• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sektora herî bi metirsî: Înşaat

Sema Gezîcî / AW

28 GULAN 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gorî rapora 2025an a ÎSÎGê, di nava salekê de herî kêm 493 karkerên înşaatê bi ‘qezayan’ jiyana xwe ji dest dane. Karkerên înşaatê ku bertek nîşanî bêewlehiyê dan, daxwaza pêkanîn û serarastkirina şert û mercên ewle yên xebatên xwe kirin.

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), li seranserê sala 2025an daneyên karkerên înşaatê yên ku di encama ‘qezayên kar’ de jiyana xwe ji dest dane berhev kiriye. Li gor daneyên herî dawî yên sala 2025an, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 493 karkerên înşaatê di dema xebatên de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar nîşan dide ku sektora înşaatê di rêza yekem a mirina karkeran de cih digire. Li gorî raporê, di nava salê de bi giştî 2 hezar û 105 karker di ‘qezayên kar’ de mirine û ji sedî 23yê van mirinan tenê di sektora înşaatê de pêk hatine. Sektora înşaatê bi 493 mirinan di rêza yekem de cih girt û piştre karkerên çandiniyê bi 414 mirin, sektora veguhastinê jî bi 272 mirinan di raporê de cih girt.

Li gorî raporên mehane yên ÎSÎGê, di 4 mehên destpêkê yên sala 2026an de li seranserê welat herî kêm 136 karkerên înşaatê di encama karesatên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hêjaye gotinê ye ku di van çar mehan de di hemû sektoran de bi giştî 622 karker mirine û sektora înşaatê dîsa wekî ‘sektora herî bi metirsî û herî pir mirin tê de çêbûne’ di rêza yekem de cih girtiye.

Sedema sereke ya mirinan ji bilindahiyê ketin e

Daneyên ÎSÎGê nîşan didin ku sedema herî mezin a mirina karkerên înşaatê ‘ji bilindahiyê ketin’ e. Nebûna îskeleyên ewle, bikarneanîna kemberên ewlehiyê û nebûna kontrolên pêwîst, wekî sedemên sereke yên van karesatan hatin destnîşankirin. Her wiha di mirina karkerên înşaatê de ‘di bin hilweşînan de mayîn’ û ‘ceyran’ jî hejmareke mezin digirin.

Ava kelî bi ser de rijiya ye lê tazmînatê jî nadin

Karkerên înşaatê yên Wanî ji ajansa me behsa şert û mercên xebata înşaatê kirin. Welatiyên ku ji bo debara malbatên xwe diçin derveyî welatê xwe, dibêjin ku ew ji ber bêkarî û neçariyê di nav şertên xeternak de dixebitin.

Ciwanê ku di înşaatê de qezayek derbas kiriye Mesut Ozcan diyar ku di înşaetan de ewlehî tune ye û wiha got: “Di înşaatê de ava germ bi ser min de rijiya û ez şewitandim. Ez sê mehan di lênêrîna awarte de mam û divê ez careke din biçim emeliyat bibim. Li ser vê yekê tazmînata min jî nedan min û şantiya ez di tê de dixebitîm jî ya Emîne Erdoganê bû. Me doz vekiriye lê dozger her tim dosyayê digire. Em heqê xwe dixwazin, bila dengê me bibîhizin.”

‘Bila ciwanên me nemirin’

Karkerê înşaatê Menaf Polat anî ziman ku ji bo xebatê ciwan berê xwe didin înşaatan lê di wê de jî ewlehî tune ye.

Polat destnîşan kir ku wî jî hefteyek beriya niha destê xwe di înşaatê de şikandiye û ev tişt anî ziman: “Ez di pêlekanan de ketim. Tevî kemberê jî ji bo ewlehiyê tiştek nîne. Qîmet nadin karkeran û derdê wan tenê pere ne. Daxwaziya me ewlehiya kar e û bila qimetê bidin karkeran. Divê dewlet û şaredarî dest biavêjin vê pirsgirêkê û çareser bikin. Bila ciwanên me nemirin, ewlehiya wan bê girtin.”

‘Mûçe li Wanê kêm in’

Karkerê înşaatê Velî Taşdemîr diyar ku ew niha li Konyayê di înşaatê de dixebite û înşaat ji aliyê ewlehiyê ve baş e.

Taşdemîr anî ziman ku ew di vê înşaatê de pirsgirêkan najî û wiha axivî: “Hemû înşaat wekî hev nîn in û hin baş in, hin jî nebaş in. Di înşaata ku ez di tê de dixebitim ji aliyê ewlehiyê ve baş e. Gelek welatiyên me li Wanê di înşaatan de bi erzanî dixebitin û qezenca wan pir kêm e. Lewma em neçar in biçim xûrbetê û metropolan bixebitin. Li wan deran kar pir e. Daxwaza min ew e ku bila bi erzanî nexibitin. Çima li derve 250-300 e, lê li vir 150 ye. Heke li vir jî mûçe bên zêdekirin, ez naxwazim biçim welatin din bixebitim, ez ê dê li bajarê xwe karê xwe bikim.”

‘Dewlemendên me razemeniyê ji bo vir nakin’

Karker Mahmût Akbûlût destnîşan kir ku li metropolan gelek karê înşaatê hene û ev nirxandin kir: “Em dixwazin li vê derê jî kar hebin. Ciwanên me bi neçarî ji bo pere diçin li metropolan dixebitin. Dewlemendên vir jî razemeniyê ji bo vir nakin û diçin metropolan. Lewma ciwan jî ji bo debara malbatê berê xwe didin metropolan. Li gelek şîrketan jî ewlehî heye lê ciwanên me bi feraseta ‘tiştek li me nayê’ tevdigerin û şert û mercên ewlehiya xwe pêk naynin.”

‘Kes halê karkeran napirse’

Karker Îbrahîm Aysa jî anî ziman ku li Wanê karê înşaatê pir e lê qezenca wê nîne û tevî vê yekê ewlehî jî nîn e.

Aysa bi bîr xist ku kes halê înşaat û karkeran napirse û da zanîn ku ji ber nebûna kar ew neçar in berê xwe bidin karê înşaatê.

Etîket: Îbrahîm Aysakarkerên înşaatêMahmût AkbûlûtMenaf PolatMesut OzcanVelî TaşdemîrWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne