• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MKGê rapora meha Îlonê eşkere kir: Rojnameger û qada dîjîtal di bin zextê de ne

8 COTMEH 2026 - 12:37
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
MKGê rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin ya meha Îlonê li ser platformên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir. MKGê da zanîn ku di meha Îlonê de zextên li ser rojnamegerên jin û qada dîjîtal berdewam kirin û wiha got: “Xwegihandina hesabên medya dîjîtal ên dezgehên çapemeniyê, rojnamegeran, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan hatin astengkirin.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Îlona 2026an li ser platformên xwe yên medyaya dijital parve kir. MKGê, di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadê, şert û mercên xebatê yên ji bo rojnamegerên jin û sansura li ser çapemeniyê.

‘Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê yên rojnamegeran dijwartir dike’

MKGê diyar kir ku di meha Îlonê de zext bi awayên cûr bi cûr li ser rojnamegerên jin berdewam kirin û wiha got: “Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir. Geşedanên di tevahiya mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wekî bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Darizandinên bi salane berdewam dikin, dozên nû tên vekirin û berdewama biryarên girtinê nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran domdar bûye. Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamegeran jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamegeran a ji qadê, gef û êrîşan nîşan dan ku gihiştina nûçeyan her diçe bi sînordar dibe. Di meha Îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Xwegihandina platformên medya dîjîtal ên gelek koman, rojnameger, sazî û dezgehên medyayê, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Bi vê yekê di heman demê de xwegihandina raya giştî ya dezgehên agahdariyê jî hatin sînordarkirin.”

‘Divê hemû astengiyên li pêşiya rojnamegeran werin rakirin’

MKGê di berdewamiya raporê de bi lêv kir ku zextên li ser rojnamegeran li cihên kar jî berdewam kir. MKGê da zanîn ku ji kar derxistin, mobîng û şert û mercên bêewle zêde bûne û hebûna jinan a di qada çapemeniyê de zehmet bûye û wiha hate gotin: “Bûyerên meha Îlonê nîşan didin ku dema rojnameger nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di pêvajoyên darazê de û li qada dîjîtal di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê cûdatir bên nirxandin. Divê darizandin û çavtirsandina rojnamegeran a ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamegerên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya xebatên rojnamegeran werin rakirin.”

MKGê di berdewama rapora xwe de ev dane û îstatîstîk parve kir:

Daneyên Îstatîstîk ên Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Îlona 2026an

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin: 2
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 3
Rojnamegerên hatin girtin: 2
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man: 1
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin: 3
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan: 1

Binpêkirina mafên raman û azadiya ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin: 3
Rojnamegerên hatin cezakirin: 2
Cezayê hepsê: 6 sal û 5 meh 24 roj
Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayê 14
Hejmara kesan 36
Hejmara rojnamegrên girtî: (Ji 1ê Îlona 2026an heta niha) 9

Binpêkirina mafên aborî/civakî ya jinên rojnameger

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin: 3

Astengiyên li ser înternet/medyaya dîjîtal

Sîteyên hatine girtin: 4
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin: Herî kêm 810
Nûçeyên hatine astengkirin: 15

Lîsteya rojnamegerên girtî:

1. Derya Okatan – Rojnameger

2. Hatice Duman – Midûra Karên Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3. Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

4. Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê

5. Oya Lale Ozan Arslan – Rojnameger

6. Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7. Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8. Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger

9. Îrem Delice – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê

10. Tugba Tekerek – Rojnameger

NÎŞE: Di nava meha îlonê de Pinar Gayip û Elif Bayburt tehliye bûn, Oya Lale Ozan Arslan, Tugba Tekerek jî hatin girtin. Derya Okatan jî di 2yê Cotmehê de hate girtin.”

Etîket: Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotomya (MKG)sansur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

2 COTMEH 2026
MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

9 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne