Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku desteyên di çarçoveya qanûna pêvajoyê ku hatine avakirin de li qadan dest bi xebatan kirine û wiha got. “Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijar û geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan bi bîr xist ku li Manîsayê di dibistaneke de êrişek çekdarî pêk hatiye û ji xwendekarên birîndar re şîfa xwest û bertek nîşan da û xwest ji bo pêşî li bûyerên bi vî rengî bê girtin tedbîr bên girtin. Ayşegul Dogan diyar kir ku tevî bûyerên Mereş û Sêweregê pêk hatin jî hê ewlehiya dibistanan pêk nehatiye û got ku divê ev êriş bê lêkolînkirin û heke xemsarî hebe lêpirsîn bê destpêkirin.
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku di serdema ku derbas dibin de ji bo hemû qadan pêdivî bi demokratîkbûyînê heye û got ku li hemû qadên jiyanê rizîbûnek heye. Ayşegul Dogan bal kişand ser peywîrdarkirinên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe û ew ê ji bo demokratîkirina welat têkoşîna xwe bidomînin.
‘Desteyên hatine avakirin li qadan xebatên xwe dikin’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku yek jî mijara civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya prtiya wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyî ji bo bi dawîbûna pêvçûnan gava yekem bû. Herî dawî heyeta DEM Partiyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Ew hevdîtin piştî qanûna çarçoveyî hevdîtina yekem bû. Heyeta me daxuyaniyek jî da. Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne. Yanî desteyên hatine avakirin li qadan ji bo bêçekkirinê xebatên xwe dikin. Birêz Ocalan jî divê di koordînatoriya bêçekkirin û siyasetê de dikaribe bi rola xwe rabe. Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û merc bên başkirin. Desteya Şopandinê ya ji bo qanûn hatiye avakirin civîna xwe ya yekem pêk anî. 4 Desteyên Jêr jî hatin avakirin. Li qadê hin xebat jî hatine kirin. Lê hê jî di van Desteyên Jêr de wê kî cih bigire hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Weke DEM Partiyê em dibêjin divê ew deste bi hev re bi awayekî kordîneyî bixebitin û kî di van desteyan de cih bigire divê ji raya giştî re bê parvekirin.”
Desteya çavdêriyê
Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî vebûna Meclisê ya di 1ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Meclise jî bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî amadekariyên xwe dikin. Li gorî qanûna çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin. Piştî meclis vebû divê ew deste bê avakirin. Divê bi temsîlkirineke adil ew deste bê avakirin. Divê her gaveke ku bê avêtin gava beriya wê temam bike. Helbet ya girîng demokratîkkirin e. Ji ber ku li gorî rapora Komîsyona Meclisê divê piştî qanûna çarçoveyî qanûnên demokratîkbûyînê bikevin meriyetê. Divê darazeke serbixwe pêk were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi cih werin.”
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin’
Ayşegul Dogan anî ziman ku di serdema nû de dê partiya wan bi beşên cuda yên civakê re civînên wan berdewam bike û wiha got: “Hevserokên me îro bi saziyên Elewiyan re civiyan. Em ê bi beşên cuda yên civakê re jî civînekê li dar bixin. Divê di vê pêvajoyê de peyamên birêz Ocalan ji raya giştî re bên parvekirin û şert û mercên hevdîtinê bi siyasetmedar û rojnamegeran re pêk were. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve jî bê misogerkirin. Her wiha divê zimanê heyî jî biguhere û hemû kes zimanekî nû bikar bine. Ev zimanê negatîf û dijber bandoreke neyînî li ser civakê dike. Divê em hewl bidin zimanekî nû û bi berpirsyariya xwe rabin.”
Ayşegul Dogan serkeftina Partiya Çep a di hilbijartinên Berlînê de pîroz kir û got ku ew di serdemeke ku cihêkarî û dijminatiya li dijî penaberan zêde bûye ew ji ber vê serkeftinê kêfxweş in.
Ayşegul Dogan di dawiyê de bersiva da pirsên rojnamegeran. Ayşegul Dogan li ser pirsa derbarê ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî diyar kir ku divê rol û miîyona Abdullah Ocalan li ber çavan bê girtin.













