Rojnameger Denîz Firat 12 sal berê di êrişeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Ew di hemû demên zor û zehmet de bû dengê jinan û civakê û bi kamereya xwe gelek bûyerên girîng di nava rûpelên dîrokê de qeyd kir.
Çapemeniya Azad ku ji roja destpêkê ve rastî her cure êriş û sansurê tê, bi bedelên mezin heta îro jî kar û xebatên xwe didomîne. Helbet ev hêz û israra Çapemeniya Azad bi fedekariya rojnamegerên Kurd ên bi canê xwe têkoşîna azadiyê meşandine heta îro hat. Rojnamegerên Kurd ên fikriyata Çapemeniya Azad diparêzin, niha jî tevî hemû zor, zehmetî û zextên desthilatan jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn dibin şopdarên heqîqetê. Yek ji van rojnamegeran Denîz Firat a ku di 8ê Tebaxa 2014an de di êrîşa DAIŞê ya li ser herêma Qereçoxê ya Kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Denîz Firat a ku di kevneşopiya têkoşîna rojnamegeriya jinên Kurd de cihekî girîng digire, rêwiyeke têkoşîna azadiyê jî bû.
Di temeneke biçûk de bû şahida siyaseta înkarê
Denîz Firat di sala 1984an de li gundê Xecê Xatûn a bi ser navçeya Ebexa Wanê hatiye dinê. Ew di temenê xwe biçûktiyê de bû şahida zextên dewletê yên li ser malbata wê û zaroktiya wê bi koçberiyê derbas bû. Malbata wê welatparêz bû, lewma zext li ser wan zêde bû û ew neçar man ku koçî bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê bikin. Xwişka Denîz Firat li Makûyê tev li Tevgera Azadiyê dibe, lewma Rejîma Îslamî ya Îranê zext li malbatê dike, heta demekê hemû ferdên malbatê diavêje zindanê jî. Piştre malbat careke din koçber bû û vê carê jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Denîz Firat di temeneke biçûk de rastiya parçebûyîna Kurdistanê dît û bû şahideke siyaseta înkarê ya li ser Kurdan.
4 xwişk bi hev re têkoşiyan û bûn rêheval
Denîz Firat hê di temenê zarokatiyê de tev li têkoşîna azadiyê bû. Tevî ku du xwişkên xwe di têkoşînê de winda kiribûn jî paşde gav neavêt; mezinkirina têkoşîna wan hilbijart. Dû re xwişkeke din a Denîz Firat tev li tevgerê bû û 4 xwişkan bi hev re ji bo azadiya jinan û gelê Kurd têkoşîneke mezin meşandin.
Rêwitiya Denîz Firat a di nava Çapemeniya Azad de
Denîz Firat di sala 2007an de tev li Çapemeniya Azad bû û bi wênekêşa xwe bû dengê civakê û azadiya jinan. Ew di gelek saziyên ragihandinê yên wekî JINHA, Stêrk TV, ANF, ROJNEWS, Dengê Welat û Rojeva Welat de xebitî û dengê jin, zarok û gelên di rêyên koçberiyê de ku berdêlên herî giran ên şer dan, gihand cîhanê. Denîz Firat ew rojnameger bû ku polîtîkayên qirkirinê yên beramberî jinên Êzidî di fermana DAIŞê ya li ser Şengalê de belge kir û bêdengiya raya giştî ya navdewletî bi heqîqetê teşîr kir. Di heman demê wê cara ewil êrîşên DAIŞê yên li ser Mexmûrê jî ji cîhanê re ragihand û heta dawiyê bi gotina “Ez dê bi kamereya xwe şer bikim” li Mexmûrê ma. Wê bi kamereya xwe gelek bûyer di nava rûpelên dîrokê de qeyd kir.
Di êrişekê de hat armancgirtin

Denîz Firat di 8ê Tebaxa 2014an de di êrîşa DAIŞê ya li herêma Qereçoxê ya Mexmûrê hat armancgirtin û birîndar bû. Lê belê, Denîz Firat di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da û gihişt rêhevalên xwe yên ku wekî wê di rêya heqîqetê de canê xwe dan. Niha bi hezaran Denîz li çar milên Kurdistanê rojnamegeriyê dikin û dengê Kurdan û jinan radigihînin cîhanê.














