye û hemû cîhanê xeter e. DAIŞ û baskên wê, HTŞ, SMO û rêxistinên din weke tiştên nû bin pêşkeşî me nekin. Em wan ji El Qaîdeyê, El Nusrayê û ji DAIŞ’ê baş nas dikin. Ev xetera heyî dê li we vegere.”

‘Em tu carî qebûl nakin’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku belavbûna tundiya li Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên herêmê karesat e û wiha got: “Em dibêjin, werin em jeopolîtîkaya aştiyê ya herêmê cîbicî bikin. Werin em aştiya navxweyî û herêmî bixin meriyetê. Ev êriş li dijî me tevan û pêşeroja me ne. Em van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna DEM Partiyê ji bo çareseriya demokatîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Em li gel avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Di demeke ku gefa şerên nukleerî li ser cîhanê heyî de tekane çare, aştî ye. Em li vir careke din dibêjin dê çete û hêzên li pişt wan têk biçin.”

‘Çareserî aştî ye’

Tulay Hatîmogullari ev tişt got: “Ji 1’ê Cotmehê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de gotinên serokê giştî yê MHP’ê hene. Der heqê pirsgirêka Kurd de nîqaşên nediyar didomin. Êdî ax ji ber xwîna ku dirije bêzar bûye û xelk jî ji hejariyê. Lewma em dibêjin bila ev rewşa pevçûn, hejarî û şer bi dawî bibe. Me zimanê xwe yê aştiyê parast. Lê hinek derdorên bêar dibêjin ‘Hevserokên DEM Partiyê çareseriyê naxwazin.’ Ev gotinên wan derew in.

‘Bila bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin’

Tulay Hatîmogullari got: “DEM Partî, hêviya aştiyeke birûmet e. Gelo ji bo aştiyê çi projeya serokkomarê ku digot hêviya min tune ye, heye? Ne tenê em, her kes vê mereq dike. Em li bendê ne ku hûn di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Weke tê zanîn ez û hevserokê giştî Tuncer Bakirhan sêşema din ji bo hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Ocalan re me serlêdan kir. Hê bersiv nehatiye dayîn. Em pêvajoyê dişopînin. Çend roj berê Erdogan got; ‘Em ê bi cesaret bin, gavên nû biavêjin.’ Em jî dibêjin ku weke mînaka cesaretê deriyên Îmraliyê vekin û bila bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

‘Dev ji gefxwarinê berdin’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bang li serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û got: “Ewil em vê bibêjin, dev ji gefxwarinê berdin. Bi gefan diyalog nabe. Ewil vê fêm bikin. Em careke din dibêjin; DEM Partî çareserî û demokrasî ye. A rast em ji we dipirsin; hûn di ku dera vê pêvajoya aştiyê de ne? Aştî ne tiştekî wisa ye ku hûn kengî bixwazin, mîna amûrekî bi kar bînin. Aştî, karê cesaretê ye û berpirsyariya hevrûbûna bi heqîqetê re ye. Heke riyên ber bi aştiyê ve diçin bên girtin, em ê dîsa bi bask bibin û li ser riya aştiyê bifirin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîDewlet Bahçelî.Tulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne