Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku mîsyona Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê ya li dijî DAIŞê bi fermî bi dawî bûye.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê derbarê bi dawî hatina erka Hevpeymaniya Naventeweyî ya li Iraqê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îro li Bexdayê bi boneya roja serweriyê û bi dawî hatina erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, fermandarên hêzên hevpeyman û fermandarên artêşa Iraqê merasîmek hat lidarxistin.
Elî Zeydî di merasîmê de axivî û wiha got: “Bi rengek fermî bi dawî hatina erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê radigihînin. Iraq îro berhemê wan qurbaniyên mezin û wê hewla qehremaniya ku bi salan dom kiriye ye. Hêzên me yên ewlehiyê bi hemû pêkhateyên xwe ve kontrola ewlehî û meydanî li ser tevayî herêmên Iraqê sepand.”
Zeydî di beşek din ya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Bi dawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî nayê wateya bi dawîhatina şerê me yê li dijî terorê. Belkî tê wateya veguhestina Iraqê ya ji bo qonaxek ku têde xwe bi xwe berpirsyartiyek tam di warê parastin, ewlehî û seqamgiriyê de digre ser milên xwe.”













