• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

Stenbol / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 13:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz û diyar kir rapora ji sedî 95 a astengdariyê tevî ku heye jî Bûrhan Adsiz nayê berdan û xwest ji bo dermankirinê divê bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 744emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn.

Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ê ku di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Wanê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz bê berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama ÎHDê Mûkaddes Şamîloglû ve hate xwendin.

‘Tevî rapora astengiyê jî nayê berdan’

Mûkaddes Şamîloglû diyar kir ku di hefteya 744emîn de li rewşa girtiyê nexweş Bûrhan Adsiz ê ku di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin dipirsin û wiha got: “Rapora ji sedî 95 a astengdariyê ya Bûrhan Adsiz heye. Nexweşiya sîrozê pê re heye. Bi sedema nexweşiya xwe tim û tim xwîn ji mîdeya wî tê. Bi vê sedemê diyar e ku Bûrhan Adsiz di rewşa girtîgehê de nikare bê dermankirin. Birayê Bûrhan Adsiz diyar kiribû ku ‘Birayê min hê nehatibû girtin nexweşiya wî ya kronîk a kezeba reş hebû. Di girtîgehê de ev nexweşî veguherî nexweşiya sîrozê. Piştî birayê min hate girtin salek û nîv bi tenê di hucreyê de hate ragirtin. Li wir rewşa wî hê girantir bû. Di nexweşiya sîrozê de divê kesê nexweş bi awayekî kontrolî xwarinê bixwe. Lê tevî vê jî dema ku diçe mehkemê û nexweşxaneyê xwarin nadinê. Bi sedema nexweşiya xwe gelek caran xwîn ji mîdeya wî hat. Rewşa birayê min her ku diçe xira dibe. Em dixwazin birayê bê berdan û em dermankirina wî li derve bikin’. Em jî di hefteya 744an de bang dikin ku astengiyên li pêşiya tedawiyan bila bên rakirin. Di serî de Bûrhan Adsiz û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: çalakiya Rûniştina Fgirtiyên nexweşKomîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

21 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

20 MIJDAR 2026
Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

20 MIJDAR 2026
Dayika Newroz Bozkurtê: Rewşa Newroz giran e, bila wê berdin

Dayika Newroz Bozkurtê: Rewşa Newroz giran e, bila wê berdin

20 MIJDAR 2026
Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

19 MIJDAR 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne