• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

Wan / AW

4 GULAN 2026 - 18:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnertiya TMMOBê ya Wanê, têkildarî hezaza ku li ser rêya Colemêrg û Wanê pêk hatibû raporeke ji 9 rûpelan weşand û diyar kir ku di rapora ÇEDê ya tesîsa berhevkirina bermayiyan de analîz bi rengekî rast nehatine kirin.

Nûnertiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ya Wanê, têkildarî hezaza ku di 11ê Nîsanê de li ser rêya bejahî ya Colemêrg-Wanê pêk hatibû raporeke berfireh weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev karesat ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, ew encama plansazî û polîtîkayên endezyariyê yên ne baş e. Her wiha hat diyarkirin ku sedemên bingehîn ên bûyerê, hilbijartina şaş a cih, lêkolînên jeolojîk-etut ên kêm û kêmasiyên di plansaziya veguhastinê de ne.

‘Analîzên rîskê dirust nehatine kirin’

Di rapora 9 rûpelî de hat gotin ku di pêvajoya ÇEDê ya tesîsa bermayiyên hişk a li herêma hezazê de, tespîta “Rîska hezazê tune ye” hatiye kirin. TMMOBê diyar kir ku ev tespît tenê xwe dispêre çavdêriyan û ji aliyê zanistî ve kêm maye. Tevî ku herêm di nav xeta erdhejê ya pileya yekem de ye, analîzên rîskê bi rengekî rast nehatine kirin.

Kêmasiya plansaziyê

TMMOBê bal kişand ser wê yekê ku xeta Colemêrg-Wanê tenê bi rêyekê ve tê girêdan û ev yek dibe sedema lawaziyeke mezin. Nebûna rêyên alternatîf wekî “kêmasiya plansaziyê” hat nirxandin. Hat diyarkirin ku ji ber girtina rê; di serî de tenduristî, lojîstîk û bazirganî, di gelek qadan de pirsgirêkên giran derketine. Her wiha hat gotin ku veguhastina navneteweyî ya li ser Deriyê Sînor ê Bajêrgehê rawestiyaye û herêm ji aliyê aborî û civakî ve bi neyînî bandor bûye.

‘Divê bi polîtîkayên mayînde were ava kirin’

Di raporê de hat destnîşankirin ku qutbûna têkiliya Colemêrgê ya bi Wanê re gihîştina xizmetên perwerde û tenduristiyê jî zehmet kiriye. Wekî çareserî ev pêşniyar hatin kirin: “Divê lêkolîneke teknîkî ya serbixwe were kirin. Ji bo qada rîskdar nirxandina cihekî nû were kirin. Tedbîrên acîl ên jeoteknîkî werin girtin. Ji bo Colemêrgê plansaziyeke sereke (master plan) ya veguhastinê ya demdirêj were amadekirin.”

Di dawiya raporê de hat gotin ku di plansaziyên giştî de divê mirov li ser rêgezên zanistî û endezyariyê bimeşe û hat destnîşankirin ku pêşeroja Colemêrgê divê ne bi biryarên rojane, lê bi polîtîkayên aqilane û mayînde were avakirin.

Etîket: ColemêrghezazraporrêTMMOBWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

28 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne