• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Saziyên Hiqûqê: Divê tu kes bêdeng nemîne

Stenbol / AW

22 ÇILE 2026 - 13:42
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Saziyên Hiqûqê li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî dan. Hevseroka OHDê ya Stenbolê Eda Obal diyar kir ku piştî HTŞ hat li ser desthilatdariyê, polîtîkayên yekperest zêde bûn û gelê Kurd rastî sûcên mirovahiyê hatin û got: “Çareseriyekê li Sûriyeyê dê bandor li pêvajoya Tirkiyeyê jî bike. Divê tu kes li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemîne.”

Çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirkiyeyê êrişî xwe yên ser Rojava didomînin. Rêveberiya Xweser jî li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand û bi gelê Rojava re li ber xwe dide. Li Stenbolê saziyên hiqûqê bi pêşengiya OHDê li Pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrişên li ser Rojava qebûl nakin” hat vekirin.

‘Em bêdeng namînin’

Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev seleke bû ku li Sûriyeyê hevditîn hebûn û wiha got: “Ev nêzî meheke êriş li ser Rojava hene. Li dijî êrişan em bêdeng namînin. Em ê piştgiriyê bidin Rojava.”

‘Êriş dê bibin sedeme komkujiyan’

Hevseroka OHDê ya Stenbolê Eda Onal daxuyanî xwend. Eda Onal diyar kir ku bi sedema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, bi milyonan kes jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Di vê serdemê de gelê Kurd bi êrişên DAIŞê re rû bi rû ma. Gelê Kurd ne tenê ewlehiya, xwe ewlehiya herêmê jî parast. Li Rojava rêveberiyeke demokratîk derket holê. Ew rêveberî, ji tevahî cîhanê re bû bersivek. Lê piştî Rejîma Esed hilweşiya bi destê hêzên cuda, HTŞê hat desthilatdariyê. Piştî HTŞ hat li ser desthilatdariyê polîtîkayên yekperest zêde bûn. Di serî de li dijî Elewî paşê Durzî di dawiyê de jî gelê Kurd rastî sûcên mirovahiyê hatin. Pêşî êriş li Helebê, paşê Raqa niha jî dorpêç li ser Rojava heye. Ev êriş dê bibin sedeme komkujiyan.”

‘Çareseriya Sûriyeyê dê bandor li Tirkiyeyê jî bike’

Di berdewama axaftina xwe de Eda Onal anî ziman ku li gorî peymanên Netewên Yekbûyî divê gel pêşeroja xwe diyar bikin û wiha pê de çû: “Bênîqaş mafên gelê Kurd jî di bin parastina wan pêymanan de ne. Aştiyekê mayînde ne tenê navxweyî, divê tevahî erdnigariyê dê pêk bê. Çareseriyekê li Sûriyeyê dê bandor bide pêvajoya Tirkiyeyê jî. Divê tu kes li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemîne. Ji bo statûya gelê Kurd bê naskirin, divê li qada navneteweyî gav bên avêtin. Em bang herkesî dikin ku divê dewleta Tirk diyalogê bi çeteyên selefî yên HTŞê re qût bike û gelê Kurd re ji bo aştiyekê mayînde bikevê nava têkiliyê. Mafê gelê Rojava bê naskirin dê ev biryar pêvajoya li Tirkiyeyê mayînde bike. Em bang hêzên navnetweyî dikin ku berpirsiyariya berpirsyariya xwe ya di vê hêlê de pêk bînin.”

‘Bi gelê Kurd re hevdîtîn bikin’

Di dawiyê daxuyaniyê de endama MYKê ya ÎHDê Eren Keskîn anî ziman ku gelê Kurd tenê aştiyê dixwazê û ev tişt gotin: “Hekê hûn bixwazin ji çeteyên cîhadîst re bibin cîran berdewam bikin. Lê heke hûn naxwazin, bi gelê Kurd re hevdîtîn pêk bînin. Ji ber ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî demokratîk e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Etîket: Eda ObalEren KeskînÎHDOHDSaziyên HiqûqêSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

9 TEBAX 2026
Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne