• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sînemaya derhêner Taha Karîmî hat nîqaşkirin

Amed / AW

30 GULAN 2025 - 11:55
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Di çarçoveya “Hevdîtinên Bîranîn û Bîrê” yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin lidarxistin, sînemaya derhêner, senarîst û hilberîner Taha Karîmî hat nîqaşkirin.

Ji aliyê Yekîneya Sînemayê (Sînebîr) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de kar dike, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê “Hevdîtinên Bîranîn û Bîrê” hatin lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de, ji bo derhêner, senarîst û hilberînerê Kurd Taha Karîmî ku di sala 2013an de jiyana xwe ji dest dabû, panelek bi sernavê “Lingê Xurt ê Sînemaya Kurdî Taha Karîmî” hat lidarxistin. Derhêner Ardîn Dîren moderatoriya panelê kir û Sarkew Masgarî û Fehîme Karîmî wek axaftvan beşdar bûn.

Serkaw Masgarî bi bîr xist ku mijara sereke ya hemû fîlmên Taha Karîmî şer û komkujiyên civakî bûye û got, “Mirov nikare vê rastiyê veşêre. Dema ku encamên şer û pevçûnan lêkolîn dikir û bi sînemayê nîşan dida, şer wek tiştekî ji mirovahiyê dûr û xeternak pênase dikir. Lê belê, gelek caran xwe dixist şûna wan mirovên ku di komkujiyan de mexdûr bûne û di şer de zirar dîtine.”

‘Weke sînemakarekî dij-şer dikare were nirxandin’

Masgarî bi bîr xist ku Karîmî bi zihneke hişmend û zelal, nêrîna xwe ya dij-şer di fîlmên xwe de, bi zimanekî sembolîk bal kişandiye ser aştî û jiyana hevpar a mirovan û got, “Ji bo mirovên li herêmê dijîn, tenê rêyek nîşan dida; ew jî rêya aştiyê bû ku aramiyê diafirand. Dema ku aştî û evînê bi zimanekî sembolîk vediguhast, di heman demê de rexne jî dikirin û pirsên li dijî şer, mijara sereke ya fîlmên wî bûn. Ev nêrîn û mijar bi fîlmên wî yên kurt dest pê kir û heta fîlmên wî yên dawî her zindî ma. Ji ber vê nêrîn û perspektîfê, Taha Karîmî dikare di nav sînemakarên dij-şer de were nirxandin.”

‘Taha bi sedan çîrok li paş xwe hiştin’

Xwişka wî Fehîme Karîmî jî got, “Têkiliyeke wî ya baş bi bavê min re hebû û ji bîranînên bavê min pir sûd werdigirt. Bavê min gelek çîrokên Kurdî digot. Jixwe, beşek ji fîlma ‘Çiyayê Spî’ ji bîranînên bavê min bi xwe pêk tê.” Karîmî got, “Taha ne tenê birayek, di heman demê de hevalekî baş û mamosteyekî jî bû,” û wiha berdewam kir: “Ewî bi baldarî li me guhdarî dikir, rêz li jinan digirt û bi wan bawer dikir. Her tim behsa wekheviya jin û mêr dikir. Dê, bav û Taha stûnên mala me bûn, em hemû diparastin. Bi çûyîna wî re yek ji van stûnên mala me jî hilweşiya! Bi mirina xwe re bi sedan çîrok li paş xwe hişt. Taha mîna pirtûkeke mezin bû û gelek rûpelên vê pirtûkê hene. Her kes li gorî xwe hin rûpelên vê pirtûkê dizane û ew qas wî nas dike.”

‘Berhemenên pirr hêja ji me re hişt’

Piştî panelê, Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zeynep Yaş spasiya beşdaran kir û plaket da wan. Yaş bal kişand ser wê yekê ku wefa yek ji bingehên sereke yên hunerê ye û got: “Çimkî ew, di heman demê de dest dide hemû çîrokên jiyanê. Bi wefayê re dixwaze di jiyanê de hişyariyek / hişmendiyek bibîne û biafirîne. Sînema, hunerek e ku çîrok û bûyeran, girêdana jiyana mirovan dibîne û pêşeroj û rabirdûya mirov, bi berhevkirina bîra çandî ya binehişî re rû bi rû bibe. Karîmî, bi wê jiyana xwe ya kurt, bi wê hewl û xebata xwe ya bêhempa, berhemên pirr hêja, mîraseke çandî ya neteweyî ya xurt ji me re hiştiye.”

Bername bi nîşandana fîlma Karîmî ya bi navê “Cehşê Spî” bi dawî bû.

Etîket: Çand AmedSaredariya Bajare Mezin a AmedeSînemaya KurdîTaha Kerîmî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

3 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026

Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê hate eşkerekirin

23 ÎLON 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne