• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

Gulîzar Turkoz - Ûgûr Dînler / AW

27 GULAN 2026 - 09:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak têkildarî geşedanên dawî yên Pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk axivî û wiha got: “Heke guhertinên qanûnî yên entegrasyonê dernekevin û gavên hiqûqî neyên avêtin, pêvajo dê tim li ser xeteke zirav be û dê metirsiya sabotajê hebe.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an destpêkir, di demek krîtîk de derbas dibe. Bi boneya gavneavêtina îktîdara AKPê, nîqaşên xitimîna pêvajoyê cardin gur bûn. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, geşedanên siyasî yên dawî, daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî û astengiyên li pêşiya maseya muzakereyê ji ajansa me re axivî.

‘Îhtîmala sabotajan jî ji bo vê pêvajoyê heye’

Di destpêka axaftina xwe de Serhat Çakmak anî ziman ku wan hêvî dikir heta vê rojê hin gavên berbiçav bihatana avêtin û wiha axivî: “Ji ber ku aliyekî ewqas gav avêtine, lê aliyê din tu gaveke piçûk jî neavêtiye. Pêvajoyeke wiha ye ku di cîhanê de emsalên wê hene, divê her du alî gav bavêjin da ku baweriya wan bi hev re çêbibe û hêviya gel jî bi vê pêvajoyê çêbibe. Niha dema ku aliyek gav navêje, him aliyê din mafdar e û dibêje, ‘Çima ev gav nayên avêtin? Gelo di vê pêvajoyê de samîmî nîne? Ev gav ji bo hin niyetên polîtîk nayên avêtin?’ Ev bi rastî hem ji aliyê hiqûqî ve pêwîst dike ku gavên hiqûqî werin avêtin, hem jî ji aliyê polîtîk ve dibe sedem ku baweriya gel û baweriya aliyê din ji aliyekî re nemîne. Ji ber vê yekê, heke gav neyên avêtin, îhtîmala sabotajan jî ji bo vê pêvajoyê heye.”

‘Di navbera gotin û kiryarên iktidarê de nakokî heye’

Serhat Çakmak, bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên roja 18ê Gulanê û diyar kir ku ev daxuyanî ji ber bêdengiya îktidarê hatine dayîn. Serhat Çakmak li ser daxuyaniya Devlet Bahçelî wiha got: “Bahçelî çima ev daxuyanî dabû? Ez wiha difikirim, temaşe kir ku ji aliyê îktidarê ve gav nayên avêtin. Ji bo pêvajoyê Bahçelî bi kurtasî dibêje ‘Ez li ser navê dewletê dibêjim; Em bi xwe bawer in, em ê gav bavêjin.’ Lê belê, peyama berî wê dabû jî ji aliyê hikûmeta AKPê ve li ber çavan nehat girtin. Wî gotibû ku bila dawî li qeyûman bê, Birêz Demirtaş tahliye bibe, Şaredarê Esenyurtê vegere peywira xwe û Şaredarê Mêrdînê dest bi karê xwe bike. Lê gotinên wî qet bi cih nehatin. Lê belê, pêvajoya ku wî dest pê kiribû, piştî wê jî ji aliyê îktidarê ve berdewam kiribû. Niha di nava wan de, ji aliyê gotinê ve nakokiyek heye. Divê vê nakokiyê biqedînin û gav bavêjin. Lê encama wê nîşan dide ku wê gav navêjin. Heke ku armanca wan yek be û polîtîkaya xwe wiha berdewam bikin, wê demê samîmiyeta wan li aliyê din tê pirsiyarkirin. Yanî yek îdare bike û yê din jî gav navêje; ev polîtîka tenê heta demekê dikare bê bikaranîn. Piştî demekê, hêviya gelê Kurd bi xwe jî gelek kêm dibe. Ji bo pêvajoyê ku îktidar gav bavêje, hêviya wan gelek kêm e. Demeke din jî heke gav neyên avêtin, dê hêvî bi temamî xelas bibe.”

‘Rêberê Gelê Kurd dibêje asta duyemin a muzakereyê destpê kiriye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Serhat Çakmak bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û girîngiya avêtina gavan, her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha pêdeçû: “Dema ku hêviya gelekî xelas bibe, tu armanc bi ser nakeve. Ji bo wê divê vê nakokiyê di nava xwe de biqedînin. Ji ber ku di nava Rojhilata Navîn de her roj dewletek têk diçe û hildiweşe, her roj bûyereke nû derdikeve. Wextê ew bûyerên mezin derkevin êdî gelê Kurd gelê Tirk û gelên vê Mezopotamyayê wê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin. Mijar hûn dizanin ku Birêz Ocalan gotibû asta yekem xilas bû êdî asta duyem a muzakereyê dest pê kiriye.”

‘Şert û mercên siyaseta demokratîk bên amadekirin’

Di dawiya axaftina xwe de Sehat Çakmak destnîşan kir ku divê maseya muzakereyê hêdî hêdî xwe bi rengê qanûnan vebiguherîne derbasî asta biryar dayînê bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke ku guhertinên qanûnî yên entegrasyonê dernekevin, pêvajo her tim li ser xeteke zirav e. Ew xet dema ku şikest, piştî wan sabotajan em nikarin pêvajoyê dîsa rast bikin. Ji bo wê, divê di pêvajoyê de rastiyeke wiha hebe ku gav bi gav mirov bi pêş ve here. Rawestandin û li cihê xwe sekinîn, ji bo me paşveçûnek e. Ji bo gelê vê axê paşveçûnek e. Ji ber vê yekê divê ev gav bên avêtin, gavên hiqûqî bên avêtin. Kîjan gav wê bêne avêtin, ew jî diyar e. Divê gavên entegrasyonê zêde bibin û bêne avêtin, û endamên PKKê hêdî hêdî vegerin ser axa xwe, di nava civata xwe de û di nava siyaseta demokratîk de cih bigirin. Heke ku ev şert û merc ji bo wan neyên amadekirin, dê bibêjin ‘Em li vir mane, me xwe asê kiriye, tu nasnameya me ya siyasî tuneye, ger em li vir bisekinin em ê çi bikin?’. Ji bo wê jî, divê ev sekinandin dawî bibe û hêviya me ew e ku dewlet êdî gavên hiqûqî bavêje.”

Etîket: Abdullah OcalanDevlet Bahçelikomîsyona pêvajoya aştî û civaka demokratîkKurdistanOHDSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne