TAJÊ û SMJÊ di 17ê Tîrmehê de bi dirûşma “Ji bo azadî û edaletê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê” pêngavek dan destpêkirin. Di çarçoveya rêze çalakiyan de, 54 name ji bo dewlet, sazî û keseyetan re hat şandin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), daxwazkirina çarenûsa nêzî 3 hezar kesên êzidî, bi taybetî jin û zarokên ku ne diyar in û windane bên diyarkirin û ji bo zûtirin encamek serkeftî bi destbixin xwestin bi hevkariya saziyên navneteweyî, dewletên peywendîdar û aliyên berpirsyar, tîmeke taybet were avakirin. Her wiha ragihandin ku erkê vê tîma ku bê avakirin jî divê lêgerîna dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa wan û rizgarkirina wan be.
Nameya TAJÊ û SMJÊ ku bi sernavê “Ji bo dîlgirtiyên fermana 3.8.2014an em azadî û edaletê dixwazin” wiha ye:
“Ji bo rêzdar
Di 3yê Tebaxa 2014an de, li dijî civaka Êzidî fermaneke giran û hovane pêk hat. Ji wê rojê heta îro 12 sal derbas bûne. Di encama vê fermanê de nêzî 6.000 kesên Êzidî ketin destê rêxistina DAIŞê û hatin dîlgirtin.
Em wekî civaka Êzidî, bi taybetî jî wekî jinên Êzidî, girîngiyeke mezin didin mijara kesên me yên dîlgirtî ku heta îro çarenûsa gelek ji wan ne diyar e. Tevî derbasbûna 12 salan, hîn jî bi hezaran kes winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Malbatên wan her roj û her sal bi hêviya rizgarkirina zarok, xizm û kesên xwe yên hezkirî li bendê ne.
Di van 12 salên borî de, li herêmên ku em lê dijîn, gelek guhertinên siyasî û leşkerî çêbûne û şerên cuda rû dane. Bi taybetî li Sûriyeyê ku gelek ji dîlgirtiyên Êzidî yên di destê DAIŞê de li herêmên wekî Îdlib û deverên din hatine ragirtin, rewşeke aloz û ne ewle heye.
Di şerên ku di mehên Çile û Sibatê yên îsal de rû dane, Kampa Holê hate belavkirin. Li gorî agahiyên me, di vê kampê de gelek jinên Êzidî yên dîlgirtî hebûn ku ji ber tirs û gefan nikaribûn nasnameya xwe ya Êzidî eşkere bikin. Piştî belavbûna kampê, çarenûsa van jinan hîn jî ne diyar e. Nayê zanîn ku ew bi ku ve hatine birin û di çi şert û mercan de ne. Ev pirsgirêk ne tenê bi Sûriyeyê ve sînordar e. Li welatên din, bi taybetî li Iraq û Tirkiyeyê jî hîn kesên Êzidî yên dîlgirtî hene ku çarenûsa wan divê were zelalkirin.
Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo ku dengê van kesên dîlgirtî û malbatên wan bigihînin raya giştî û saziyên berpirsiyar, dest bi pêngava “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kiriye. Armanca me ew e ku bi derbasbûna salan re êş û azarên gelê me neyên jibîrkirin, çarenûsa dîlgirtiyan were zelalkirin, kesên dîlgirtî werin rizgarkirin û edalet were bicihanîn.
Em bawer dikin ku rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî ne tenê berpirsiyariya civaka Êzidî ye, berpirsiyariyeke mirovî, exlaqî û hiqûqî ya civaka navneteweyî jî ye. Heta îro, hîn nêzî 3.000 kesên Êzidî, bi taybetî jin û zarok, windane û çarenûsa wan ne diyar e. Ji ber vê yekê, em ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin pêngava me û ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mirovî gavên berbiçav bên avêtin.
Di vê çarçoveyê de daxwazên me yên bingehîn ev in:
*Avakirina tîmeke taybet ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan; Em daxwaz dikin ku bi hevkariya saziyên navneteweyî, dewletên peywendîdar û aliyên berpirsiyar, tîmeke taybet were avakirin. Erkê vê tîmê divê lêgerîna dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa wan û rizgarkirina wan be.
*Dadgehkirina sûcdarên DAIŞê bi sûcê jenosîdê; Em daxwaz dikin ku sûcdarên DAIŞê ne tenê bi sûcên terorîzmê, bi sûcên jenosîdê, sûcên li dijî mirovahiyê û kiryarên ku li dijî civaka Êzidî hatine kirin, li ber dadgehên berpirsiyar bên darizandin. Ji bo pêkanîna edaleteke rastîn, girîng e ku sûcên li dijî civaka Êzidî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bên nirxandin û kesên berpirsiyar li gorî qanûnê bên darizandin.
*Avakirina komîsyoneke navneteweyî ji bo kesên winda û lêkolînên DNAyê; Em daxwaz dikin ku komîsyoneke navneteweyî ya taybet were avakirin, da ku bi rêya lêkolînên zanistî, tomarên nasnameyê û testên DNAyê çarenûsa kesên Êzidî yên winda were zelalkirin. Ev komîsyon dikare roleke girîng di nasîna kesên winda, peydakirin û vegerandina dîlgirtiyan û her wiha di bersivdayîna malbatên ku bi salane li bendê ne de bilîze.
*Bicihanîna berpirsiyariyên navneteweyî; Em ji dewletên ku jenosîda li dijî civaka Êzidî bi fermî nas kirine, daxwaz dikin ku vê naskirinê bi gavên pratîkî û berbiçav bidomînin.
Naskirina jenosîdê ne tenê helwesteke siyasî û exlaqî ye, lê her wiha berpirsiyariyên girîng di warê parastina mafên mexdûran, lêgerîna kesên winda, rizgarkirina dîlgirtiyan û pêkanîna edaletê de bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku dewlet û saziyên navneteweyî li gorî berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî tev bigerin û ji bo rakirina encamên vê jenosîdê gavên pêwîst biavêjin.
Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ), bi rêzdarî ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê hemleya me û ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa kesên winda û pêkanîna edaletê bi me re hevkariyê bikin. Em bawer dikin ku bi hevkarî, berpirsyarî û hewildanên hevpar, dikare hêviya malbatên ku bi salane li benda kesên xwe ne, were zindîkirin. Her kesê ku hîn di dîlgirtiyê de ye, mafê azadiyê heye. Her malbateke ku kesên wê winda ne, mafê zanîna rastiyê heye. Her mexdûrekî jenosîdê mafê edaletê heye. Em hêvî dikin ku ev maf ne tenê di gotinan de bimînin, lê di pratîkê de jî werin bicîhanîn.”
Dewlet, sazî û kesayetên ku name ji wan re hatine şandin ev in;
ALMANYA
-Parlamentoya Federal a Almanyayê
-Wezareta Karên Derve ya Almanyayê
-Enstîtuya Almanî ya Mafên Mirovan
-Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Federal
SWÎSRE
-Encûmena Neteweyî ya Swîsreyê
-Wezareta Federal a Karên Derve
-Nûneriya Daîmî ya Swîsreyê li Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê
HOLANDA
-Meclîsa Nûneran a Holandayê
-Tîma Lêkolînên Sûcên Navneteweyî
BELÇÎKA
-Parlamentoya Federal a Belçîkayê
-Komîsyona Navwezaretî ya Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî
-Dozgeriya Federal a Belçîkayê
FRANSA
-Komîteya Karên Ewropî ya Parlamentoya Fransayê
AWÛSTÛRYA
-Serokwezîriya Federal a Awûstûryayê
-Wezareta Federal a Karên Ewropî û Navneteweyî ya Awûstûryayê (Beşa 1.7)
-Parlamentoya Awûstûryayê
SWÊD
-Parlamentoya Swêdê
-Wezareta Karên Derve ya Swêdê
-Rêveberiya Navendî ya Hikûmeta Swêdê
LUKSEMBÛRG
-Wezareta Karên Derve ya Luksembûrgê
-Wezareta Serokwezîrtiyê
-Rêveberiya Parlamentoya Luksembûrgê
PORTEKÎZ
-Wezareta Karên Derve ya Portekîzê
ERMENISTAN
-Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê
-Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ermenistanê
-Mafparezê Gel ê Ermenistanê
-Beşa Hevkariya Navneteweyî ya Ofîsa Mafparezê Gel
AWUSTRALYA
-Komîsyona Mafên Mirovan a Awustralyayê
-Komîteya Parlamenterî ya Mafên Mirovan
-Komîteya Karên Derve û Bazirganî ya Senatoyê
-Komîteya Hevbeş a Karên Derve, Parastin û Bazirganî
-Balyozxaneya Awustralyayê li Bexdayê
KANADA
-Wezareta Karên Derve ya Kanadayê
-Komîteya Giştî ya Parlamentoya Kanadayê
ÎRLANDA
-Wezîra Karên Derve ya Îrlandayê – Helen McEntee
DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKAYÊ
-Komîsyona Dewletên Yekbûyî ya Azadiya Olî ya Navneteweyî
YEKÎTIYA EWROPAYÊ
-Komîteya Daxwaznameyan a Parlamentoya Ewropayê
-Seroka Komîsyona Ewropayê – Ursula von der Leyen
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
-Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan
-Beşa Civaka Sivîl a Mekanîzmayên Taybet ên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî
-Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî – Beşa Gilî û Gazincan
ISKOÇYA
-Hikûmeta Skotlandê
-Wezîra Wekheviyê û Pêşveçûna Navneteweyî
-Hevkariya Pêşveçûna Navneteweyî
-Komîsyona Mafên Mirovan a Skotlandê
WEZARETÊN KARÊN DERVE Û WEZÎRÊN WAN
-Îngilistan
-Luksembûrg
-Belçîka
-Swîsre – Wezîr: Beat Jans
-Ermenistan
-Almanya – Wezîr: Dr. Stefanie Hubig
-Portekîz – Wezîr: Rita Alarcão Júdice
-Kanada
-Fransa













