• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TEV-KOM: Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî

Omer Demîr / AW

19 NÎSAN 2026 - 09:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Endamên TEV-KOMê ku ji bo xebatên têkildarî ziman di bin sîwana TEV-KOMê de hatin cev hev, balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî û destnîşan kirin ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û pêş bikeve dê xebatên xwe mezin bikin.

Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) bi deklerasyonekî damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê ragihand. Bi dehan kom û qlûbên zimanê Kurdî yên zanîngehan hatin gel hev. Xwendekarên ku tev li bernameya ragihandinê bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Divê ciwan li dijî asîmîlasyonê baldar bin’

Fatma Gunduz diyar kir ku li zanîngehan komên Kurdî hebûn û bi sîwana TEV-KOMê ev hatin gel hev û wiha axivî: “Bi TEV-KOMê dê xebatên me jî xurttir bibin. Em ciwanan di nava civakê de wekî hêza herî xurt dibînin. Pêşeroja civakê jî ciwan ava dikin. Ji ber vê jî vê xebata ziman jî niha ciwan pêş dixin. Herî zêde jî jinên ciwan di nav xebatê de cih digirin. Em dizanin pergal ji bo civakê asîmîle bike polîtîkayên xwe li ser ciwan û jinan dimeşîne. Li dijî polîtikayên bişaftinê divê ciwan baldar bin.”

‘Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî’

Di berdewama axaftina xwe de Gunduz bi bîr xist ku ciwan her tim pêşengtiya civakê kiriye û wiha domand: “Di dîrokê de jî diyar e ku ciwan pêşengên civakê ne. Îro TEV-KOM jî ji bo wê tê avakirin. Em dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Di dibistan û zanîngehan de bibe zimanê dersan. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê di hemû qadên zanistê de bê bikaranîn. TEV-KOM statûyê ji zimanê Kurdî re dixwaze. Xebatên me ji bo vê dê bimeşin.”

‘Em dixwazin bi zimanê xwe azad bijîn’

Endamê METU-KURDÎ Jiyan Bahadir jî bi bîr xist ji ber ku ew dizanin bi hev re hêztir in, hatine gel hev û ev tişt anî ziman: “Em dê bi hev re xurttir ji bo çand û zimanê xwe bixebitin. Ev saleke em li ODTUyê xebatên ziman û çandî dimeşînin. Bi TEV-KOMê em dê xebatên xwe xurttir bikin. Ji niha şûnde em wekî TEV-KOMê dê ji bo zimanê xwe zêdetir bixebitin. Em ji bo zimanê Kurdî azadiyê dixwazin. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe azad bijîn.”

‘Em dê ji bo pêşxistina ziman koman ava bikin’

Xwendekar Fatîh Demîrboga jî destnîşan kir ku TEV-KOM ji bo xwedî derketina ziman û çanda Kurdî hatiye avakirin û got: “Îro ciwanên zanîngehan hatin gel hev. Em dixwazin zimanê xwe pêş bixin. Bi dehan komên zanîngehan ji bo zimanê Kurdî hatine gel hev û bi sîwana TEV-KOMê xwedî li zimanê xwe derdikevin. Em dê ji bo zimanê Kurdî pêş bixin di zanîngehan de koman avabikin.”

Etîket: Fatîh DemîrbogaFatma GunduzJiyan BahadirStenbolTEV-KOMZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

16 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne