• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

Daristan Pala / AW

16 NÎSAN 2026 - 10:07
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Wan – TEV-KOM, li dijî astengiyên rêveberiyên zanîngehan, di 18ê Nîsanê de li Stenbolê deklarasyona xwe radigihîne. Endamên TEV-KOMê bang li hemû ciwanan dike ku ji bo siberoja zimanê Kurdî hêza xwe bikin yek.

Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) ku ji hêla xwendekarên zanîngehê ve hatiye avakirin, beriya deklarasyona xwe ya 18ê Nîsanê ya danasînê, bang li hemû ciwanan kir ku di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek. Endamên TEV-KOMê destnîşan kirin ku parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di destê ciwanan de ye û bang kirin ku xwendekarên ji her beşê, ji tendurustiyê heta endezyariyê, hêza xwe bikin yek. TEV-KOMê bang li hemû xwendekar, nivîskar û helbestvanan kir ku di 18ê Nîsanê de li Stenbolê xwedî li deklarasyonê derkevin û bi vî rengî zimanê Kurdî di qada giştî de bikin xwedî maf.

‘Rêveberiyên zanîngehan xebatên kurdî asteng dikin’

Endamê TEV-KOMê Bîrhat Duman anî ziman ku li gelek zanîngehan xwendekaran bi daxwaza parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî tîm, kom û qlûban ava dikin û dixwazin rengê kurdewar bixin nav zanîngehên xwe. Bîrhat Duman diyar kir ku ev xebat bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Mixabin, xwendekar çi ji aliyê rêveberiyên zanîngehan ve, çi jî li hin bajaran ji aliyê nîjadperestan ve rastî êrîşan tên. Rêveberiyên zanîngehan naxwazin xebatên kurdî pêş bikevin, loma jî her tim astengiyan derdixin pêşiya xwendekaran. Dema mijar dibe xebata kurdî, nêzîkatiya rêveberiyan di cih de diguhere. Pêvajoyên serlêdanan bi zanebûn tên dirêjkirin, xebat tên betalkirin û bi vî rengî hewl didin ku xebatên kurdî di çavên xwendekarên din de krîmînalîze bikin û van koman marjînal bihêlin.”

‘Hêza me di yekîtiya me de ye’

Bîrhat Duman destnîşan kir ku armanca bingehîn a TEV-KOMê ew e ku xebatên Kurdî yên li zanîngehan ji vê rewşa tenêhiştinê rizgar bike û qadeke kolektîf û hevpar ji bo hemû ciwanan ava bike. Bîrhat Duman bang li ciwanan kir û got: “Em di wê baweriyê de ne ku ger hemû xwendekarên zanîngehan ên ku dixwazin xebatên kurdî bimeşînin di bin sîwana TEV-KOMê de li hev bicivin û hêzên xwe bikin yek, em ê bikarin xwe bigihînin gelek kesên din û xebatên serkeftîtir pêk bînin. Parastin û pêşvebirina ziman di destê me de ye. Beşên ku em dixwînin çi dibe bila bibe, çi endezyarî, çi tendurustî, çi mamostetî be, divê em xebatên xwe yên zanistî li ser zimanê kurdî jî pêş bixin. Nasnameya xwendekaran ew e ku civaka xwe pêş bixin. Ji bo pêşeroja zimanê me, ez bang li hemû ciwanan dikim ku em bên cem hev û xebatên kolektîf derxin pêş.”

‘Zimanê kurdî divê di qada giştî de bibe xwedî maf’

Endama TEV-KOMê Meryem Ûlûtekîn jî da zanîn ku TEV-KOM tevgereke ku komeleyên xwendekaran ên çand û zimanê Kurdî digihîne hev. Meryem Ûlûtekîn diyar kir ku li gelek bajaran komên cuda cuda çalakiyan li dar dixin û armanca wan a sereke ew e ku van koman di bin navekî hevpar û sîwanekê de kom bikin û wiha got: “Em dixwazin zimanê xwe yê dayikê li her derê pêş bixin û di qadên giştî û fermî de kar bînin. Ev ne daxwazeke zêde ye, ev mafê me yê herî bingehîn e. Komên me yên li bajaran bi rêya şano û fîlman nîşan didin ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye, zimanekî gelekî dewlemend e. Em bang li hemû hevalan, ciwanan, xwendekaran, nivîskar û helbestvanan dikin, Werin em bi zimanê xwe xwedî derbikevin.”

Bangawaziya ji bo deklarasyonê

TEV-KOMê jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ragihand ku ew ê di 18ê Nîsanê de li Stenbolê, li Navenda Çanda Yaşar Kemal a Maltêpeyê bi daxuyaniyekê deklarasyona xwe ji raya giştî re ragihîne û bang li her kesî kir ku werin wê derê û hêz bidin vê têkoşînê.

Etîket: Daristan PalaTEV-KOMTevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

10 ÎLON 2026
Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

14 TÎRMEH 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026
TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

14 HEZÎRAN 2026
Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne