• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anî

Navenda Nûçeyan / AW

8 TEBAX 2025 - 18:11
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE
A A
TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermendê mezin Aram Tîgran di salvegera wefata wî de bi bîr anîn û gotin: “Ew ne tenê bi stranên xwe, bi helwest û jiyana xwe jî weke pireke dostanî û hevjiyanê di navbera gelê kurd û ermen de bû. Em ê dengê wî bêmirin bihêlin.”

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi wesîleya salvegera wefata hunermendê mezin Aram Tîgran daxuyaniya nivîskî weşandin. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Rêber Apo bêyî ku hunermendê mezin Aram Tîgran nas bike bi gotina “Ev deng divê nemire, divê her bijî” wî pênase kir. Hunermendê mezin Aram Tîgran di 8ê Tebaxa 2009an de xatir ji jiyanê xwest.

Aram Tikran bi her awayî xwedî cihekî taybet bû. Bi hunera xwe ya resen, bi helwesta xwe ya dostane, bi ermenîbûn û kurdistanîbûna xwe. Gotin û awazê ku hildibijartin, ji hestên gel bûn, pir zû strana wî dikarîbû li ser her zimanî bigere û di dilê her kesî de cih bigre. Kêm hunermend hene ku mirov kare bi saetan bêyî ku aciz bibe guhdar bike. Ew yek ji wan bû. Guh neda êrîşên hin derdoran ku ji ber bi kurdî distrê, ew rexne dikirin. Berevajî wê yekê, wî rêya dostanî û hevjiyanê hilbijart, parast û heya roja dawî wek xwe ma. Ew ne tenê bi stranên xwe, bi helwest û jiyana xwe jî weke pireke dostanî û hevjiyanê di navbera gelê kurd û ermen de bû.

Bi vê helwesta xwe ku digot: “Ez ê hemû çekan bişewtînim û wan bikim Tenbûr û Cumbuş” bi xwe bahsa vê rojê dikir, behsa hevjiyana azad û civaka demokratik ku Rêber Apo û tevgera azadiyê destpê kiriye dikir.

Aram Tîgran di jiyana xwe de bi sedan stran gotin, her çiqasî bi erebî, ermenî, suryanî û yewnanî stra jî. Ji Qamişlo li dawet û şahiyan, heya bi radyoya Êrîvanê, heya bi şahî û pîrozbahiyên Kurdan li Ewropayê bi stranên kurdî hate naskirin.

Di salên dawî de vegeriya Kurdistanê, Amedê ya her hesreta wî bû. Lê ji ber nexweşiya xwe vegeriya Yewnanistanê û her wesyetiya wî ew bû ku wî li Amedê veşêrin. Lê dewleta ku dapîr û kalên Aram di komkujiyan re derbaskiribû, nehişt ku cenazeyê wî derbasî warê kalên wî bibe.

Rêber Apo li ser wefata Aram ev tişt anîbû ziman: “Dengê Aram Tîgran dengeki tije û xemgîn bû, Wî dengî ez birim Kurdistanê. Ev deng nemire. Ez ji bo Aram nabêjim miriye, ew şehîd e, bêmirin e, şehideki mezin e, ji bo min nemiriye.” Wate û girîngiya Aram Tîgran vekirî û bêguman dike.

Em wek tevgera çanda demokratîk TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi pênasiya Rêber Apo xwe erkdar dibînin ku hem wê dostaniyê, hem jî wî dengî nemir bihêlin.”

Etîket: AramBîranînHunera MizgînTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne