• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

Amed / AW

22 NÎSAN 2026 - 12:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Seroka MKGê Roza Metîna di bernameya Roja Rojnamegeriya Kurdî de axivî û destnîşan kir ku dê li dijî zilmê bi paş ve gavan neavêjin û şopandina rastiyê bidomînin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî bal kişand zor û zehmetiyên ku çapemeniya Kurdî pê re rû bi rû dimîne û got: “Sedema girtina Nedîm jî nehiqûqî ye, siyasî ye. Ez ji vir bang dikim; hemû rojnamegerên ji ber karê xwe girtî ne divê bên berdan”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi minasebeta 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li kafeyek navçeya Sûra Amedê bi rojnamegeran re civîya. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, hevşaredarên bajêr û navçeyên Amedê, endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de gelek rojnameger tev li bernameyê bûn. Di bernameyê ango civînê de rojnamegeran bi hev re taştê xwar.

Seroka MKGê Roza Metîna ya ewilî di bernameyê de axivî û diyar kir ku ji bo piştevaniya rojnamegeriya Kurdî hatine ba hev û metna daxuyaniyê xwend.

Roza Metîna destnîşan kir ku mîrateya 128 salan rojnamegeriya Kurdî bêdeng nema û dê neyê bêdengkirin û wiha got: “Bi munasebeta 22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî, em careke din bi rêzdarî kevneşopiya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, hemû xebatkarên çapemeniyê yên ku ji bo rastiyê bedel dane û têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê silav dikin. Rojnamegeriya Kurdî bi weşandina rojnameya Kurdistanê ya ji aliyê Mîqtad Mîthed Bedirxan ve ya di 22yê Nîsana 1898an de derket ser dika dîrokî. Ev dîrok ne tenê destpêka weşandina rojnameyekê, di heman demê de îradeya gel a bi dengê xwe li dijî înkar, sansur û zilmê biaxive jî nîşan dide. Rojnamegeriya Kurdî di gava xwe ya yekem de bi sirgûniyê re rû bi rû ma; lê belê, tevî 128 sal derbas bûne jî, rojnamegeriya Kurdî dev ji wê israra xwe ya nivîsandina rastiyê bernedaye.”

‘Rojnamegeriya Kurdî hîn jî bi zextan re rû bi rû ye’

Rozan Metîna anî ziman ku rojnamegeriya Kurdî hîn jî bi girtin, zexta dadwerî, sansur, sînordarkirinên ragihandininê, dorpêça aborî û êrîşên dîjîtal re rû bi rû ye û wiha got: “Rojnameger dema nûçeyan dişopînin dibin hedef. Hesabên medyaya dîjîtal tên astengkirin, naveroka nûçeyan tên astengkirin. Ev jî êrîşeke eşkere ya li ser mafê raya giştî yê xwegihandina agahdariya rast in. Kûrbûna sansura dîjîtal a li dijî rojnameger û dezgehên nûçeyan, dewamiya pratîkên mafê darizandinek adil a di dozên çapemeniyê de têk dibin û zextên sîstematîk ên li ser dezgehên medyayê yên ne nêzî hikûmetê, di raporên dawî yên rêxistinên çapemeniya azad û navneteweyî de jî eşkere tên xuyakirin. Ev rewş ne tesaduf e. Zextên li ser rojnamegeriya Kurdî beşek ji polîtîkayeke bêdengkirina rastiyê û girtina civakê ya di tariyê de ye. Ji ber ku nivîsandina rastiyê polîtîkayên şer, pratîkên dijminatiya li dijî jinan, xizaniyê, wêrankirina ekolojîk û cudakariya li dijî gelan eşkere dike. Ev e tiştê ku pergalên zordar herî zêde pê aciz dibin.”

‘Rojnamegeriya balê dikişine ser jinan têkoşîneke’

Roza Metîna wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê rojnamegerên jin di vê qada zordar de di bin dorpêçeke pir girantir û piralîtir de dixebitin. Ji aliyekî ve, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê dibin hedef, ji aliyê din ve, bi zimanê zayendperest, polîtîkayên cudakar û şêweyên tundiyê yên zîhniyeta serdest a mêran re rû bi rû dimînin. Tevî vê yekê jî rojnamegerên jin li dijî medyaya serdest a mêran xeteke rojnamegeriyê ya alternatîf, wekhev û azadîxwaz ava dikin.

Rojnamegeriya balê dikişîne ser jinan têkoşînek e. Ev têkoşîn dengê jin, zarok, kedkar, koçber, xweza û hemû aliyên tune tên hesibandin dide xuyakirin. Ji ber vê yekê, pênûsên rojnamegerên jin ne tenê amûrên veguhestina agahiyan in; ew di heman demê de dengek û xeta têkoşînê ya bihêz a li dijî pergala serdest a mêran, polîtîkayên şer û binpêkirina rastiyê ne.”

Cangoriyên çapemeniyê bi bîr anîn

Roza Metîna axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), careke din dibêjin em hilgirên mîrateya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, kevneşopiya azadiya çapemeniyê û têkoşîna ji bo rastiyê ya ku ji hêla jinan ve tê meşandin in. Em hemû rojnamegerên ji bo azadiya çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em piştgiriyê didin rojnamegerên tên girtin, tên darizandin, gef li wan tên xwarin, sirgun dibin û karê wan tên astengkirin.

‘Em ê şopandina rastiyê bidomînin’

Her wiha em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin: Li hember zextên li ser rojnamegeriya Kurdî û xebatkarên çapemeniya azad bêdeng nemînin. Li dijî polîtîkayên, hewl didin rojnamegeriyê wekî sûc nîşan bidin, helwestek zelal nîşan bidin. Nivîsandina rastiyê ne sûc e. Parastina mafê raya giştî yê agahdarkirinê yek ji şertên herî bingehîn ên civakek demokratîk e.

Di 22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî de, em careke din dibêjin: Em ê li hember zilmê paşve gavê neavêjin. Em ê parastina gotina jinan, heqîqeta gelan û kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin.”

‘Çiqas înkar bikin jî dîrok heqîqetê derdixe holê’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axivî. Ayşegul Dogan spasiya DFGê, MKGê û beşdaran kir û bal kişand ser Roja Rojnamegeriya Kurdî. Ayşegul Dogan qala Roja Rojnamegeriya Kurdî kir û wiha got: “Çiqas înkar bikin jî dîrok heqîqetê derdixe holê. 128 sal derbas bûn ne Rojnameya Kurdistanê hate ji bîr kirin ne jî rojnamegeriya Kurdî hate ji bîr kirin. Li vir dewlemendiyeke zêde heye ev me keyfxweş dike. Ji aliyekî ev dewlemendiyeke mezin e ji aliyê din jî xuyaye ku gelê Kurd li ku derê be bila bibe pêdiviya Kurdan bi çapemeniya Kurdî û Kurdistanî heye. Çawa ku di nava Kurdan de tifaqek ferz be niha pêdivî bi tifaqa çapemeniya Kurdî jî heye.”

‘Sedema girtina Nedîm nehiqûqî ye, siyasî ye’

Ayşegul Dogan bal kişand zor û zehmetiyên ku çapemeniya Kurdî pê re rû bi rû dimîne û wiha got: “Ez niha ji Cizîrê têm. Duh li Girtîgeha Şirnexê bûm. Min duh rojnameger Nedîm Orûç dît. Îro hê jî rojnameger nikarin azad binivîsin, azad bifikirin. Her gotin bi sansurekê re rû bi rû dimîne. Sedema girtina Nedîm jî nehiqûqî ye, siyasî ye. Dema êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li Cizîrê nûçegihanî dikir. Sedema girtinê nûçegihanî ye. Di 24ê mehê de danişîna wî heye. Ez ji vir bang dikim; hemû rojnamegerên ji ber karê xwe girtî ne divê bên berdan. Nedîm silavên germ ji we re şandin. Divê em vê piştgiriyê mezintir bikin. Careke din Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be. Bila di nava çapemeniya Kurd û Kurdistanê de bibe wesîleya pîvanên nû û tifaqekê. Em her rojên xweş bibînin. Nifşên nû jî vê mîrateyê her tim bi bîr bînin.”

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganKomeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG)Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotomya (MKG)Roja Rojnamegeriya KurdîSeroka MKGê Roza Metîna
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

18 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Naveroka serlêdana pêşbirka Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz eşkere bû

8 HEZÎRAN 2026
MKGê rapora meha Sibatê eşkere kir

MKGê rapora Gulanê eşkere kir: Zextên li ser rojnamegeran sîstematîk bûne

4 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne