• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê şer hat asta krîtîk: DYA û Îsraîl piştî serweriya hewayî li pey serweriya bejahiyê ne

Navenda Nûçeyan / AW

8 ADAR 2026 - 11:34
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê di roja 9an de ji pir aliyan ve didome û şer hat astek krîtîk. Her çiqas gelek welat ji şer bandor bûn û hin welatan jî daxuyaniyên şer û dîplomatîk dan lê DYA û Îsraîl piştî serweriya qada hewayî niha jî li pey wê yekê ne ku serweriya bejahiyê kontrol bikin.  

Amerîka û Îsraîlê eşkere kirin ku dê şer ji leza xwe tiştek kêm neke û dê hê zêdetir û berfirater bibe. Li gel ku Serokkomarê Îranê Mesuod Pezeşkiyan ji welatên ku rastî êrişên wan hatine lêborûn xwest û got: “Em ê êriş nekin” jî li Rojhilata Navîn gelek welat careke din bûn hedefa şer. Hin welatan jî banga rawestandina şer û destpekirina hevdîtinê kirin

Îsraîl: Qada esmanî ya Îranê di destê artêşa me de ye

Artêşa Îsrîlê li ser hesabê xwe eşkere kir ku êrişeke nû ya hewayî li dijî hedefên Hîzbûllaha li Beyrûtê pêk anîn, li sîstemeke roketavêj xistin û wargehên li Celîlê dihat bikaranîn, wêran kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi daxuyaniyek eşkere kir ku qada esmanî ya Îranê di destê artêşa wan de ye. Her wiha hikûmeta Lûbnanê hişyar kir ku eger peymana agirbestê bi cih neyne û Hezbullah bêçek neke, dê bi “encamên karesat” re rû bi rû bimîne. Di agahiyê de hat gotin ku duh bişev Hîzbûllahê gelek roket avêtine Îsrîlê û ev daxuyanî piştî van êrişên bi roketan hat dayîn.

Amerîka Derya Spî kir baregeha keştiyên balafirên şer

Gelek caran Serokê Amerîkayê û birpirsên Amerîkî diyar dikin ku ew hebûna xwe ya leşkerî ya li Derya Spî zêde dikin. Li gorî Fox Newsê duh, keştiya balafirên şer USS George HW Bush (CVN 77) li Rojhitê Derya Spî dê bê bicîhkirin û ev dê bibe keştiya sêyemîn ya çalek ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê. Her du keştiyên din ên bi navê USS Abraham Lincoln û USS Gerald R. Ford li Derya Spî li dijî Îranê di nava şer de ne. Hat gotin ku hebûna van keştiyan bi hev re dê rê li ber gelek lawaziyên şer bigire.

Kirinên hêzên leşkerî yên Îranê û gotinên Pezeşkiyan naşibin hev

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke li ser platforma xwe ya medyaya dîjîtal Truth Social de bersiv da gotine Serokkmomarê Îranê Mesuod Pezeşkiyan ya “teslîm nabin” û got ku îro dê pir bihêz li Îran bixin. Trump diyar kir ku ew êrişan berfireh dikin û hedefên nû jî dê lê bên zêdekirin. Her wiha îdiayên ku Îranê leşkerên Amerîkî revandine jî hate redkirin.

Du fermandarên Kuweytî di êrişên Îranê de hatin kuştin

Li gorî medyaya Îsraîlê, du endamên hêzên ewlehiyê yên Kuweytê di êrişên ku serê sibeha îro de ji aliyê Îranê ve li dijî Kuweytê pêk hat de hatin kuştin. Her wiha hat gotin ku çend dronên Îranê li depoyên sotemeniyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê xistine û ev êriş li derdorê bû sedema ziyan û şewatê; şewat piştî çend saetan hat kontrolkirin.

YME: Me moşek û dronên Îranê bêbandor kir

Yekîtiya Mirîtiyên Erebî (YME) dîyar kir ku ew xwe li dijî moşek û balafirên bêmirov ên Îranê diparêzin. Wezareta Parastinê ya Yekîtiya Mîrîtiyên Erebî ragihand ku sîstemên parastina hewayî li dijî balafirên bêmirov û moşekên ku ji Îranê tên, hatine aktîfkirin û êrişên pêk hatin li hewa bêbandor kirine.

Duh derengê şeve 6 êriş li dijî Silêmaniyê pêk hatin

Duh bi şev navenda bajarê Silêmaniyê û Fermandariya Hêzên 70ê hat bombekirin. Du êriş li nêzî otela Titanic ya li Silêmaniyê pêkhat, di heman demê de êrişî Fermandariya li Silêmaniyê jî hatiye kirin. Duh derengiya şevê 6 caran êrişî Silêmaniyê hat kirin, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hatiye kirin û di van êrişan de pêşmergeyek yê komeleyê hat kuştin. Piştî êrişan bi demekê, Koma Seraya Ewliya bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên li ser Silêmaniyê ji aliyê hêzên wan ve pêk hatiye.

Li Silêmaniyê bi doronek êrişê Neteweyên Yekbûyî kirin

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, bi firokeyeke bêmirov êriş li dijî avahiyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Silêmaniyê yê li Herema Kurdistane pêk hat. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Reutersê, duh di derengê şeve de firokeyeke bêmirov êrişî avahiyeke NYê ya li Silêmaniyê kir. Derbarê xesaran de agahî nehat dayîn.

Awistralya: Em leşker naşînin lê emê parastina hewayî bikin

Wezîra Karên Derve yê Awistralyayê Penny Wong di hevpeyvîneke televîzyonê de got ku di vê pêvajoyê de Îranê êrişê gelek welatan kir û ew ne alîgir in. Ji ber vê yekê, tê payîn ku ew ji wan alîkariyê bixwazin û ew ê vê yekê bi baldarî binirxînin. Awistralya ligel ku hevalbendeke nêzîk yê Amerîkayê ye eşkere kir ku şer gurttir bibe jî ew ê leşker neşînin Rojhilata Navîn. Lê Wong diyar kir ku ew karin wan welatan ji êrişên moşek û dronan biparêzin.

Çîn: Hêza mezin ne hişê mezin e

Li gorî nûçeyeke rojnameya The Guardian ya îro Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di daxuyaniyeke çapemeniyê de li Pekînê got ku şerê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye meşandin divê qet çênebûya. Wang Yi wiha got: “Hebûna bihêz nayê wateya hişê bihêz. Cîhan nikare vegere ser yasaya çolê.” Wang Yi bang jî dike û di banga xwe de dixwaze ku operasyonên leşkerî lezgîn bên rawestandin da ku pêşî li girantirbûna rewşê bigire û hemû alî zûtirîn vegerin ser danûstandinan.

Etîket: AmerîkaBenjamîn NetanyahûDonald TrumpDYAÎsraîlMesud PezeşkiyanRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne