• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê çi qewimiye?

Êlih / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 21:04
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê derbarê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya li Êlihê diqewimîne daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Li gorî îdiayan hinek zarok û kesên astengdar ên ku li wê navendê xizmeta lênihêrîn û perwerdeyê dîtine rastî îstismara zayendî, tundiya fîzîkî û derûnî hatine. Em ê hesabê her cûre tundî û binpêkirina ku pêk tê bipirsin”

Li gorî îdiayan li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê gelek nelirêtiyên weke tacîz, tecawiz, tundiya kesên astengdar, tundiya li zarokan û li gelek nexweşan tundiya derûnî fîzîkî tên kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser van nelirêtiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxutaniya TJAyê de ev tişt hatin parvekirin:

“Îdiayên derbarê tacîz û îstismara zayendî ya li Navenda Rehabilitasyonê ya Taybet a Şîfayê ku li Êlihê gihîştine ber destê me. Li gorî îdiayan hinek zarok û kesên astengdar ên ku li wê navendê xizmeta lênihêrîn û perwerdeyê dîtine, îstismara zayendî li wan hatiye kirin, tundiya fîzîkî û derûnî dîtine. Mekanîzmayên parastin û kontrolê yên pêwîst nehatine xebitandin û hatiye xwestin ku ser van bûyeran bên girtin.

Di serdemeke wiha de tundiya ku li ser jinan, îstîsmara zarokan û tundiya civakî wekî polîtîkayeke şerê taybet roj bi roj mezin dibe. Nirxandina van bûyeran wekî ‘bûyerên yekane’ tê wateya veşartina rastiyê. Polîtîkayên bêcezatiyê yên ku tundiyê diparêzin, bêkontrolî û feraseta ku li şûna parastina jiyanê, kontrolkirina jiyanê esas digire. Beşên civakê yên ku li hemberî binpêkirina mafan bêparastin hatine hiştin, di serî de zarok û kesên astengdar dikin hedef.

Em dipirsin:

*Li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Taybet a Şîfayê ya Êlihê çi qewimiye?

*Gelo îdiayên ku gihîştine ber destê me rast in?

*Gelo îhmal û bêkontrolî heye?

*Gelo derbarê bûyerê de lêpirsîneke hatiye destpêkirin?

*Gelo saziyên ku berpirsiyar in ji bo dabînkirina ewlehiya zarok û kesên astengdar, berpirsiyariya bi cih anîne?

Em bi taybetî her cûre tundî, îstismar û binpêkirina mafan a ku li ser zarokên astengdar û kesên ku xizmeta lênihêrînê werdigirin tê meşandin teşhîr dikin û em bi raya giştî re parve dikin. Û em ê bibin şopdarê vê bûyerê. Em daxwaz dikin ku hemû aliyên tiştên qewimîne werin ronîkirin, lêpirsîneke serbixwe û zelal bê destpêkirin. Da ku berpirsiyar hesab bidin û mekanîzmayên kontrolê yên giştî û mafên zarokan esas digirin werin avakirin.

Li dijî tundî, îstismar û bêcezatiyê em ê parastina ewlehî, maf û jiyana zarokan, kesên astengdar û hemû beşên dezavantaj bikin. Em ê hesabê her cûre tundî û binpêkirina ku pêk tê bipirsin.”

Etîket: îstîsmarNavenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya li ÊlihêTJAtundîzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne