• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo gerîla bikaribin siyasetê bikin divê qanûn bên çêkirin’

Fexredîn Kiliç / AW

15 TÎRMEH 2025 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nûnerê TÎHVê yê Amedê parêzer Mûrat Aba yê têkildarî şewitandina çekan a PKKê axivî, wiha got: “Bi hezaran gerîla hene. Divê bi rehetî bikaribin werin mala xwe û karibin siyasetê bikin. Ji bo vê jî divê demildest di nava 10-15 rojan de li Meclisê komîsyonek were avakirin û qanûn bên çêkirin.”

 

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke nû ya dîrokî kir. Piştî vê bangê Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li çoltera bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe bi merasîmekê çek û rextên xwe şewitandin. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Amedê parêzar Mûrat Aba têkildarî şewitandina çekan a PKKê û pêvajoya heyî de axivî.

Mûrat Aba bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd zêdetirî sed salan e berdewam dike û wiha got: “Kurd dibêjin em gelek in mafên me jî hene. Lê heta niha ji aliyê dewletê ve mafên Kurdan nehatine qebûlkirin. Ji ber ku Kurd dixwazin mafên xwe bistînin 50 sal in jî şerek didome. Lê piştî 50 salan di 11 Tîrmehê de 30 gerilayan çekên xwe şewitandin. Ev çek di bin çavdêriya saziyên sivîl, rojnameger û partiyan de çêbû. Sekreterê me yê Giştî Coşkûn Ustercî jî li wir bû. Lîsteya çekên hatin şewitandin dan OHD, ÎHD û weqfa me. Ev gaveke dîrokî ye û piştî 52 salan hatiye avêtin. Ji ber wê em bi hêvî ne. Lê tenê bihêvîbûnê nabe divê mirov bingeha vê yekê amade bike.”

‘Divê demildest qanûnên nû bên çêkirin’

Mûrat Aba diyar kir ku van 52 salên dawî de gelek mafên gelê Kurd hatine binpêkirin û wiha domand: “Kurdan îşkence dîtin, gundên wan hatin şewitandin, di sala 2015an de piştî gundan bajar jî hatin şewitandin. Heke aştiyek, jiyaneke bi hev re pêk neyê ne Kurd ne jî Tirk bi rehetî nikarin bihêvî bijîn. Ji ber vê yekê Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi xwe pêvajoyek da destpêkirin û li ser vê yekê çek hatin şewitandin. Ev ji bo me tişteke girîng e. Divê li Rojhilata Navîn pirsgirêk ne bi çekan, bi axaftin û qanûnan bên çareserkirin. Şewitandina çekan gaveke ewil e. Bi vê her tişt naqede. Divê di qanûnan de mafên gelan mafên Kurdan bên parastin. Bi Qanûna Li Dijî Terorê (TMK) bi hezaran Kurdan ji ber ku mafên xwe xwestine di girtîgehan de ne. Divê demildest qanûnên nû bên çêkirin û TMK rabe. Ji gelê Kurd yek peyvekê bike dibêjin rêxistinê diparêzî û ceza dike. Her wiha niha jî qeyûm hene. Hem li ser DEM Partiyê hem li ser CHPê divê demokrasiyeke xurt bê avakirin.”

‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’

Mûrat Aba bal kişand ser gavên ku dewlet biavêje û wiha pê de çû: “Ewilî gel çi dixwaze divê em jî ji gelê xwe bipirsin. Lê gavên ewil hene. Ya yekem divê astengiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin. Divê ziman li her derê bikaribe birihetî were bikaranîn. Ya duyemîn divê demokrasî were xurtkirin. Niha em dizanin ku li girtîgehan nexweş hene. Divê demildest ev girtiyên nexweş bên berdan. Saziya Tiba Edlî (ATK) dikare bi raporekê dikare bêje ev girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin. Û divê gel jî daxwazên xwe bînin ziman. Gelê Kurd, Tirk, gelên li Kurdistanê dijîn çi dixwazin? Her wiha mafên mirovan, mafên kolektif hene.”

‘Divê gerîla bikarin bi rehetî siyasetê bikin’

Mûrat Aba di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi hezaran gerîla hene. Em dizanin ku piraniya wan ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Divê bi rehetî bikaribin werin mala xwe bajarê xwe û karibin siyasetê bikin. Derdê wan ne ew e ku şer qediya werin li malê bimînin. Di axaftinan de jî hate gotin ku ‘dixwazin siyasetê bimeşînin’. Ji ber vê yekê niha her yek ji wan bi vî awayî çek berde û were welat dê bê girtin. Divê di komîsyona Meclisê de qanûn bên çêkirin ku kesên hatin nekevin girtîgehan. Ji bo vê jî divê demildest di nava 10-15 rojan de li Meclisê komîsyonek were avakirin. Min axaftinên Recep Tayîp Erdogan jî guhdarkirin lê em dixwazin tiştekî bibînin. Ka çi kirin, çawa bû? Divê dewlet gavekê biavêje. Dewlet dizane ka Kurd çi dixwazin. Hêvî dikim ku li Meclisê di nava 10-15 rojan de komîsyonek were avakirin. Dibe ku ji xeynî wekîlan di komîsyonê de akademisyen jî hebin. Kesên ku werin di bin sîwana van qanûnan de nikarin werin. Divê ev qanûn bên guhertin.”

‘Em xwedî li pêvajoyê derkevin’

Mûrat Aba axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev pêvajoyeke pîroz e lê nû ye. Divê gelê Kurd hêzên Kurdistanî bi xwe jî ji bo pêvajoyê bingehên xwe xurttir bikin. Dibe ku sibê provokasyon jî derkevin. Lê em dizanin ku tiştek ji jiyanekek birûmet qiymettir tune ye. Ji ber vê yekê jî divê em xebat û amadekariyên xwe li ser vê yekê bikin ku dîsa pêvajo ne xetime. Weke saziyên sivîl, gel, siyasetmedar dema me hîs kir ku dê pêvajo bixetime em pêşiyê vekin. Em bi her du destan xwedî li pêvajoyê derkevin ku aştiyeke mayînde çêbibe û êdî li vî welatî şer çênebe. Herkes bi aramî bikare bijî.”

 

 

 

 

 

Etîket: çek şewitandinMûrat AbapêvajopkkTÎHV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne