Tevî hewldanên ji bo aştiyê tên kirin didomin jî di navbera Amarîka û Îranê pevçûn berdewam dikin. Şerê didome aloziyên civakê kurtir, jiyana rojane ya welatiyan zehmettir kir.
Şerê ne rêk û pêk yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê bi êrişên rojane didome. Ji ber ku şer hîn jî berdewam dike bîlançoya can û mal her roj diguhere. Ji destpêkê heya niha li gorî daneyên hatine parvekirin 17 leşkerên Amerîkayê di şerê didome de hatine kuştin, zêdetirî 420-430 leşker jî birîndar bûne. Hikûmeta Îsraîlê derbarê bîlançoya leşkeran xwe de tu agahiyên fermî parve nekir lê belê li gorî daneyan 26-27 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Li Îranê jî ji ber daxuyaniyên nakok derbarê hejmara kesên hatine kuştin de hejmarek bi bawer nîn e. Çavdêrên serbixwe destnîşan dikin 1200 leşkerên Îranê di şer de hatine kuştin, tevî zarokan 1700 sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.
Êriş belavî herêmê bûn
Herwiha li Lubnan, Iraqê û welatên li Kendavê jî gelek caran bûn hedefên fuze û dronanên Îranê û van êrişan de gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Îran gelek caran êrişên Amerîkayê hincet nîşan da, gelek Kurd bi darve kirin, bi fuze û dronên xwekuj êrişî baregehên partiyên Kurd yên li başurê Kurdistanê bi cih bûne kir. Êriş di nava Kurdan de pêdivî û girîngiya nîqaşên yekitiyê tîne rojevê.
Jiyana rojane zehmettir bû
Ji ber gengeşiya li Kendava Hurmuzê ev demeke dirêj e didome keştiyên bazirganiyê ji ber alozî û êrişên berdewam êdî berê xwe didin rêyên ewletir. Ev jî bû sedem ku bihayê bermileke petrolê 90 dalaran derbas bû. Ji ber bihabûna petrolê û şerê berdewam dike gelek tesîsên petrolê, rêyên veguhestinê, balefirgeh û tesîsên pîşesaziyê zirar dîtin.
Şerê berdewam dike zirara herî mezin li ser jiyana rojane ya jin, zarok û welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ava kir. Bihabûn, nediyarbûna rewşa welat, şerê berdewam dike, êrişên didomin li ser jiyana rojane bandoreke kûr û neyînî ava kir. Herwiha xwe gihandina mafê tenduristiyê, bi dest xistina alavên paqijiyê, ger û geşta aram bi tena serê xwe pirsgirêk e.
Bi milyonan welatiyên Îranê ji ber şer û êrişên esmanî ji cih û warên xwe koç kirin. Gelek nexweşxane, dibistan, kargeh, pir, muzaxane û tesîsên pîşesaziyê zirar dîtin. Îran dixwaze nukleerê dewlemend bike, kontrola Kendava Hurmuzê tim di destê wan de be û ji keştiyên ji kendavê derbas dibin bacê bistîne. Amerîka jî li hemberî vê derdikeve û dixwaze kendav ji bo keştiyên bazirganiyê vekirî be û derbasbûn ewle û bêpere be. Herwiha Amerîka dixwaze Îran tu caran enerjiya nukleerê bi dest nexe.
Bêbawerî bingeha pevçûnan e
Îran dixwaze di warê nukleerî de xwe pêş bixe û di serî de Îsraîl, Amerîka û dewletên endamên NATOyê vê yekê ji bo ewlehiya xwe û herêmê wek metirsî dibînin. Biryarbûna Îranê ya di vê hêlê de li ser hevrikên xwe yên muzakereyê metirsî û bêbaweriyê ava dike. Herwiha Îran polîtîkaya domandina şer, hevrikê xwe bi lêçûnên zêde yên şer têk birinê tevdigere û bi hêzên xwe yên hevalbend û bi çekkirina wan (Hizbullah) qada şer berfireh dike û danûstendina aloz dike. Dîsa siyaseta perçeyî û pir aktorî ya Îranê jî di muzakereyan de lihevkirinê zor û giran dike. Herwiha ji ber garantoriyeke xurt a agirbestê tune bû û şert û mercên şopandina agirbestê lewaz bû, hevdîtinên heya niha hatine kirin jî berhewa bûn.
Siyaseta piralî çareseriyê zehmet dike
Şert û mercên demê guherîn û veguherînê li dewletên netewe û navendîparêz ferz dike. Welat û siyaset ne bi mudaxileyên leşkerî û darbeyan lê bi îradeya gelan û têkoşîna hêzên demokrasiyê diguherin û pêş dikevin. Diyar e ku guhertina Îranê dê li ser hemû dewletên li Rojhilata Navîn û welatên li derdorê Kendavê bandoreke erênî ava bike. Lê aloziya li Îranê ji ber siyaseta perçeyî, pir alî û pir aktorî xuya ye dê demek din bidomîne.













