• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

Nûda Arici - Sema Gezîcî / AW

29 NÎSAN 2026 - 20:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan- Amadekariyên çalakiya 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê gihîşte asta dawiyê. Siyasetmedarên li Wanê girîngiya 1ê Gulanê vegotin û banga tevlibûnê kirin.

Amadekariyên 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê an jî Cejna Karkeran ku ji sala 1889an ve li cîhanê tê pîrozkirin, ber bi dawiyê ve tên. 1ê Gulanê dê îsal jî li gelek navendan bi mitîng û çalakiyên cûr be cûr bê pîrozkirin. Sendîka û saziyên demokratîk ên Wanê jî dê li Qada Bajêr a girêdayî navçeya Rêya Armûşê bi çalakiyekê vê rojê pîroz bikin. Çalakî dê di saet 12.30an de bi meşekê dest pê bike û dê girse ji ber Nexweşxaneya Hayatê heta Qada Bajêr bimeşin. Amadehiyên çalakiyê gihiştiye asta dawiyê. Siyasetmedarên li Wanê jî ji bo tevlibûnê bang li gelê herêmê kir û xwestin kedxwarî bi dawî bibe.

‘Li Qada Bajêr kom bibin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî kirine, diyar kir ku dê îsal jî karker li dijî zilmê, tundiyê derbikevin qadan. Abdullah Zeydan banga tevlibûnê li welatiyan kir û daxwaz kir ku karker, ciwan, jin û hemû gelê Wanê bila roja înê saet di 13.00ê de li Qada Bajêr kom bibin.

‘1ê Gulanê ji bo me roja hêvî û aştiyê ye’

Hevserokê Partiya Herêma Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr jî li ser gringiya 1ê Gulanê sekinî û wiha got: “Di sala 1977an de li hemberî karkeran êrişeke pir dijwar hat kirin, 36 karkeran jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî wê rojê, ev roj wekî rojeke cejnê tê pîrozkirin. Di sala 1982an de jî li vî welatî wekî rojeke fermî û betlaneyê hat qebûlkirin. Ji bo me ev roj, roja hêvî û aştiyê ye. Ji bo hevkariya karkeran em vê rojê pîroz dikin. Em ê li qada bajêr cejna karker û kedkaran bi hev re pîroz bikin. Em dixwazin gelê me jî tev li vê mitîngê bibe.”

‘Em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Weysî Dîlekçî jî bang li Waniyan kir û got: “Ji bo jiyaneke azad û demokratîk, werin Yekê Gulanê em li qadan bin. Bi beşdarbûna hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê KESKê Ahmet Karagoz em ê meş û mîtînga Yekê Gulanê li dar bixin. Saet 13.00an de, li ber Nexweşxaneya Heyatê heta qada bajêr em ê bimeşin û li vê derê mîtînga xwe bikin. Em hemû gelê xwe, hevalên ciwan, kedkar û jinan vedixwînin mîtînga xwe.”

Etîket: 1ê GulanebangewazîMîtîngsiyasetmedarWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

9 TEBAX 2026
Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

31 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne