• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Şer û êrişên li ser Rojava pêvajoya li vir daye sekinandin’

Abdullah Esen / AW

22 ÇILE 2026 - 09:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Serokê Komeleya Timoqiyan a Êlihê parêzer Ferhat Bayindir bi lêv kir ku heta êrişên li Rojavayê Kurdistanê bi dawî nebin dê aramî nayê Bakurê Kurdistanê jî û got: “Şer û êrişên li ser Rojava pêvajoya li vir daye sekinandin.”

Ji 6ê Çile ve li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên qirkirinê pêk tên. Êrişên çeteyên DAIŞê, HTŞê û SMOyê li ser Rojava bi dijwarî berdewam dikin. Gelê Kurd û dostên xwe li çar aliyên Kurdistanê û dinyayê li ber xwe didin û bi ruhê seferberiyê êrişan protesto dikin. Ji her beşên civakê yên li Kurdistanê hêrs û nerazîbûna li dijî êrişên têkbirina destkeftiyên Rojava didome.

Serokê Komeleya Timoqiyan a Êlihê parêzer Ferhat Bayindir derbarê êrişên li Rojava de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Êrişên li ser Rojava bandorê li vir dike’ 

Ferhat Bayindir diyar kir ku bi destpêkirina şerê Rojava re bandora xwe li ser pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî dike û wiha got: “40 sal in em bi çavên xwe dibînin ku pirsgirêka Kurd bi şerê çekdarî nayê meşandin. Ji ber vê yekê hemû pevçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nayên çareserkirin. Em ji ber êrişên li ser Rojava gelek xemgînin. Em naxwazin mirovên me yên li wir bi kuştinê re rû bi rû bimînin û ji cih û warên xwe bêne koçberkirin. Ev êrişên ku têne kirin em bi tund şermezar dikin û em dixwazin êriş bêne sekinandin. Her wiha li Kurdistan û Tirkiyeyê jî pêvajoyek heye û divê ev pêvajo pêş ve biçe. Ev pirsgirêk jî bi rêya diyalogê tê çareserkirin. Li Rojava mirovên me dijîn û xesara ku li wir tê kirin, bandora xwe li vir jî dike. Di nava vî 10-15 rojî de bi şerê Rojava re pêvajo li Tirkiyeyê hatiye sekinandin. Heta ku şerê li Rojava hebe aramî nayê vir jî. Divê aştî li hemû Rojhilata Navîn pêk bê û her kes bigihîje aramiyê.”

‘Divê Kurd bigihîjin mafên xwe bingehîn’

Ferhat Bayindir anî ziman ku divê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bigihîjin mafên xwe yên bingehîn û got: “Di vir de nakokiyeke mezin heye, îro li Rojava şer didin meşandin û li Bakur dibêjin em ê aştiyê pêk bînin. Herdu bi hev re nayên meşandin û pêvajoyê dixitimîne. Divê aştî yek alî be, çawa li Bakur pavajo heye divê li Rojava jî aramiyek hebe. Li her çar parçeyên Kurdistanê divê Kurd bigihêjin mafên xwe yên bingehîn, ji ber ku pirsgirêka wan yek e. Li her çar perçeyên Kurdistanê pirsgirêka çand, ziman, dîrok û nasnameyê tê jiyîn. Divê ev pirsrgirêk bi rêya demokrasiyê, edaletê û hiqûqê bê çareserkirin. Li cihekî şer hebe aborî, mafê mirovan, edalet û demokrasî ji holê tê rakirin, aştî pêk nayê. Şer; mirovahiyê û civakan û her kesî diqedîne. Aştî ji bo me tiştekî herî pîroz e. Dema ku aştî di nava me de hebe em ê bêtir aram bin. Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê dikare were çareserkirin. Dema ku şer û pevçûn hebin dê tu carî pirsgirêk nayên çareserkirin.”

Etîket: RojavaSerokê Komeleya Timoqiyan a Êlihê parêzer Ferhat Bayindir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne