• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

Îzmîr / AW

7 GULAN 2026 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin da zanîn ku dema ew ji bo tedawiyê birine nexweşxaneyê leşkeran lêdaye û tevî ew birîndar bûye jî bi rojan wî nebirine nexweşxaneyê.

Girtiyê bi navê Mehmet Salîh Fîlîz ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin di hevdîtina telefonê ya li gel malbata de ragihand ku roja 30yê Nîsanê dema leşkeran ew birin Nexweşxaneya Yeşîlyurdê çêr û heqaret lê kirine û li wî dane.

Dema ku leşker girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz dibin beşa guh, bêvil û qirikê, leşker kelepçeya wî venekirine û nehiştine tedawî bibe. Mehmet Salih Fîlîz ev agahî da malbata xwe: “Çêra dikirin. Gotinên kirêt û heqaret li min dikirin. Em çûn cem bijîşk tundiyeke mezin li ser min kirin. Bijîşkê beşa guh, bêvil û qirikê xwest kelepçe bê vekirin lê leşkeran venekir û gotin em nahêlin wisa tedawî bibe. Dema min got ez naxwazim wiha tedawî bibim leşkeran li singa min xist û êrişê min kirin. Min ji doxtor re got li pêşiya çavên te li min didin. Li rexmî doxtor ji wan re got ‘Ji kerema xwe lê nexin’ jî leşkeran li min dixist. Piştre heya qata jêrîn jî li min xistin. Heya em hatin ber pêpelûkên şewatê jî kamerayê girtin û dîsa êrişî min kirin. Li serê min û pişta min xistin. Piştre min xistin odeyeke biçûk û bi jopan êrişê min kirin. Dema em hatin girtîgehê saet nêzî 3yan bû, min xwest bijîşk bibînim. Ji bo şopên bedena min derbasî girtekan bibin, heya saet 7an min egle kirin. Piştre min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyfî Demîrsoy. Dema min ji bijîşk re got leşkeran êrişê min kirin, astsubay got derewa dike. Bijîşk rapor nivîsî lê raporeke baş nenvîsî. Rapora ku nivîsî min di 4ê Gulanê de şand Meclîsê, ÎHDê û min giliyê leşkeran kir.”

Mehmet Salîh Fîlîz da zanîn ku di 5ê Gulanê de bi dozger re hevdîtin kiriye û jê re gotiye, “Di laşê min de hîn jî şopên lêdanê hene. Nikarim bi rehetî hereket bikim. Roja yekşemê 3yê Gulanê ez aciz bûm û min gazî îdareyê kir. Ambulans hat lê min nebirin nexweşxaneyê. Min xwest biçim revîrê lê wê jî nekirin. Li bendê ne ku şopên li ser laşê min derbas bibe.”

Mehmet Salih Fîlîz kî ye?

Di sala 2016an de li Mêrsînê hat girtin û binçavkirin, paşê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Mêrsînê ve 17 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 13ê Hezîran 2023yan de ji Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ya ku lê dima şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê.

Derbarê rewşa Fîlîz de, Komîsyona Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê raporek amade kir. Di raporê de, Beşa Romatolojiyê ragihand ku nexweşiyeke kronîk ya Fîlîz heye û divê dermankirin û kontroleke birêkûpêk were kirin.

Beşa Gastroenterolojiyê jî ev yek diyar kir, “Nexweşiya Fîlîz kronîk e û divê her 3 mehan carekê were kontrolkirin, tê pêşniyar kirin ku bi tena serê xwe nemîne û di mercên girtîgehê de nikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne.”

Filiz, tevî vê rapora bijîşkî jî nehate berdan û şandin Îzmîrê.

Etîket: girtîgehgirtiyê nexweş Mehmet Salih Filizgirtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne