• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meclîsa Îştar gotinên zayendperest ên dijî jinên Kurd şermezar kir

7 HEZÎRAN 2026 - 16:05
Kategorî: JIN
A A
Mexmûr-Meclîsa Îştar li dijî hişmendiya qirêj a kesên nijatperest ên Tirkiyeyê ku li hemberî jinên Kurd pêşketiye, daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên li ser jinên Kurd şermezar kir.

Meclîsa Îştar a Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî hişmendiya qirêj, gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek nivîskî da û xwest hemû qatil, noker û pergala mêr dewletê baş bizanibin nêzîkatiya li hemberî jinên kurd û cîhanê nêzîkatiya li rûmeta mirovahiyê û pêvanên azadiyê ye.

Meclîsê da zanîn ku ew gotinên qirêj, gemar û kîndarî yên ji aliyê kesekî bê ehlaq ê bi navê Rehmî Koç ve li dijî kesayet, nasname û rumeta jina Kurd hatî ziman, bi tundî şermezar dikin û wiha got: “Ev êrîş ne tenê daxuyaniyeke kesane ye, ev daxuyanî hişmeniya qirêj a qatilê maskekirî ye dixwazin vîna civaka azad di kesayeta jin de bişikîne. Îro li Kurdistanê û cîhanê, qatilên maskeyên ‘parêzerî’ ‘siyasetmedarî’ yan jî ‘welatparêziyê’ didin ber rûyê xwe, herî zêde êrîşî jinên Kurd dikin. Ji ber ku em baş dizanîn şoreşa Kurdistanê şoreşeke jinan e. Ew maskeyên ku li rûyê xwe dikin, rûyê wan ê kujer, faşîst û dij jin venaşêre. Kesên weke Rehmî Koç û hevalbendên wî, berhemên herî pîs ên wê sîstema qirker in, pergala xwe li ser xwîn û kedxwarîya jinan avakirine.”

‘Felsefeya Rêber Apo xeta me ya sor e’

Di daxuyaniyê de meclîsê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje ‘azadiya civakê di azadiya jinan de ye, jinên Kurd bi vê felsefeyê ji xweliya xwe zindî bû, bû xwedî artêş, vîn û pêşengiya mirovahiyê dike. Êrîşên li dijî jinên kurd di eslê xwe de êrîşên li dijî vê felsefeya rizgariyê ye’ bi bîr xist û got ku ew wek Meclîsa Îştarê li ser bingeha felsefeya Ocalan xwe tînin ziman û wiha pê de çû: “Felsefeya Rêber Apo xeta me ya sor e. Em bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jin mezin bûn, tu hêz, tu qatil û tu zimanê qirêj nikare vê vîna azad ku di dil û mejiyê me de şîn bûye, têk bibe. Têkoşîna me dê berfirehtir bibe, bersiva me ya herî mezin ji bo van êrîşan, bilindkirina asta rêxistinbûna jinan û belavkirina felsefeya azadiyê ye.”

‘Nirxên me pîroz in’

Meclîsa Îştarê destnîşan kir ku wek jinên Kurd û civaka Kurd bêdeng namînin û ev tişt vegot: “Li hemberî her cure êrîşên zayendparêz û netewperest, em ê asta têkoşîna xwe bilintir bikin. Nirxên me pîroz in, çand, nasname û bedewiya jina Kurd bingeha avakirina jiyanek azad û wekhev e. Tu zimanê qirêj nikare sersamî li vê heqîqetê bike.”

Li dijî hişmendiya qirêj banga yekbûnê

Daxuyaniya meclîsê bi vê bangê bidawî bû: “Em bang li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikin ku li hemberî van kujerên qastîk ên qirêj û hişmendiya kujer bibin yek. Bila herkes bizane jinên Kurd ne bêkes in, xwedî dîrok, artêş û felsefeya birdozîya rizgariya jin in. Xeta me ya berxwedanê zelal e. Em ê tu carî rê nedin kesên weke Rehmî Koç û hevalbendên wan ên qirêj nirxên me yên netewî û zayendî bikin amûrê devê xwe yê gemar.”

Etîket: Jinên KurdMeclisa Îştarê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Brezîlyayê xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hat nirxandin

Li Brezîlyayê xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hat nirxandin

24 HEZÎRAN 2026
‘Em ê bi hêza jinan a rêxistinkirî vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin’

‘Em ê bi hêza jinan a rêxistinkirî vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin’

8 HEZÎRAN 2026
Meclîsa Jinan a KESKê: Em gotinên ku jinên Kurd dikin hedef qebûl nakin

Meclîsa Jinan a KESKê: Em gotinên ku jinên Kurd dikin hedef qebûl nakin

7 HEZÎRAN 2026
Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026
Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

6 GULAN 2026
Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne