Li Tirkiyeyê zext û sansura li ser qada medya dîjîtal derbasî qonaxeke nû bûye. Ew pêkanînên ku bi salan weke amûreke bêdengkirinê li dijî dezgehên çapemeniya azad û rojnamegerên Kurd dihatin meşandin, êdî tevahiya Tirkiyeyê daye ber xwe. Tenê di nava hefteyek dawî de, li ser platforma Xê nêzî 150 hesabên şexs û saziyên muxalif hatin girtin. Bêdengkirina van hesaban, ku bi giştî ji aliyê 2.7 milyon kesî ve dihatin şopandin, nîşan dide ku mekanîzmaya astengkirinê êdî veguheriye polîtîkayeke mayînde û sîstematîk
Girtin û astengkirina malperên nûçeyan û platformên medya dîjîtal, ji bo Tirkiyeyê ne mijareke nû ye. Di 11 salên bihûrî de, rojnamegerên Kurd, siyasetmedar, çalakvan û dezgehên serbixwe bûn armanca sereke ya van qedexe û astengiyan.
Lê rewşa îro nîşan dide ku ev pêl êdî gihiştiye seranserê Tirkiyeyê. Hesabên rojnameger muxalîf û muxalifên li Tirkiyeyê jî êdî bi heman aqûbetê re rû bi rû dimînin. Di nava çend rojan de girtina zêdeyî 150 hesaban nîşan dide ku polîtîkaya sansur û astengkirinê ya ku bi salan e li dijî rojnamegerên Kurd û dezgehên çapemeniya azad dihat birêvebirin, êdî çarçoveya xwe berfireh kiriye û hemû Tirkiyeyê girtiye nava xwe.
Desthilatdariya Tirkiyeyê û saziyên pêwendîdar ên wekî Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) vê pêla qedexeyan bi gelemperî dispêrin du hincetan. Yek jê “Qanûna Dezenformasyonê” û ya din “Ewlekariya Neteweyî.” Hinceta duyemîn, bi taybetî li dijî rojnameger û siyasetmedarên Kurd bi salan e weke amûrek zextê tê bikaranîn.
Sansur û qedexeya li ser medyayê demdirêj xuya dike
Ji aliyê din ve sendîkayên rojnamegeran, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas di wê baweriyê de ne ku ev qanûn bi temamî weke “amûrên siyasî” tên xebitandin. Li gorî van kesan armanca rasteqîn ne parastina ewlekariya civakê ye. Berevajî wê hikûmet dixwaze di demên krîza aborî û nîqaşên germ ên siyasî de hêrsa muxalîfan bêdeng bike û qadeke dîjîtal a yekreng biafirîne.
Dema mirov bala xwe dide pêngavên hikûmetê yên li dijî platformên navneteweyî wekî zextên aborî yên li ser X û Meta, tê dîtin ku ev pêla sansurê dê demkî nebe. Binesaziya hiqûqî ya ku ji bo vê yekê hatiye avakirin, rê dide dadgehan ku tenê di nava çend demjimêran de bi dehan hesaban bigirin.
Çavdêr û pisporên medyayê vê rewşê wekî pêngaveke polîtîk a daîmî dinirxînin. Heta ku platformên cîhanê li dijî van daxwazên hikûmetê paşve gav biavêjin tê pêşbînîkirin ku zextên li ser qada dîjîtal û girtina hesabên Kurd û muxalifan, dê wekî amûreke asayî ya rêveberiyê bidome.














