Nûner û rêveberên rêxistinên çapemeniyê derbarê astengî û sansurên li ser Çapemeniya Azad a bi zimanê Kurdî weşanê dikin, diyar kirin ku ew ê sansuran qebûl nekin. Sekreterê Giştî ya DÎSK Basin-Îşê Zana Kaya bertek nîşanî biryarên sansurê da û got: “Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake. Ev sansur eşkere dike ku nakokiyên pêvajoyê jî derdixe holê.”
Astengkirina di ser Çapemeniya Azad didome. Bi gelek caran Malperên Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin. Dîsa BTKê hesabên Xyê yên Ajansa Welat, Nûmedya24 û Ajansa Berûyê jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin.
Serokê Sendîkaya DÎSK Basin- Îşê Tûrgût Dedeoglû, Sekreterê Giştî ya DÎSK Basin-Îşê Zana Kaya, Serokê Giştî ya Komeleya Rojnamegeran a Hemdemî (ÇGD) Kivanç El û têkildarî û Hemdirektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê Veysel Ok di ser astengî û sansuran axivîn.
‘Zêdebûna zextan nakokiyan berçav dike’
Tûrgût Dedeoglû destnîşan kir ku di demên dawiyê de astengkirina medyaya Kurdî gihiştiye asta herî jor û ev tişt anî ziman: “Girtina hesabên Ajansa Welat (AW), rojnameya Azadiya Welat, Numedya24 û gelek rojnamevanan li ser platformên medyaya dijîtal bi armanca hedefgirtina destxistina nûçeyan e. Bêdengkirina çapemeniyê tê wateya astengkirina xwe gihîştina rastiyê ya civakê ye. Rojnamegerî ne sûc e. Têkoşîna li dijî sansûrê ne tenê erk û berpirsiyariya rojnamevanan e, berpirsiyariya hemû beşên civakê ye. Divê di navbera dezgehên medyayê de hevgirtin û piştgiriyên xurt werin avakirin. Di demekê de ku behsa çareseriyê û pêvajoyê tê kirin, zêdebûna zextan li ser medyaya muxalîf nakokiyekê dide li ber çavan. Bêdengkirina rojnamevanan nîqaşên li ser dilrastbûna desthilatdar jî zêde dike. Ji ber ku pêvajoyeke demokratîk bi medyayekî serbixwe û rexnegir dê pêk were. Polîtîkayên sansûrê ne tenê pirsgirêkên medyayê ne; ev pirsgirêkeke siyasî ya ku tevahiya civakê eleqedar dike ye û divê bi têkoşîneke hevpar were bersivandin.”
‘Divê ji agahî û nûçeyan netirsin’
Hemdîrektorê MLSAyê Veysel Ok anî ziman ku ev demekî dirêj e desthilatdar nûçeyên ku bêyî erêkirina xwe asteng dike û ev tişt got: “Mixabin ev pratîk êdî bûye rêbazeke asayî ya sansurê. Ev sansur, ku li dijî Destûra Bingehîn e, armanca wê ya bingehîn ew e ku nûçeyan bike yekdest. Di demên dawiyê de bi taybetî astengkirina malperên medyaya Kurd zêde bûye. Di demekî ku pêvajoya aştiyê berdewam dike de û raya giştî dixwaze nêrîn û helwesta aliyê Kurd jî bibihîze. Divê ji agahî û nûçeyan netirsin. Berevajiyê vê, ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem pêş bikeve û raya giştî bi awayekî dilrast beşdarî vê pêvajoyê bibe, divê şertên ku dengen cuda bi awayekî azad bên bihîstinû astengî û pratîkên sansurê bi dawî bibin.
‘Li pişt deriyan hesabên cuda hene’
Sekreterê Giştî ya DÎSK Basin-Îşê Zana Kaya jî diyar kir ku ev demekî dirêj e Çapemeniya Azad di bin rewşa zordariyê de xebatên xwe dimeşîne û wiha axivî: “Di bin zextê de rojname û ajans karê rojnamegertiyê dikin. Di vê rewşê de dixwazin rastiyê bigihijînin gel. Lê tiştekî eceb e ku di pêvajoyê de malper û hesabên çapemeniyê tê girtin. Piştî pêvajo dest pê kir hesab û malperên Çapemeniya Azad bi awayekî sistematik tê astengkirin. Bi Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat di demên dawiyê de eleqayê Kurdî jî zêde bibû. Astengkirina çapemeniyên Kurdî di serê mirovan de pirsnîşan derxist holê. Heke pêvajoyekî heye astengkirina saziyên çapemeniyê çima pêk tê? Diyar e ku di pişt deriyan de hesabên cuda heye. Di pişt sansurê de nakokiyên pêvajoyê jî hene. Agahdarkirina gel jî di bin parastina zagonan de ye, ji bona wê sansurkirina Çapmeniya Azad li dijî hiqûqê ye û keyfî ye. Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake, lê ev sansur aşkere dike ku nakokiyên pêvajoyê jî derdixe holê.”
‘Astengî û sansur li dijî azadbûna çapmeniyê ye’
Serokê Giştî yê ÇGDê Kivanç El jî bi bîr xist ku bi taybetî demên dawiyê de malperên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin tên hedefgirtin û got: “Sedema astengkirinan nayê fêmkirin. Pêşî divê desthilatdar sedema van biryaran ji raya giştî re rave bike. Tu cûreyê sansûrê, ji aliyê kîjan saziyê ve were pêkanîn, nayê qebûlkirin. Di demên dawiyê de tê gotin ku li Tirkiyeyê dê gavên demokratîkbûyînê bê avêtin. Lê aliyêk din jî astengî û sansur pêk tên, ev jî li dijî azadbûna çapmeniyê ye. Di van rewşan de qala demokratîbûyînê nayên kirin. Em astengkirina Azadiya Welat û Ajansa Welat (AW) ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin qebûl nakin. Divê ev biryaran ji paş ve werin kişandin.”













