• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

Wan / AW

27 ADAR 2026 - 16:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
TUHAY-DERa Wanê ji bo kesên ku piştî Newrozê hatine girtin daxuyaniyek da û got: “Ev cûre pêkanîn digihêjin astên îşkenceyê û bi awayekî cidî zirarê didin pêvajoyên aştî û civaka demokratîk.”

TUHAY-DERa Wanê ji bo kesên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatine girtin li Qada Bajêr a Wanê daxuyaniyek da. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Heserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr, Hevşaredarê Bajar ê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û gelek rêxistinên sivîl û civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê TUHAY-DERê Hakan Bîlekçî ve hate xwendin.

‘Ev nêzikatî awayekî cidî zirarê didin pêvajoyên aştî û civaka demokratîk’

Hakan Bîlekçî da zanin ku Newroza 2026an, ji tenê cejneke asayî wêdetir, qonaxeke dîrokî ye ku gel daxwazên xwe yên azadî, piştevanî û wekheviyê tînin ziman û wiha got: “Ev cejn hem nirxekî neteweyî ye, hem mizgîniya biharê ye û hem jî şahiyeke ku azadiya bindestan sembolîze dike ye. Ew, pîrozbahiyeke xwedî wateyeke siyasî û civakî ya xurt e ku piştgirî û azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn îfade dike. Lê mixabin, di vê pêvajoya watedar de, coş û tevlîbûna gel bi nêzîkatiyên neyînî û zordar hatine sîberkirin. Bi serdegirtinên malan ên ku nîvê şevê yan jî berê sibê hatine kirin, bi sedan kes hatine binçavkirin, mal hatine talankirin, kelûpel hatine serûbinkirin û miameleyên dijmirovî hatine kirin. Ev cure pêkanîn, dighêjin astên îşkenceyê û bi awayekî cidî zirarê didin pêvajoyên aştî û civaka demokratîk.”

‘Divê rayedar demildest gavên berbiçav biavêjin’

Bîlekçî anî ziman ku ew dixwazin ku di vê demê de girtîgeh werin valakirin û hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan û wiha pê de çû: “ Berdewamiya van pêkanînan, hesta aştî û ewlehiyê ya civakê dihejîne û fikarên li ser pêvajoyê kûrtir dike. Ev nêzîkatiya zordar, xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku rê li ber beşdariya gel a ji bo pêvajoyê digire. Wekî saziyên ku nûnertiya gel û hemû beşên civakê dikin, em bawer dikin ku divê li dijî van pêkanînên neyînî nerazîbûneke xurt werê nîşandan. Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve, divê rayedar demildest gavên berbiçav biavêjin û di çarçoveya pîvanên gerdûnî yên hiqûqê de, hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

‘Divê dawî li pêkanînên zordarî were’

Bîlekçî di dawiyê de da zanîn ku ev cure pêkanîn dê ne ji bo civaka Tirk û ne jî ji bo civaka Kurd tu feydeyê peyda nekin û wiha bi dawi kir: “Heta ku gavên ji bo xurtkirina vîna gelan a ji bo jiyana bi hev re û di nav aştiyê de neyên avêtin, dê fikar û bêbawerî di nav civakê de her ku biçe zêdetir bibe. Ji bo parastina aştiya civakî, azadiya gelan û hesta ewlehiyê ya malbatan; em careke din bi dengekî bilind daxwaz dikin ku dawî li pêkanînên zordar werê anîn, bi taybetî ciwanên ku hatine girtin demildest werin berdan û edalet werê pêk anîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîGirtinNewrozTUHAT-DERWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

20 TEBAX 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne