• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

Wan/ AW

23 SIBAT 2026 - 15:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê starta rêzeçalakiyên xwe yên 8ê Adarê li ber Keleha Wanê da û wiha got: “Ji bo me, ev 8ê Adarê îlankirina serkeftinê ya ji bo rengê jinan a li dijî tarîtiya mêraniyê û ji bo hişmendiya azadiyê li dijî zincîrên koletiyê ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta rêzeçalakiyên xwe ya ji bo 8ê Adarê li Kelaha Wanê da. Jin li ber Parka Newrozê kom bûn û heta kêleka Keleha Wanê bi dirûşmeyan meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Em bi berxwedanê azad dibin û civaka demokratîk dihonin” hat vekirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Jinan ji bo balê bikşînin ser hevgirtina jinan, porên xwe honandin û govend gerandin. Gelek jin tev li çalakiyê bûn.

‘8ê Adarê îlankirina serkeftinê li dijî zincîrên koletiyê ye’

Aktivîsta TJAyê Arîfe Aslanê metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ew bi ruhê berxwederiyê civaka demokratîk ava dikin û azad dibin. Arîfe Aslanê destnîşan kir ku meşaleya berxwedanê ya ku ji hêla jinên karkerên tekstîlê hatiye vêxistin, îro li axa kevnar a Mezopotamyayê bi şarezahiya jinê ya bi hezar salan ve vediguherînin meşa azadiyê. Arîfe Aslanê wiha got: “Dema ku em 8ê Adara 2026an pêşwazî dikin, em ne tenê ji bo rojekê derdikevin qadan, lê di heman demê de bîranînek sedsalî ya li dijî kuştina jinan, îradeyeke bê dawî ya ji bo azadiya civakî û soza jiyanek nû hembêz dikin. Ji bo me, ev 8ê Adarê îlankirina serkeftinê ya ji bo rengê jinan li dijî tarîtiya mêraniyê û ji bo hişmendiya azadiyê a li dijî zincîrên koletiyê ye.”

‘Banga Ocalan wekî şefeqa demokratîk li ber me radiweste’

Arîfe Aslanê da zanîn ku cîhan di nav lepên qeyranên binyadî yên ku ji hêla modernîteya kapîtalîst û qeyrana “şerê cîhanê yê sêyemîn” ve hatine afirandin de ye û wiha berdewam kir: “Bêguman bedela herî giran a vê qeyranê ji hêla jinan ve tê dayîn û li hemberî vê ku vê tarîtiyê ji holê rake; Perspektîfa dîrokî ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de pêşkêş kir, wekî şefeqa demokratîk a herî berbiçav li ber me radiweste. Ev îradeya çareseriyê, ku li dijî pergala tecrîdê hatiye raberkirin, îspat dike ku aştî tenê bi azadiya jinan ve pêkan e. Ji ber vê yekê, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan mifteyek girîng e ji bo mayîndehiya aştiya civakî û avakirina pêşerojek demokratîk.”

‘Banga 27ê Sibatê di Şoreşa Jinan a Rojava de bûye rastiyek’

Di berdewamiyê de Arîfe Aslanê bal kişand ser berxwedana Rojava û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ev îradeya çareseriyê, ku di 27ê Sibatê de pêk hat, îro di Şoreşa Jinan a Rojava de bûye rastiyek zindî. Rojava ne tenê cihê berxwedanê ye, di heman demê de qada azadiyê ye a ku ji aliyê jinê ve têl bi têl jiyanek nû lê tê honandin e. Parastina vê mîrateya şoreşgerî û avakirina xeta Yekîtiya Neteweyî ya ku ji hêla jinan ve li her çar perçeyên Kurdistanê tê rêvebirin, sedema dîrokî ya hebûna me ye. Ev ruhê yekîtiyê, ku ji parçebûnê derbas dibe, keleh û destkeftiya herî mezin a gelên ku bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk ve hatine yek kirin e. Di dilê vê xetê de em modela Jiyana azad a wekhev wek alternatîfa li hemberî pergala xwedî lê derketine re dibînin. Em bi hîşmendiya jinan a ku li qeraxên Dîcle û Firatê şîn bûye; jiyanek demokratîk, jina azad û civakek azad ava dikin û mêran ji qodên serdestiyê rizgar dikin.”

Bang li jinan kirin

Arîfe Aslanê diyar kir ku modela azadiya jinê zerba herî mezin a li dijî koletiyê ye û îfadeya herî berbiçav a îdeala me ya jiyana sosyalîst e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî berhevoka van hemû pêvajoyên berxwedan û avakirinê, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di bin sîwana Konfederasyona Jinên Demokratîk de li dijî êrîşên gerdûnî tevlî têkoşîna hevpar û jiyana rizgariya jinan a demokratîk bibin. Em, wekî jinên TJA yê; careke din li bajarê Wanê bang dikin. Di 8ê Adara 2026an de, em ê qadan ne tenê bi dirûşmeyan, bi felsefeya ku jiyan bi xwe ye ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve tijî bikin. 8ê Adarê ne tenê rojek berxwedanê ye, ew êdî ji bo me roja pîroz kirin û avakirina jiyanek nû ye. Ji bo ku em îrade û dengê jiyana xwe zêde bikin, em hemû jinan di hefteya 8ê Adarê de vedixwînin berxwedan û avakirinê.”

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe li gel stranan, bi gerandina govendê bi dawî kir.

Etîket: ÇalakîdaxuyanîKeleha WanêrêzeçalakîTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne