• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

Gulîzar Turkoz / AW

6 GULAN 2026 - 08:53
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endama Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Sevîm Bîçîcî bal kişand ser rola jinan a di avakirina yekîtiya neteweyî de û destnîşan kir ku dê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin.

Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur di sala 2017an de li Amedê hate avakirin. Ji wê rojê ve her çiqas ji ber sedemên cuda navber dabe xebatên xwe jî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî ya Jinên Kurd xebatên xwe berdewam dike. Di platformê de li gorî daneyên sala 2025an 180 jin cih digirin. Yek ji wan jinan jî endama sekreteryayê ya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur û Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî ye. Sevîm Bîçîcî derbarê xebatên platformê û giringiya yekîtiya neteweyî de ji ajansa me re axivî.

‘Berjewendiyên giştî hatin paşguhkirin’

Sevîm Bîçîcî anî ziman ku ji bo yekîtiya neteweyî bi salan e xebat tên meşandin û daxwaza gelê Kurd di vî warî de pir zelal e, lê belê armancên diyarkirî hêj bi tevahî pêk nehatine. Sevîm Bîçîcî sedema vê rewşê wiha nirxand: “Hişmendiya kesayetî derketiye pêş. Her wiha, hişmendiya rêxistinî, sazî û partiyên siyasî ketine pêşiya berjewendiyên giştî, ku ev yek bûye sedem ku yekîtiya gelê Kurd bi tevahî pêk neyê. Piştî ku platformê di sala 2017an de xwe eşkere kir, xebatên ku me xwest em derxînin holê bi taybetî ji aliyê saziyan û hişmendiya mêrserwer ve rastî gelek astengiyan hatin.”

Xebatên dîplomasiyê û berfirehbûna platformê

Sevîm Bîçîcî diyar kir ku tevî hemû astengiyan, wan ji hemû reng û nêrînên jinên Kurd pêkhateyek ava kiriye û ev yek anî ziman: “Nûnerên hemû olan, mirovên xwedî raman û rêxistinên cihêreng tev li xebatên me bûn. Bi 101 delegeyan koordînasyon û sekreterya hat avakirin. Serdanên Başûrê Kurdistanê çêbûn, hevdîtin hatin kirin û bi dîyasporaya Ewropayê re têkilî hatin danîn.”

‘Heke ji jêr ve neyê avakirin, ji jor ve çênabe’

Sevîm Bîçîcî da zanîn ku heke yekîtî tenê di çarçoveya partî û saziyan de bimîne û bi hişmendiya baviksalarî bê meşandin, dê têk biçe. Sevîm Bîçîcî destnîşan kir ku yekîtî divê ji nava gel dest pê bike û wiha domand: “Jin dixwazin yekîtiya neteweyî bi her awayî pêk were. Me ev raman kir armanca xwe; yekîtiya neteweyî pêwîst e kolan bi kolan bê avakirin. Em dixwazin çanda Kurdî ya hevgirtin û hezkirinê ji nû ve geş bikin. Divê ev yekîtî ji kolan, tax û navçeyan dest pê bike. Heke yekîtî ji jêr ve neyê avakirin, ji jor ve çênabe.”

‘Em ê kesên yekîtiyê asteng dikin eşkere bikin’

Sevîm Bîçîcî bal kişand ser sedsala nû û da zanîn ku ew ê di dema pêş de li hemû navçeyan xebatên xwe berfireh bikin. Sevîm Bîçîcî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev sedsal dê bibe sedsala gelê Kurd. Ji niha û pê ve, xebata me ya herî girîng eşkerekirina wan sazî û kesayetên ku li dijî yekîtiyê disekinin e. Ew kesên ku dibêjin ’em yekîtiyê dixwazin’ lê di pratîkê de astengiyan derdixin, em ê wan ji gel re eşkere bikin. Em dixwazin gel û jina Kurd, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur wekî mala xwe bibîne. Barê me giran e, lê me piştgiriya gel stendiye û em ê yekîtiya neteweyî ya jinan teqez pêk bînin.”

Etîket: Endama Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Sevîm BîçîcîGirîngiya Yekitiya KurdHevşaredara Farqînê Sevîm BîçîcîJinên KurdYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Brezîlyayê xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hat nirxandin

Li Brezîlyayê xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hat nirxandin

24 HEZÎRAN 2026
‘Em ê bi hêza jinan a rêxistinkirî vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin’

‘Em ê bi hêza jinan a rêxistinkirî vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin’

8 HEZÎRAN 2026
Meclîsa Îştar gotinên zayendperest ên dijî jinên Kurd şermezar kir

Meclîsa Îştar gotinên zayendperest ên dijî jinên Kurd şermezar kir

7 HEZÎRAN 2026
Meclîsa Jinan a KESKê: Em gotinên ku jinên Kurd dikin hedef qebûl nakin

Meclîsa Jinan a KESKê: Em gotinên ku jinên Kurd dikin hedef qebûl nakin

7 HEZÎRAN 2026
Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026
Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne