• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    Şîna cangoriyan di roja duyemîn de didome

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    ‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

Sîpan Batmaz / AW

22 TEBAX 2026 - 09:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Rojîn Polat destnîşan kir ku pênûs û kameraya Gulistan û Hêro îro di destê rojnamegerên jin û ciwanan de ye û got Çapemeniya Azad li hemberî hemû polîtîkayên zext û qirkirinê mîrateya wan a berxwedanê mezin dike.

Gulistan Tara di sala 1983yan de li bajarê Êlihê ji dayik bû. Di sala 2000î de di temenê xwe yê 17 salî de tev li xebatên Çapemeniya Azad bû. Di nava 24 salên xebata xwe ya çapemeniyê de li gelek qadên Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê wek nûçegihan, edîtor, pêşkêşvan û rêveber xebitî. Bi taybetî di qonaxên avakirin û pêşxistina JIN TV û ajansên nûçeyan ên herêmê de xwedî kedeke sereke bû û bi dehan rojnamegerên jin perwerde kirin.

Hêro Bahadîn jî di sala 1997an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Li zanîngehê beşa ragihandinê qedand û wek montajkar û grafîker di gelek sazî û projeyên medyayê yên Başûrê Kurdistanê de cih girt. Hêro Bahadîn wek ciwaneke Başûrî bi keda xwe ya li pişt kamerayê û di beşa montajê de hewl dida rastiya bûyeran bigihîne raya giştî.

Di 23yê Tebaxa 2024an de li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, wesayîta rojnamegerên şîrketa Chatr Productionê ji aliyê balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta Tirk ve hat hedef girtin. Di encama vê êrîşa hewayî de rojnamegerên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamegerên din jî birîndar bûn. Qetilkirina her du rojnamegeran li seranserî Kurdistanê û di qada navneteweyî de ji aliyê sazî û rêxistinên mafên mirovan û çapemeniyê ve rastî bertekên tund hat.

Rojnameger Rojîn Polat li ser hedefgirtin û kuştina rojnamegerên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji ajansa me re axivî.

Rojîn Polat bal kişand ser dîroka têkoşînê ya her du xebatkarên çapemeniya azad û diyar kir ku ew di temenê xwe yê herî ciwan de tev li karwanê heqîqetê bûn, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi cesareteke mezin dengê civakê, berxwedana jinan û rastiya şer gihandin cîhanê.

‘Bûn deng û rûyê rastiyê’

Rojîn Polat anî ziman ku Gulistan Tara di temenê xwe yê herî ciwan de biryara xwe ya herî girîng a jiyanê daye û berê xwe daye qada Çapemeniya Azad û wiha got: “Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, di nava şert û mercên herî dijwar de bi pênûs, mîkrofon û kameraya xwe bû rû û dengê heqîqetê. Wê polîtîkayên şerê taybet, pergala desthilatdariyê û rewşa civakê derxist holê. Di heman demê de bi keda xwe pêşengî ji perwerdekirin û pêşxistina gelek rojnamegerên jin ên wekî xebatkarên JIN TV re kir.”

‘Armanc bêdengkirina pênûsa azad bû’

Rojîn Polat bal kişand ser sedema armanc girtina rojnamegeran û diyar kir ku gava pergala desthilatdar û polîtîkayên şerê taybet ji aliyê rojnamegeran ve tên aşkerakirin, ew rojnameger rasterast tên armanc girtin û ev tişt anî ziman: “Armanc girtina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî berdewamiya vê hişmendiyê ye. Ne heval Gulistan û Hêro, ne Nagihan Akarsel û ne jî Cîhan Bîlgîn ên yekem bûn. Lê em hêvî dikin ku bibin ên dawî. Desthilatdarî bi van êrîşan xwest dengê rojnamegeriya azad bibire, lê ev yek bû sedema xurtbûn û berfirehbûna têkoşîna me.”

‘Pênûs û kamerayên wan di destê me de ne’

Her wiha Rojîn Polat destnîşan kir ku mîrateya wan di destê nifşên nû de zindî ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Çeka me ne wekî ya dewletan e ku mirovan qetil bike, sê çekên me hene pênûs, kamera û mîkrofon. Em bi van amûran qetilkirina mirovan, binpêkirina mafan û rastiya civakê nîşan didin. Îro ew mîkrofon û pênûsa ku ji wan ma, di destê bi dehan rojnamegerên jin û ciwan de ye. Çapemeniya Azad dê li hemberî hemû zext, operasyon û şertên giran, li ser şopa van pêşengan xwedî li nirxên xwe derkeve û dengê gelê bindest bilind bike.”

Etîket: Çapemeniya AzadGulistan TaraHêro Bahadîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026
Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne