• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

Wan / AW

10 ÎLON 2025 - 17:16
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar ku di 20ê Nîsana 2020an de li herêma Garê di encama êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî.

Tevgera Jinên Azad (TJA) endamên YJA Starê Nazli Taspinar (Emîne Erciyes), Leyla Acar (Zîn Zagros) û Şehriban Akin (Ekîn Amara Toldar) ku di 20ê Nîsana 2020an de li herêma Garê di encama êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li avahiya DEM Partiyê ya Wanê bi bîr anî. Di bîranînê de wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî tev li bîranînê bûn.

‘Hevalên jin li ser xeta jinê kedeke bêhempa dane’

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya axivî û bal kişand ser pêşengiya jinê. Hanim Kaya, destnîşan kir ku bîranîna endamên YJA Starê ji bo wan giraniyeke mezin e û got: “Emîne heval fermandareke rêxistinê bû û li Nevşehîrê di nava malbeteke tirk de hatiye dinê. PKK tenê mafê Kurdan naparêze, mafê hemû gelên bindest diparêze û hevala Emîne jî li ser vê esasê tev li dibe. Hevalên jin li ser xeta jinê kedeke bêhempa dane û niha jî yên li qadan li ber xwe didin jin in. Em di şexsên van hevalan de  hemû cangoriyan bi bîr tînin.”

‘Hêvî dikim ev pêvajo bibe vesileya aştiyê’

Piştre li ser navê TJAyê hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”.  Gulşen Kurtê anî ziman ku hêviya wan ew e ku ev pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bibe vesileya aştiyê û bi bîr xist ku ew dê ji bo careke din ti ciwan jiyana xwe ji dest nedin têbikoşin.

Herî dawî sînevîzyona ku behsa Emîne Erciyes dikir hat temaşekirin û bîranîn bi dawî bû.

Etîket: BîranînşehîdTJAWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne