Wan–Dayika Sayîde Ulugana ku tevî şandeya dayikan çûbû merasîma şewitandina çekan a gerîlayan, diyar kir ku salek di ser pêvajoyê re derbas bûye lê dewletê tu gav navetiye û wiha got: “Şer bi xêra biryara Serokatî sekinî ne bi xêra dewletê.”
Tevî ku salek di ser merasîma dîrokî ya şewitandina çekan a li Şikefta Casenayê re derbas bû jî, dewleta Tirkiyeyê ruxmê gavên Tevgera Azadiya Kurdistanê bêdeng e. Ev merasîma ku bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a Komeleya Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat û Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nedîm Seven (Behzat Çarçela) pêk hatibû, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêş ketibû. Ruxmê ku salek li ser vê gava dîrokî re derbasbûye jî heta roja îro ji aliyê Enqereyê ve tu bersivên şênber nehatine dayîn. Dayika du cangoriyan Sayîde Ulugana ku 11ê Tîrmeha 2025an tev li gava dîrokî ya şewitandina çekan bibû, hest û fikrên xwe ji ajansa me re parve kir.
Sayîde Ulugana hestên xwe yên derbarê destpêkirina pêvajoyê û rêwîtiya xwe ya li gel dayikên din de bi van gotinan anî ziman: “Wê roja ku pêvajoyê dest pê kir û şer sekinî, em ketin nav hestiyariyeke pir mezin. Di dilê me de hem şabûneke mezin hem jî xemgîniyeke kûr hebû. Em li Amedê kom bûn, li wir bi tevlêbûn û şahiyeke mezin, bi rojnameger û kamerayan re em li wesayîtan siwar bûn û ber bi Cizîrê ve bi rê ketin. Li Cizîrê piştî xwarina nîvro, hejmara me hêj zêdetir bû û em ber bi sînor ve çûn. Gava em derbasî Zaxoyê bûn, pêşwazîkirineke pir bi rûmet hat kirin. Piştî hevdîtinan, em derbasî Hewlêrê bûn û wê şevê li wir man.”
‘Rêya Silêmaniyê tije panzer û leşker bûm’

Sayîde Ulugana bal kişand ser rewşa awarte ya li ser rêya Silêmaniyê û wiha berdewam kir: “Serê sibê me berê xwe da Silêmaniyê lê her ku em nêzî cihê merasîmê dibûn, fikarên me zêdetir dibûn. Rêya ku em tê re derbas bûn tije panzer, leşker û qereqolên Iraqê bûn; belkî dused-sêsed cih bi vî rengî girtibûn. Dîtina wan leşker û panzeran dilê min pir şewitand û em dayik pir giriyan. Gava em gihîştin cihê merasimê jî, li serê her kevirî polîs û panzerên Iraqê hebûn.”
‘Di wê kêliyê de morala gerîlayan pir xirab bû’
Dayika Sayîde Ulugan xemgînî û kêfxweşiya xwe, hestên xwe yên têkilhev ên di dema merasîmê de, çavdêriyên xwe yên derheqê gerîlayan de bi van gotinan anî ziman: “Wexta gotin gerîla dê ji çiyê dakevin, çavên me li rê ma. Gava me dît ku ji jor de tên, hêsirên me bariyan. Piştî ku axaftin hatin kirin, wan sîlah û rextên xwe vekirin, danîn ser agir û şewitandin. Di wê kêliyê de morala gerîlayan pir xirab bû û dayik bi kûrî giriyan. Me got xwezî ev pêvajo beriya deh salan pêkhatiba da ku evqas windahî çênebûna û me jî zarokên xwe di nav de bidîta.’ Ji bo me ferq nîn e, ew hemû zarokên me ne. Dayikên ku berdêl dane û zarokên wan şehîd ketine, li wir pir xemgîn bûn.”
‘Ew teslîm nebûn, çekên xwe nedan destê kesî’
Sayîde Ulugana li ser helwesta gerîlayan a şewitandina çekan destnîşan kir ku tu teslîmiyet çênebûye û wiha got: “Xeyala me ya mezin her dem ew bû ku rojekê ev şer bi dawî bibe, zarokên me ji çiyê dakevin û em wan hembêz bikin. Her çend destê me negihîştibe yên ku jiyana xwe ji dest dane jî, me yên sax bi hezkirineke mezin hembêz kirin. Wexta wan sîlahên xwe yên ku 50 sal in pê têdikoşin şewitandin û pişta xwe danê û çûn, dilê wan jî wekî me dişewitî. Lê xaleke girîng heye, ew teslîm nebûn, sîlahên xwe nedan destê kesî, wan sîlahên xwe bi destê xwe şewitandin.”
‘Şer bi saya Serokatî sekinî, ne bi xêra dewletê’
Her wiha Sayîde Ulugana di dawiya axaftina xwe de polîtîkayên dewletê yên salekê rexne kir û daxwazên dayikan wiha rêz kir: “Niha salek di ser re derbas bûye lê pêvajo rawestiyaye û tu gavek nehatiye avêtin. Tişta ku Birêz Ocalan gotibû, hemû hatin cih û gotinên wî vala derneketin, lê nêzîkatiya dewletê hîn jî vala ye, tu gavên pratîkî nîn in. Ji ber vê yekê baweriya me bi daxuyaniyên wan nayê. Heta niha girtiyên nexweş û yên siyasî bernedane. Şer sekinî lê ev bi saya biryara Serokatî çêbû, ne bi xêra dewletê. Daxwaza me ew e ku ev aştî bi rastî pêk were, hemû girtiyên siyasî û yên nexweş werin berdan. Bi hezaran dayik û bav hene ku ev deh sal in zarokên xwe nedîtine û di hesretê de ne. Hinek dayik û bavên wan çûne rehma Xwedê, lê zarokên wan nekarin werin ser cenazeyên dê û bavên xwe. Em vê hesretê reş bikin; em zimanê xwe, azadî û serbestiyê dixwazin.”











