• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Amedê ji bo ‘Rêgeha Bîrê’ bangawazî li hunermendan kir

Amed / AW

13 NÎSAN 2026 - 14:45
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebata “Rêgeha Bîrê” de ku armanc dike bîra civakî ya bajêr bide xuyakirin, bangawazî li hunermendan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîra civakî ya bajêr bide nîşandan, di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de dest bi xebata “Rêgeha Bîrê” kir. Bi vê xebatê tê xwestin ku di serî de êrişa 5ê Hezîrana 2015an û hemû bûyerên girîng ên di demên cuda de li bajêr qewimîne neyên jibîrkirin û bîra civakî zindî bimîne.

Di bangawaziyê de bal kişandin ku bajar ne tenê ji avahiyên fîzîkî pêk tên; tiştên hatine jiyîn, serpêhatî û şahidî jî beşeke sereke ya bajêr in. Di vê çarçoveyê de, tê armanckirin ku projeyên ku rûbirûbûna bi raboriyê re vediguherînin tecrubeyeke estetîk û mekanî, derbasî qadên giştî bibin.

‘Em dixwazin rûbirûbûna bi raboriyê re bikin ezmûneke estetîk’

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku Rêgeha Bîrê dê têkiliya bajêr a bi raboriyê re xurt bike û wiha got: “Ev xebat bi mebesta ku tu puxteyên hafizeya bajêr winda nebin û pêvajoya dîrokî ya ji raboriyê heta îro zindî bimîne hat plankirin. Rêgeha Bîrê armanc dike ku rûbirûbûna bi raboriyê re veguherîne ezmûneke estetîk û mekanî.”

‘Me civîn û atolye pêk anîn’

Zeynep Yaş, destnîşan kir ku zêdetirî salekê ye li gel hunermend, şahidên bûyeran û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane civîn û atolye (workshop) li dar xistine. Di vê pêvajoyê de li ser mijarên wekî bîrdariyên li cih, bîrdariyên hevpar û berhemên hunerî yên takekesî nêzîkatiyek hat pênasekirin. Zeynep Yaş got: “Bi tevkariya hunermendan, em ê qadên hunerî yên ku dê rêgeha hafizeya bajêr ava bikin diyar bikin. Di heman demê de em ê pêvajoyeke piştgiriyê ji bo van berheman bimeşînin.”

Serlêdan dê çawa bin?

Beşdarbûna vê bangawaziya vekirî bêpere ye. Serlêdan dê di ser navnîşana http://diyarbakir.bel.tr/anit-basvuru re werin kirin. Divê beşdar agahiyên xwe yên nasnameyê û pêwendiyê bi temamî dagirin.

Di qonaxa yekem a serlêdanê de; nameya niyetê, nivîsa ku fikra projeyê rave dike, eskîz û portfolyo ji hunermendan tê xwestin. Fînalîstên ku di qonaxa yekem de werin hilbijartin, di qonaxa duyem de dê xêzên teknîkî, maket, hûrgiliyên materyalan û pêşbîniya budçeyê pêşkêş bikin.

Dîrokên serlêdanê

Dema serlêdanan dest pê kir û dîroka dawî ya qonaxa yekem wekî 20ê Hezîranê hat diyarkirin. Tê plankirin ku fînalîst di 30ê Hezîranê de werin aşkere kirin. Dîroka radestkirina projeyên qonaxa duyem 10ê Tebaxê ye û tê pêşbînîkirin ku encam di 25ê Tebaxê de werin ragihandin.

Projeyên ku werin pêşkêşkirin, dê ji aliyê lijneyeke hilbijêr ve ku ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, rêveberên şaredariyê û hunermendan pêk tê, werin nirxandin. Di nirxandinê de krîterên wekî kalîteya hunerî, hêza nîşandana hafizeya civakî û lihevhatina bi mekan re dê bingeh werin girtin.

 

Etîket: 5ê NîsanêhunermendSaredariya Bajare Mezin a AmedeZeynep Yaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne