• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

SÎHAyê di 10 rojan de 12 sivîl kuştin û 70 kes birîndar kirin

Navenda Nûçeyan /AW

18 ÇILE 2025 - 17:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Balafira şer a Tirkiyeyê (SÎHA) dîsa êrîşî sivîlên li ser bendava Tişrînê kir. Di êrîşê de 4 sivîl kuştin û 15 sivîl birîndar kirin. Di 10 rojên dawî de bi SÎHAyan 12 welatî hatin kuştin û 70 welatî jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de anî ziman ku dewleta Tirk careke din kombûna sivîlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrîşa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk beriya du saetan nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribû. Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li ser Bendava Tişrînê bi xwe tên hedefgirtin.

Di êrîşên li ser bendava Tişrinê de heta niha 12 welatî hatin kuştin û 70 welatî jî birîndar bûn

8ê çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

8ê çile

Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

15ê çile

15ê çileyê jî dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, dewleta Tirk a dagirker li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.

16ê çile

16ê çileyê, balafirên şer ên dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû, 3 jê rojnamevan 17 şênî jî birîndar bûn.

18ê çile 

18ê Çile, balafira SÎHA dîsa êrîş kir û di êrîşa li dijî sivîlên bendava Tişrînê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî birîndar bûn.

Ji 8ê kanûnê heta 10ê çile 51 sivîl kuştin

Ji 8ê kanûnê ve, dewleta Tirk bi bejahî hem bi hewayî Bendava Tişrînê hedef digirin. Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ku bendavê dagir bike û xelkê herêmê bê av û kehrebe bihêle. Lê HSê bersivên giran dide wan êrişan û destanên leheniyê dinivîsîne. HSDê ragihand ku heta 15 Çileyê di berxwedana dîrokî ya li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de, 81 şervanên HSDê şehîd bûne.

Di êrîşan de 51 sivîl kuştin

Êrişên balafirên şer ên Tirkiyeyê 40 roj in didome. Di êrîşên kanûna 2024an de 2 komkujiyên cuda de li navçeya Eyn Îsa û bi taybet gundên El Musterîha û Sifeyan pêk hatin. Di komkujiyên 8 û 10ê kanûna 2024an de 20 sivîl hatin kuştin. Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8ê kanûnê de 3 endamên wan li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.

Di 11ê kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bi temen jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de ambulansa Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû jiyana xwe ji dest da. Di nava rojê de bi giştî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 12ê kanûnê de di topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Ceada de 2 zarokan jiyana xwe jidest da. Di topbaraneke din de jî ku di 12ê kanûnê pêk hat, dayikek û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Di 13ê kanûnê de komên girêdayî dewleta Tirk xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê kuştin.

Di 19ê kanûnê de Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrişa balafireke bêmirov de şehîd bûn.

Di 27ê kanûnê de çeteyan êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrîn ê kantona Reqayê kirin û parêzvanê wê Mehmûd Muslim kuştin.

Di 31ê kanûnê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gundê Qeremox ê gundewarên rojhilatê Kobanê bi guleyan hedef girtin û di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nasan Seîd birîndar bû.

Di 8ê çile de dema karwanê sivîlan ji bo parastinê çû bendava Tişrînê, dagirkeriya Tirk li dijî gel komkujiyek pêk anî û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser maleke li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê ya di 10’ê Çileyê de, ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 10ê çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser bejahiya Dêrikê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

Etîket: 12 sivîl70bendava tişrînêêrîşSİHAsivîlTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

23 TEBAX 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne