Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê ji bo jiyandina bîranîn û mîrateya rojnamegeriyê ya rojnameger-nivîskar û pêşengê çapemeniya azad Seyît Evran, ji bo ragihandina bîra civakî û nirxên çandî yên gelê Kurd û nifşên pêşerojê Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin.
Gelê Kurd û dostên wan ên ku li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatin ba hev, Komuna Çapemenî û Dîjîtalê ya Şehîd Seyît Evran a Cenevreyê ragihandin. Daxuyaniya têkildarî avakirina komunê ji aliyê nûçegihan Veysel Kuşkanadi ve hat parvekirin.
Kuşkanadi diyar kir ku xwedîderketina li ziman, çand, dîrok, nasname û nirxên civakî yên gelê Kurd berpirsiyariyeke hevpar e û da zanîn ku bi armanca pêşxistina jiyana rêxistinkirî ya li dîasporayê, mezinkirina piştgiriya civakî û ragihandina nirxên çandî ji bo nifşên pêşerojê gaveke wiha hatiye avêtin.
Di nav qadên xebatê yên sereke yên Komuna Çapemenî û Dîjîtalê ya Şehîd Seyît Evran a Cenevreyê de xuyakirina xebatên çand, huner, wêje, dîrok û jiyana civakî ya gelê Kurd cih digirin.
Di heman demê de tê armanckirin ku çalakiyên tên lidarxistin werin tomarkirin, belgekirin, arşîvkirin û bi raya giştî re werin parvekirin û di navbera xebatên civakî yên li dîasporayê de ragihandin û piştgirî were pêşxistin.
Kuşkanadi anî ziman ku qada çapemenî û dîjîtalê ne tenê ji parvekirina nûçeyan pêk tê, di heman demê de ji bo avakirina bîra kolektîf a civakê û ragihandina berhevkirina wê ya çandî ji bo nifşên pêşerojê jî xwedî berpirsiyariyeke girîng e.
Kuşkanadi diyar kir ku komîn diyarî bîranîna rojnameger – nivîskar Seyît Evran ê ku di 22yê Îlona 2023yan de şehîd ketibû hatiye kirin û destnîşan kir ku Evran di jiyana xwe ya rojnamegeriyê ya zêdetirî 30 salan de li her çar parçeyên Kurdistanê û di şert û mercên herî dijwar de rojnamegerî kiriye û ji bo ku rastiya gelê Kurd bi pênûs û kameraya xwe ji cîhanê re ragihîne ked daye.
Kuşkanadi anî ziman ku Seyît Evran yek ji kedkarên girîng ên kevneşopiya çapemeniya azad bû û li pey xwe berhevkirineke girîng a rojnamegeriyê, berhemên nivîskî û arşîveke xurt hiştiye ûbi bîr xist ku Evran rojnamegerî ne tenê wekî pîşeyekê, wekî berpirsiyariya parastina bîra civakî û tomarkirina heqîqetê didît.
Veysel Kuşkanadi di daxuyaniya li ser navê komînê de, gotinên Evran ên di peyama wî ya dawî de ku digot: “Ez Kurd bûm û diviyabû gelê min jî azad bûya. Ji bo vê yekê heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî, min gotina xwe got” bi bîr xist.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bîranîna Seyît Evran wê ne tenê bi gotinê; wê xebatên çapemenî, çand, huner, belgekirin, arşîvkirin û jiyandina bîra civakî ber bi pêşerojê ve were ragihandin.
Kuşkanadi bang li gelê Kurd ê li Cenevreyê, ciwanan, jinan, hunermendan, rewşenbîran, kedkarên çapemeniyê û dostan kir ku piştgiriyê bidin xebatên komînê.
Veysel Kuşkanadi bal kişand ser girîngiya hevpariya agahî, belge, wêne û arşîvan û banga ji bo hilberîna bi hev re û mezinkirina piştgiriya ji bo parastina bîra hevpar, jiyandina nirxên civakî û ragihandina wan ji bo nifşên pêşerojê dubare kir.













