• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Doza xwendekarê MESEMê Muhammed Kendîrcî hat taloqkirin

    Doza xwendekarê MESEMê Muhammed Kendîrcî hat taloqkirin

    Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

    Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

    Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

    Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Li Rihayê êrîşa li ser dibistanê hat protestokirin: Em dibistana ewle dixwazin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

    Doza xwendekarê MESEMê Muhammed Kendîrcî hat taloqkirin

    Doza xwendekarê MESEMê Muhammed Kendîrcî hat taloqkirin

    Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

    Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

    Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

    Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Navenda Nûçeyan / AW

23 ÎLON 2026 - 13:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokê hukûmeta demkî ya Sûriyê, Ehmed El Şara anî ziman ku dê ji bo leşkerên Tirkiyeyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê cih bûne, dê çarçoveyeke qanûnî were amadekirin.

Serokê hukûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şara, ku ji bo beşdarbûna civîna 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çû New Yorkê, li navenda Atlantic Council axivî. Civînê ji aliyê dîplomatê berê yê DYAyê Brett McGurk ve hat rêvebirin.

Şara li ser perwerdehiya Kurdî axivî

McGurk di civînê de bal kişand ser biryara Biryarnameya 13emîn a ku hukûmeta Sûriyê derxistiye û tê de hin mafên Kurdan hatine naskirin û piştre behsa kuştina leşkerê tabûra Hasekê, Sipan Haznî, kir û got ku bûyerên bi vî rengî dikarin dîsa gengeşiya li Sûriyê zêde bikin.

McGurk ji Şara re pirsî ka mafê perwerdehiya bi Kurdî û mafên komên cuda yên li Sûriyê dê çawa bê parastin.

Şara li ser pirsê diyar kir ku Kurd ji civaka Sûriyê ne û mafên wan ên çandî û zimanî divê bêne naskirin û ev tişt gotin: “Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û di hundirê vê dewletê de dijîn. Naskirina mafên wan ên çandî û zimanî erk û mafekî rewa ye. Ji ber vê yekê me berî yekbûnê biryara xwe derxist û piştî 100 salan ev biryar bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.”

‘Dê tîmên teknîkî mijara perwerdehiyê çareser bikin’

Şara li ser perwerdehiya bi Kurdî jî anî ziman ku li herêmên ku Kurd lê dijîn li ser fêrkirina Kurdî li dibistanan hatine gihiştine encamekê. Wî got ku Kurdî dê 3 saetan di hefteyê de bê fêrkirin û tîmên teknîkî yên Wezareta Perwerdehiya Sûriyê ji bo bicihanîna biryarê mekanîzmayên pêwîst amade dikin.

Wezareta Perwerdehiya Sûriyê berê biryarek derxistibû ku Kurdî dê 3 saetan di hefteyê de li dibistanan bê fêrkirin. Ev biryar li Rojava bû sedema nerazîbûnê. Li gelek bajarên Rojava çalakî hatin lidarxistin û daxwaz hat kirin ku Kurdî ne tenê dersa 3 saetan be, lê bibe zimanê perwerdehiyê û di hemû dersên dibistanê de bê bikaranîn.

Şara li ser yekbûna HSDê axivî

Şara herwiha li ser yekbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi artêşa Sûriyê re axivî û wiha pê de çû: “Piştî peymana ku me bi wan re kir, dewlet niha nêzîkî hemû axa Sûriyê kontrol dike.”

Şara got divê hêzên çekdar ji gelê sivîl bêne cudakirin. Şara da zanîn ku got ku yekbûn bi komeke çekdar re têkildar e, ne bi civaka Kurd û got: “Cudakirina van herdu mijaran ji hev girîng e. Ji ber ku koma çekdar a behsa wê tê kirin hemû gelê Kurd temsîl nake.”

McGurk: Şara soz da ku mafên Kurdan bêne mîsogerkirin

Brett McGurk piştî civîna Atlantic Councilê di axaftina xwe ya bi televîzyona Rûdawê re got ku Şara soz daye ku Biryarnameya Hejmar 13, ku mafên Kurdan diparêze, dê di çarçoveya destûrî de bê naskirin. McGurk got ev soz ji bo pêşeroja Kurdan li Sûriyê girîng e.

Şara: Bi Mesud Barzanî re têkiliyên me baş in

Şara li ser têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re jî axivî. Şara destnîşan kir ku di navbera her du aliyan de li ser berjewendiyên hevbeş ên aborî, siyasî û ewlehiyê têkiliyên baş hene.

Şara got ku bi serokê PDKê Mesud Barzanî re têkiliyên wan “pir baş” in. Wî got ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê di aramiyê li Sûriyê û di yekbûna HSDê bi artêşa Sûriyê re de roleke girîng lîstiye.

Danûstandinên rasterast bi Îsraîl re didomin

Şara di derbarê têkiliyên bi Îsraîl re jî axivî û got ku nêzîkî salekê ye ku danûstandinên rasterast didomin û got: “Bi Îsraîl re çend dor danûstandin hatin kirin. Me nêzîkî ji sedî 90ê peymanê gihiştibû. Lê di wê kêliyê de Îsraîl bi hincetên cuda ji peymanê vekişiya.”

Şara bilêv kir ku piştî hilweşandina rêveberiya Beşar Esad, êrişên Îsraîlê li ser Sûriyê berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li axa Sûriyê operasyon, binçavkirin û bombebaran hatine kirin. Li hember van êrişan me dîplomasiyê hilbijartiye. Sûriyê dixwaze vê pirsgirêkê bi axaftin û danûstandinê çareser bike. Em hîn di vê pêvajoyê de ne. Lê divê em ewlehiya Sûriyan û mafên wan biparêzin. Berî ku ev bên misoger kirin, em nikarin behsa aştiyê bikin.”

Li gorî Şara, şertê sereke yê Şamê di destpêka danûstandinan de ew bû ku Îsraîl vegere ser xeta ku di peymana 1974an de hatiye diyarkirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Me xwest ku Îsraîl vegere ser xeta ku di sala 1974an de lê bû. Piştî vê dikare li ser rêkûpêkên ewlehiyê bê axaftin. Heke ev rêkûpêkên ewlehiyê serkeftî bin, dikare danûstandinên aştiya mayînde dest pê bikin.”

Ji bo leşkerên Tirkiyeyê çarçoveya qanûnî

Şara herwiha li ser hebûna hêzên leşkerî yên biyanî li Sûriyê axivî. Şara da zanîn ku Rûsya berê li Sûriyê nêzîkî 170 navendên leşkerî hebûn, lê ev hejmar niha ketiye du baregehên sereke. Şara derbarê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê jî anî ziman ku ew bingeheke qanûnî amade dikin ji bo leşkerên Tirkiyeyê û got: “Niha em dikevin qonaxa dayîna statûya qanûnî ji bo baregehên Tirkiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyê. Ji ber ku divê hebûna her hêza biyanî li ser pejirandina gelê herêmê be û statûyeke qanûnî hebe.”

Etîket: Ahmed el ŞaraDagirkerîHikûmeta Demkî ya SûriyeyêKurdîperwerdehîstatuya leşkerên Tirkiyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

15 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne