• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TAJÊ xwest şewitandina 19 jinên Êzidî were zelalkirin

Navenda Nûçeyan / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 11:12
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Komîteya Dîplomasiya TAJÊ ji bo zelalkirina nasnameya 19 jinên Êzidî ku di sala 2016an de li Mûsilê hatin şewitandin û her wiha buyer weke qirkirina jinan were nasîn, name ji serokomarê Iraqê û saziyên navneteweyî re şand.

Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên Êzidî ku di sala 2016an de li Mûsilê hatin şewitandin ji endama rêveber a Neteweyên Yekbûyî (UN) ya jinan Sîma Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Dr. Hamid Naeem Al-Ghazi û Rêveberê Giştî yê Daîreya Karûbarên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina wan Diaa Karim Taama re name şand.

Çarenûsa jinan hê jî ne diyare

TAJÊ di nameya xwe de bal dikşîne ser şewitandina 19 jinên Êzidî û wiha dibêje: “Fermana 74an a 3yê Tebaxa 2014an bi destên çeteyên DAIŞê li ser civaka Êzidi li Şengalê pêk hat. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qurbaniyên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên bajarê Mûsil û Reqayê firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞê de nediyar e.

Di Hezîrana sala 2016an de, di meha Remezanê de çeteyên DAIŞê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe ya Êzidayetiyê bernedan, jiyana kole ya cariyeyan red kirin û qebûl nekirin rojiyê bigrin, bi hovane qetil kirin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê gerandin, piştre bi sedan kesên sivîl kom kirin û di qefesên hesinî de wan zindî şewitandin. Di Hezîrana sala 2016’an de ev komkujî ji aliyê zêdetirî 10 dezgehên ragihandinê Rojhilata Navîn ên Erebî û cîhanî ve hat piştrastkirin. Her wiha şahidên vê komkujiyê jî hene.”

Li hember bûyerê bêdengiya cîhanê

Di nameyê de tê diyarkirin ku heya niha hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan û civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê di nava bêdengiyê de ye û ev nirxandin hate kirin: “Ev komkujiya hovane ya li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, ji dinyayê re nîşan da ku DAIŞ rêxistineke herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Ev kiryarên DAIŞê heya dawî derexlaqî û bêwijdanî ne, li derveyî zagonan e. Heta niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye eşkerakirin û tu lêkolîn li ser wan nehatiye kirin. Heta vê kêliyê hikumeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan her wiha civaka navneteweyî di nava bêdengiyek de ne û lêkolînek nehatiye kirin.

Daxwaza TAJÊ

Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji sazî û dezgehên Iraqê û navneteweyî kir: “Ji bo ev komkujiya giran a şewitandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê daxwazê ji we dikin:

* Ji bo nasnameyên 19 jinên Êzidî bên zelalkirin û eşkerekirin divê lêkolîn bê kirin.

* Ev Komkujî weke qirkirina jinan (feminicid) divê were nasîn.”

Etîket: Jinen ÊzidîSengalTAJÊ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî rê nede jenosîdan

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî rê nede jenosîdan

2 TEBAX 2026
Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

2 TEBAX 2026
Qurbaniyên fermanê dê heta 3yê Tebaxê bên bibîranîn

Qurbaniyên fermanê dê heta 3yê Tebaxê bên bibîranîn

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne