• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump: Dibe ku dawiya vê heftê lihevkirinek pêk were

Navenda Nûçeyan / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 11:22
Kategorî: CÎHAN
A A
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku dibe ku danûstandinên bi Îranê re heta dawiya hefteyê encam bide. Kongreya DYAyê jî biryareke nederbasdar li dijî şer derxist.

Serokê Deweletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li Ofîsa Oval axivî. Trump got ku danûstandinên bi Îranê re bi awayekî erênî pêşve diçin û dibe ku dawiya vê hefteyê lihevkirinek çêbibe. Trump diyar kir ku danûstandin baş diçin lê encamek diyarkirî nîn e.

Tevî ku bi mehan danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de dom kirin jî alî hîn li ser mijarên bingehîn negihîştine lihevkirinekê.

Li meclîsa nûneran biryara li dijî şer derket

Meclîsa Nûneran a DYAyê biryarek ku daxwaza bidawî anîna operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dike, derxist. Lê belê, ji ber hêza vetoyê ya Serokatiyê, ev biryar ne derbasdar e.

Dengdan ku ji hêla çar nûnerên Komarparêz ve hate destekkirin, nerazîbûna zêde ya li hember polîtîkayên şer nîşan da. Hat destnîşankirin ku bi taybetî bihayên enerjiyê yên zêde dibin, zextê li ser hikûmetê zêde dikin.

Ji Tehranê hişyariya şer

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ji televîzyona El Meyadîn a Libnanê re got ku di danûstandinan de hîn pêşketinek berbiçav çênebûye.

Rêveberiya Tehranê, her wiha hişyarî da ku ger Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Libnanê berfireh bike, dibe ku şerekî mezin dîsa li herêmê dest pê bike.

Li Lublanê agirbesta qurfbar

Lihevkirinek li ser pêkanîna agirbestek di navbera Îsraîl û Libnanê de hat ragihandin. Aliyan li hev kirin ku hin deverên pîlot di bin kontrola artêşa Libnanê de ava bikin.

Lê belê, pêkanîna peymanê bi şertê rawestandina êrişên Hizbullahê ve girêdayî ye. Lê Hizbullah hevdîtin red kir û ragihand ku ew ê êrişên xwe yên li dijî hedefên Îsraîlê bidomîne.

Trump dibêje ku divê pirsgirêkên Lubnanê ji ya Îranê cuda were nirxandin lê Tehran jî diyar dike ku herdu pirsgirêk bi hev ve girîdayî ne.

Nakokiya li ser bernameya nukleerî

Yek ji mijarên herî girîng ên di hevdîtinan de hîn jî depoyên uranyûma dewlemendkirî yên Îranê ne.

DYA û Îsraîl îdîa dikin ku Îran hewl dide çekên nukleerî pêş bixe, lê Tehran van îdiayan red dike.

Wezîrê Karûbarên Derve yê DYA Marco Rubio, têkildarê mijarê ragihand ku Îranê hîn daxwazên Washingtonê qebûl nekiriye.

Li kendavê rageşî zêde dibe

Êrîşên dawî yên li dora Tengava Hurmizê, agirbesta ku di 8ê Nîsanê de ketiye meriyetê dixe tengasiyê. Ji ber zêdebûna rageşiya li herêmê, bihayên petrolê dîsa bilind bûne.

Kuweytê Îran bi êrîşa li ser balafirgeha xwe sûcdar kir. Lê belê, Îranê îdia kir ku wan li hedefên leşkerî xistine, ne balafirgehê.

Rayedarên Kuweytê diyar kirin ku welat bi 13 fuzeyên balîstîk û 17 dronaneyan hatiye hedefgirtin.

Çav li daxuyaniya Xamaneyî ye

Trump got ku ew dixwaze bi Mucteba Xameneyî re, ku wekî rêberê olî yê Îranê tê hesibandin, bicive.

Çav li rêye ku Xameneyî di salvegera mirina damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhullah Xameynî de daxuyanî bide.

Etîket: Donald TrumpSerokê Amerîkayê Donald Trump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

4 ÎLON 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Netanyahu plana Trump red kir

Netanyahu plana Trump red kir

5 TEBAX 2026
Trump careke din biryara xwe guhert!

Trump careke din biryara xwe guhert!

3 TEBAX 2026
Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

31 TÎRMEH 2026
The Economist: Piştgiriya ji bo Trump daketiye asta herî kêm

The Economist: Piştgiriya ji bo Trump daketiye asta herî kêm

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne