• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Senator Savodelli: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referansek e

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÇILE 2025 - 13:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Senatorê Fransî Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re şand û got: “Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referansek e.”

Bertekên raya navneteweyî ya li dijî êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Senatorê Fransî Pascal Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojavayê nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî. Savodelli diyar kir ku modela rêveberiyê ya berfireh û demokratîk a Rojavayê divê di avakirina Sûriya nû de bibe mînak û bang li Fransayê kir ku hevalbendên xwe yên Kurd tenê nehêle.

Senator Savoldelli diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad ji bo gelê Sûriyeyê hêviyekê temsîl dike û got: “Vê hêviyê di sala 2011an de dest pê kir û niha lûtkeya şorekê ye ku encama nediyar e. Wek parçeyekî vê Şoreşê Kurdên Sûriyeyê ji deh salan zêdetir e piştgiriya projeyeke siyasî dikin ku xwe dispêre xweseriya demokratîk û hemû hemû civak bi hev re di nav aşîtiyê de dijîn. Îro ev model, ji bo avakirina Sûriyeya nû ya berfireh û demokratîk ku xwe dispêre edalet, wekhevî û mafê hemû pêkhateyan referansek e.”

Hêzên tarî gefan li Rojava dixwin

Senator Savoldelli, têkoşîna Kurdan a li Sûriyeyê li dijî DAIŞê dayî bi bîra Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot xist û got: “Hêzên Kurd, bi taybet di sala 2015an de di peywenda êrîşên cîhadîstan ên li ser xaka Fransayê li dijî gelê Fransî pêk anîn, ji bo Fransa û koalîsyonê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bûye hevalbendekî biqîmet.

Lê belê, piştî ku di 8’ê Kanûna 2024’an de koma Îslamîst û tundrew Heyhet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Şamê desthilat bi dest xist, bi taybet hin hêzên paşverû û tarî yên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêmên bakur û rojhilatê welat yên ku Kurd lê zêde ne li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrîş dane destpêkirin. Bi taybet li Dêrazor û Minbicê kontrola hin herêman bi dest xistin. Gelek şahidên ku ji herêmê hatine tînin ziman ku gelê sîvîl tê qetilkirin.”

Divê Fransa Kurdan tenê nehêle

Senator Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir ku divê Fransa li hember êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wê yên li ser Rojava li aliyê Kurdan bisekine û wiha got: “Dema ku em mezinahiya êrîşên li dijî Kurdan li ber çavan bigirin, ez dixwazim bipirsim ku ‘Gelo, Fransa da ku piştgiriya hevalbendên xwe Kurdan û modela wan a rêveberiya demokratîk bike, di pêvajoya siyasî ya jinûveavakirina Sûriyeyê de rê li ber daxilbûna Kurdan veke û bi taybet ji bo şermezarkirina êrîşên biyaniyan ên ku parçebûn û rageşiyan dijwartir dikin ku ji ber Tirkiyeyê rû didin, dê giraniyeke çawa nîşan bide?’ Di vê serdemê de ku mirov nikare metirsiya karesateke nû ya însanî paşguh bike, Fransa nikare hevalbendên xwe yên Kurd tenê bihêle.”

Etîket: FransaJejan-Neol BarrotKurdRojavaSavoldellîSenator
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne