• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Netanyahu plana Trump red kir

Navenda Nûçeyan / AW

5 TEBAX 2026 - 13:56
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got ku plana Amerîkayê nehatiye qebûlkirin û ragihand ku hikûmeta wî li ser hin xalên planê guherîn dixwaze. Tel Avîv dibêje ku şertên heyî ji bo ewlehiya Îsraîlê têrê nakin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku hikûmeta wî plana ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê hatibû pêşkêşkirin qebûl nekiriye. Wî di peyameke vîdeoyî de got ku reşnivîsa planê gihîştiye destê hikûmetê, lê bi awayê ku hatiye amadekirin ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye pejirandin.

Netanyahû wiha dibêje; “Reşnivîsek ji me re hat, lê me ew qebûl nekir. Ew ne pêşniyara me ye.” Netanyahu her wiha diyar kir ku Tel Avîv ji bo hin beşên planê guherîn pêşniyar kiriye û nîqaşên li ser hûrgiliyên wê hîn jî didomin.

Trump berê daxuyandibû ku ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê çarçoveyek hatiye amadekirin û gotibû ku Hamas plana agirbestê qebûl kiriye. Li gorî daxuyaniyên wî, ev plan rê li ber bêçekkirina Hamasê û vekişîna hêzên Îsraîlê ji Xezeyê vedike. Lê daxuyaniya Netanyahû nîşan dide ku di navbera aliyan de hîn jî li ser hin mijarên bingehîn lihevhatin çênebûye.

Îsraîl şertên xwe pêşkêş kir

Yek ji mijarên herî girîng şertên vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezeyê ye. Li gorî agahiyên belavbûyî, aliyê Amerîkayê garantî dabû ku vekişîna leşkeran tenê piştî bêçekkirina tevahî ya Hamasê dê pêk were. Lê hikûmeta Îsraîlê vê garantiyê têra xwe nedît û got şertên heyî ji bo ewlehiya welêt ne bes in.

Her wiha di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat gotin ku Hamas hîn jî dikare kapasîteya xwe ya leşkerî biparêze û amadekariya êrîşên nû bike. Ji ber vê yekê, Tel Avîv dibêje ku şertên pêşniyarkirî ji bo vekişîna leşkeran nikarin ewlehiya Îsraîlê misoger bikin.

Li hundirê hikûmeta Îsraîlê jî li ser planê nerazîbûn hene. Ji ber vê yekê, her çend hewldanên dîplomatîk berdewam bin jî, siberoja şerê Xezeyê hîn jî ne zelal e.

Etîket: AmerîkaBinyamîn NetenyahûDonald TrumpÎsraîlNetanyahu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne