• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

Wan / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 19:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel ku di “Mitînga Azadiyê” ya Wanê de axivî, bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Azadiya Serok Apo azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye.” Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir jî diya kir ku Kurd dê dawiyê de bigihijin statu û mafên xwe û got: “Netirsin, em bi xwe bawer in. Ev pêvajo pira siratê ye û em dê bi hev re vê pirê derbas bibin.”

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel û Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di “Mitînga Azadiyê” ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve” tê lidarxistin, axivîn û bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”.

Di mitîngê de ewilî li ser navê komîteya amadekar Elîf Şeker axivî û xwest ev mitîng bibe sedema aştî û azadiyê.

‘Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

Dûre Sebahat Tuncel derket ser dikê û diyar kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir kom bûne û anî ziman ku ew hatine ku dengê xwe bigihînin Abdullah Ocalan. Sebahat Tuncel da zanîn ku dema hevdîtin dest pê kirin şandeyê jê re gotibûn ku jin, ciwan, gel dixwaze hûn azad bibin, gelo hûn çi difikirin û got: “Serok Apo got ku em hemû bi hev re azad bibin. Ji bo keda Serok Apo a di pêvajoyê de em spasiyên xwe pêşkêş dikin û silavan jê re dişînin. Kurdan tu caran serî netewand dû niha em li vir in. Serok Apo dibêje ‘Me pêvajoya nasînê derbas kir û em dikevin pêvajoya azadiyê’. Em azadiya Serok Apo dixwazin, lê dewlet ji bo gavên pêwîst bi demê re dilîze û hişmendiya xwe naguherîne. Wê dewlet ne, gel deriyên Îmraliyê veke. Azadiya Serok Apo azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Hemû gelên Tirkiyeyê jî aştiyê û azadiyê dixwaze.”

‘Yekitiya neteweyî pêk bînin’

Pişte Keskîn Bayindir derket ser dikê û bertek nîşanî daxwaza 112 kesên Tirk yên naxwazin mitîng bên lidarxistin. Keskîn Bayindir bang li netewperestên Tirk kir û got: “Wê gelê Kurd dê bigihije maf û heqên xwe. Em ji gelê Kurd re jî bang dikin ku ne tirsin Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê heye, em dê bigihijin mafên xwe. Ev laçika sipî dayikeke şehîdan da min û em dixwazin ev laçik bibe sedema aştiyê. Em bang li Serok Apo jî dikin ku heta dawiyê em dê ji bo azadiya te têbikoşin. Me pêvajo bi kedek mezin heta vir anî. Em dê dawiyê de bigihijin statu û mafên xwe. Xwestin meseleya Kurd bi kuştin û qetliaman çareser bikin, lê êdî Kurd ne ew Kurd e ku serî li ber we bitewîne. Êdî Kurdan hewceyî tu kesî nîne, Kurd dikarin xwe bi rê ve bibin. Lewma divê em jî di vê pêvajoyê de erka xwe bi cîh bînin û yekitiya xwe neteweyî pêk bînin. Em dê bi rêxistin û tifaqa xwe gav bi dewletê bidin avêtin. Lewma netirsin, em bi xwe bawer in. Ev pêvajo pira siratê ye û em dê bi hev re vê pirê derbas bibin.”

‘Nêzikatiya li dijî Ocalan nêzikatiya li dijî pêvajoyê ye’

Keskîn Bayindir bi domdarî wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya Kurdan e. Lewma em dibêjin ‘Ji rêber Ocalan re azadî’. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de nêzikatiya dewletê ya li dijî Rêber Ocalan nêzikatiya li dijî pêvajoyê ye. Ne ku em baweriya  xwe bi dewletê bînin, em bi xwe bawerin. Kesên ku li ser navê axatî û rûspitiyê bi çekên dewletê li ser gel û malbatên me zilm dike, hezar car jî bibêjin ‘Em ne Kurd in’, xelasbûn ji we re nîne. Hûn Kurd in û hûnê her Kurd bin. Em bang li we dikin, vegerin li ser xeta welatparêziyê û Kurdewariyê. Em bixebitin heta azadiya Rêber Ocalan û Kurdistan.”

Mitîng, bi konseran berdewam dike.

Etîket: Keskîn BayindirMitînga AzadiyêSabahat TuncelWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

Keskîn Bayindir: Deşt û çiya şahidê têkoşîna şehîdan in

26 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne