• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Muslim bi merasîmekê hat bibîranîn

Kobanî/ AW

19 NÎSAN 2026 - 14:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYDê û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, di 40emîn roja şehadeta xwe de li ser gora xwe bi merasîmek girseyî hate bibîranîn.

Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYDê û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, di 40emîn roja şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê bi tevlîbûneke girseyî hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de malbat û hevrêyên Salih Muslim, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, her wiha fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

‘Heta kêliya dawî dest ji têkoşînê berneda’

Hevserokê Meclisa Giştî ya PYDê Xerîb Xiso, di destpêka merasîmê de axivî û sersaxî ji malbat û gelê azadîxwaz re xwest. Xiso bal kişand ser keda Salih Muslim a ji bo doza Kurdî û wiha axivî: “Di kesayeta şehîd Salih Muslim (Bavê Welat) de em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Em çiqasî li ser wî biaxivin jî, li gorî têkoşîn û berxwedana ku wî dida meşandin gotin têr nake. Ew ji bo doza gelê Kurd her tim di nava têkoşînê de bû û heta kêliya dawiyê dest ji berxwedanê berneda. Divê em jî xwedî li têkoşîna wî derkevin û bibin şopdarên rêya wî.”

Eyşe Efendî: Em bi şehadeta wî serbilind in

Hevjîna Salih Muslim, Eyşe Efendî jî di merasîmê de xêrhatina beşdaran kir û soza domandina têkoşînê da: “Em wekî malbata şehîd Salih Muslim bi şehadetê serbilind in. Em ê her tim ji bo doza gelê Kurd di nava têkoşînê de bin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

YPJ: Em ê mafên jinan di destûra nû de misoger bikin

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xeta azadiyê û vîna jinan a ji bo sererastkirinên qanûnî: “Em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê bikin heta ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin. Em bi saya şehîdên xwe gihîştin vê astê, em ê her tim bibin şopdarên rêya wan.”

Piştî axaftinan, girseyê qurnefîl û gul danîn ser gora Salih Muslim. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Etîket: BîranînEyşe EfendîRohilat EfrînSalih MuslimXerîb Hiso
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne