• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Siyasetmedar Semîre Goran: Em bi birêz Abdullah Ocalan re ne

Fexredîn Kiliç / AW

30 GULAN 2025 - 08:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Parlamentera PDKê ya Hewlêrê ya berê Semîra Goran ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû wiha got: “Em hemû bi aştiyê dilxweş in. Niha serdema aştî, pirrengî, xebatên civakî û qanûnî ne. Em bi birêz Abdullah Ocalan re ne, destê wî xweş ku daxwaza aştiyê dike.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di 28-29ê Gulanê de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê di nav de gelek jinên niha parlamanter in û parlamenterên berê bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Konferans bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Endama Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û parlamentera serdema sêyem a PDKê ya Hewlêrê Semîra Goran ku tev li Konferansê bû ji Ajansa Welat re axivî.

‘Em li ber destên dayikan xebatkar mezin bûn’

Semîre Goran bi lêv kir ku partiya wan Partiya Demokrat a Kurdistanê gelek gelek giringî daye jinan û wiha got: “Ji dema şoreşa Şêx Ebduselam Barzanî ve giringî daye jinan. Piştî wî Şêx Ehmed, piştî Şêx Ehmed Mela Mistefayê Nemir û piştî wî jî Kak Mesûd e. Yanî wan her tim girîngî daye rola jinan. Di gelek qanûnan de guhertin hatine kirin. Em li ber destê dayikên wisa perwerde bûne ku pêşmerge bûne, ji bo ax û welêt xebat kirine. Li Şoreşa Îlonê, li Şoreşa Gulanê, her wiha di têkbirina DAIŞê de cih girtine. Keçên me şer kirine. Dayika Helîme çar kurên wê hebûn, di Şoreşa Îlon û Gulanê de şehîd dibin, kurên wê namînin, ew dibêje çênabe ku çekên wan li erdê bimînin, dibêje bila keç û bûkên min biçin çekên wan rakin. Kak Mesûd Barzanî got heta ku em xwedan dayikeke wiha qehreman bin, Kurdistan dê tim bi ser bikeve û bigihîje armanca xwe. Yekemîn jin ku li Iraqê hate sêdarekirin, jineke Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, Leyla Qasim bû. Daxwaz ji Leyla Qasimê kirin ku bila daxwaza lêborînê bike da ku wê sêdare nekin. Leyla Qasim ji Bûroya Siyasî ya PDKê re bersivê dişîne û dibêje ez çawa lêborînê ji partiyekê bikim ku xwînmija miletê min e. Eger ez daxwaza lêborînê bikim, ez ê ji miletê xwe daxwaza lêborînê bikim. Jina kurd xwe li ber dijmin netewandiye. Dayikan jî zarokên xwe wiha perwerde kirine.”

‘Daxwaza me yekrêzî û yekdengî ye’

Semîre Goran bi lêv kir ku piştgiriya pêvajoya heyî ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye dest pê kirin dikin û wiha berdewam kir: “Em gelek gelek piştgiriya aştiyê dikin. Em hemû dilxweş in bi aştiyê. Ji ber ku êdî serdem ne ew serdem e ku em şerê hev bikin û hev bikujin. Niha dem dema xebatên sivîl e. Niha serdema aştî, pirrengî, xebatên civakî û qanûnî ye. Daxwaza me ew e ku em hemû yekdeng bin, yekrêz bin. Em bi Birêz Ocalan re ne, destê wî xweş ku daxwaza aştiyê dike. Serok Barzanî jî piştgiriya aştiyê dike, şer naxwaze. Ji ber ku yên ku tên kuştin sivîl in. Sivîl gelek tên kuştin.”

‘Em daxwaza aştî û dîplomasiyê dikin’

Semîre Goran xwest ku her kes ji bo aştiyê yekdeng û yekrêz bin û ev tişt gotin: “Em daxwaza aştî û dîplomasiyê dikin. Em daxwaza projeyekê dikin ku yekrêziya kurd ava bike. Ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim û destxweşiya we dikim ji bo vê konferansê; vê konferansê kir ku em hemû jin şiyana xwe nîşan bidin, em bizanin ka şiyana me çi qas e. Kak Mesûd dibêje hûn ji xwe bawer bikin, em li pişt we ne. Eger serokek li pişt me be, wê demê em ji xwe bawer in. Niha jinên Başûr gelek jêhatî ne û gelek têdikoşin, di cihên biryardanê de ne, di hikûmetê de ne, li parlementoyê ne, dayik in, mamosta ne, pêşmerge ne, wezîr in, di sektora taybet de dixebitin, niha jin mil bi milê mêran dixebitin. Eger rola jinan ji mêran zêdetir nebe, qet jê ne kêmtir e.”

Etîket: Konferansa Parlamenterên Jin ên KurdPDKSemîra GoranTJAyekitiya jinanên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hêzên Pêşmerge bûn yek

Hêzên Pêşmerge bûn yek

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Li Amedê şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

23 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne